Amûdê û Şêwra Çûka Li Ser Garisê Hecî Berko!

 

Konê Reş

Berî çend rojan, di civîneke rewşenbîrî de, çend kesên amûdî jî hazirbûn.. Di nav axaftina me de yekî ji wan amûdiyan/ Fewazê Bengo got; şêwra çûka li ser garisê Hecî Berko.. Min jê birsî, gelo tu çîrokê zane? Keniya û li min vegerand; ma ku tu nizanibe ez ji kû zanim.. û wiha min bi kurtî, li gor ku min bihîstiye û ji kalemêran pirsiye, dest bi çîroka Amûda kevin û nû û (Şêwra çûka li ser garisê Hecî Berko ye) kir:
Bêguman Amûdê ji berî 400 salî ve paytexta eşîra Diqorya ye.. Bi serokatiya malbata Seîd Axayê Deqorî..

 

Dibêjin ku Amûda roja îro, Hecî Berko bingehî wê danîye.. Ev Amûda nû ji Amûda kevin ya ku niha jê re dibêjin Girê Kemaliyê çêbûye.. Di wî heyamî de, Hecî Berko ji Amûda kevin hatiye cihê eva nû, li kêleka girê Şermola, ser peravên çemê Darê, garis çandiye û bi demê re mala xwe jî lê avakiriye.. Bi çandiniya wî ji garis re, firîkê garisê wî toşî talana refên kuliyan, refên çûkan û Qitikan dibû.. Dibêjin di wan salan de gelek caran roka li asman, ji ber refên kulîyan, qitkan û çûkan xuya nedikir.. ziyanên mezin digîhandin garisê Hecî Berko.. Hecî Berko jî gelek zehmetî ji ber belaya wan didît.. lê bi deyaxeke mezin û bêhedan garisê xwe ji êrîşên wan kulî û çûkan diparast.. ji ber vê deyax û parastina wî ji qarsê wî re, xelkên Amûdê û derdora Amûdê ev gotin wek qerf, hem wek westandina bêfêde ji hev re gotin: (Şêwra kulî û çûkan li ser garisê Hecî Berko ye). Bi demê re refên kuliyan nebedî bûn û neman.. refên çûk û qitkan man.. Vêca gotina kulî hat hilanîn, bi tenê gotina çûk ma û gotin: (Şêwra çûka li ser garisê Hecî Berko ye). Ji wê hingê ve, ev gotin bi firehî li ser zimanê xelkên Beriya Mêrdînê ye û ketiye nav zargotina kurdî de.
  Hêjaye gotinê ku, di salên 1930 û 1940î de endazyar Arif Beg Abbas serokê qewirandin û qirkirina kuliyan bû li Cizîrê..
Bi demê re hin xelkên din ji Amûda kevin li dor xanîk û werzên Hecî Berko kom dibin, ew jî weke wî garis li dor çemê Darê/ cihê Amûda niha diçînin û hin bi hin malên xwe lê avadikin.. û wiha ta ku mala Mihemed Axa, axayên Deqoryan malên xwe ji Amûda kevin tînin Amûda nû û lê bi cî û war dibin. Ji nû, Amûda nû wek bajar û paytexta eşîra Deqorya rola xwe dilîze.

jixwe, di sala 1917an de dema ku Elmana xeta tirênê a (Berlîn-Bexdayê), di Amûda kevin û Nisêbînê re derbas gundê Tilzîwan kirin û sekinîn, hingê kes li gundê Amûda kevin nema bû.. û bi demê re mirovên herdu rexên xetê, ji encamê danîna xeta tirênê, mayîn û têldiriyanan, dûrî hev ketin; bira ji bira, xal ji xwarzê û ap ji birazî qut bûn, tevî ku pirr nezîkî hev bûn û her roj ji dûr ve hev didîtin..! Û wiha mirovên di ser wê xetê re ji yên di bin xetê re gotin: Binxetî û yên di ser xetê re ji yên di ser xetê re gotin: Serxetî.
Hêjayî gotinê ye ku vê paşiyê navê Kemaliyê li girê Amûdê yê kevin hatiye danîn, ew jî piştî damezirandina komara Kemalî di sala 1923an de. Dawî, dikarim bibêjim ku ev Amûda nû bi xêra çemê Darê, axa û malbatên eşîra Deqorya û garisê Hecî Berko hatiye avakirin û wek ku kurdan gotiye: “Heçî berê gula zerê”. Hecî Berko yê berê ye û ew gula zerê ye.
Qamişlo 18/6/2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…