Lewend Hisên
Gelê Kurd li beşê rojava ji kurdistanê de yê ku dibin dagîrkeriya Sûrya yê deye, ji demek dirêj ve, pirsek di nav civata Kurdî de, xwe dida pêş, bi taybetî piştî azadkirina beşê Başûr ji Kurdistanê, ew pirs jî eve: Gelo çima em awayên xebata xwe na guherin, û çima ev berpirsên partiyên me jî nayên guhertin?
Bê goman, di dema ku rijêmê hin deriyên axaftina demuqrat vekirin, di dawiya qûnaxa serok komarê Sûryê yê mirî, û di destpêka xortê nûhatî, yê ku welatiyên Sûryayê hin hêviyên xwe li ser ava dikirin, êdî miletên Sûryayê bi hemî netewe û hêzên xweyî olî û siyasî ve jî, dengê xwe bilind kirin, û doza guhertina siyasî kirin. li vir êdî hin deng jî hebû di pirsîn û digotin: Gelo ma ev rengê deshilatdariya yekane, ku partiyek, kesek, komikek û êlek ji ber me hemiyan ve biryaran destîne, bê ku nerîna me têde hebê, heya kengî wê berdewam bike?
Ev reng ji rêveberiyê di nav rêxistinên me kurdan jî ji Kevin de berdewam me, vejî wan peyv û sozên xwe karê xwe dikin. Di dema ku li ser Ba`is di axivin, doza demukrasiyê û guhertinê dikin, lê di civatên dezgehên partiyê de, kiryar û peyvên wan, ji yên Ba`is û rijêmê tûj tirin dijî nerînên din, û bi taybetî ew pêşniyazên ku xort û keçên nûhatî berçav dikin.
Ev nakokî ya di navbera nifşên kevin û nuh de ye, ewê serî hilda piştî Serhildana 12 avdara 2004ê ya pîroz, ku xoer û keçên nûhatî, êdî dibêjin, bese ji payetiyê re û sutûxwariyê re.
Mixabin, hin nivîskar, li ser vê rewşa aloz rawestiyan, lê diyare ku ew bi xwe hîn nehatin şûştin ji wî hişê êlperset, ku wek demên axatiyê zirnecî û çîrokbêjê axan bûn.
Gereke, evê rewşa aloz em bi hûrbînî bixwênin, û xalan deynin li ser tîpan, bê ku em wateya peyvê biguherin, bawerim ku sedemên evê aloziyê evin:
1-Perwerda şaş ya ku bi sedên salan ve di civata me de hatiya çandin, ku bi awira mîr û xulam em perwerde bûne.
2-Perwerda ku me ji ola islamî wergirtî, wek şivan û pez mirov têde hatiya pîvan.
3-Perwerda leşkerî, ku me ji sîstema komonîst bir, û me xwest li civatek wek civata Kurdî bikarbînin, lê ew bi xwe li ser xaka xwe şikest berî xaka Kurdistanê.
4-Ya herî zor û dijwar, ew perwerda ku em ji dezgehên rijêma Ba`is perwerdebûn, bandora wê ji hemî hoyên berê xurtir bûn, ew jî ji ber ku em bi xwe di hundirê evî welatî de dijî, ku piştî Kurdistan hate parçekirin, beşek ji me kurdan bê vîn xwe bûn welatiyên evê dewleta parastinî û bê yasa.
Heger em li hundirê partiyên xwe vegerin, emê tevlî sergêjiyekeke bê sînor bibin, dibe jî ku em rastî dilrawestanadinê bibin, û jiyana me ji dest here, di vê qûnaxa nûjen de mirov rastî hin kesan dibe, ku xwe dibînin zane û berpirs, lê ew bi xwe nizanê, çi dibêje? Ya herî balkêş, ez ji hemî rewşenbîr û siyasetmederên serbixwe dixwazim, ku vegerin li belgeyên partiyên me û belevokên wan, ne yên berî salan yan jî mehan, lê belê yên berî rojan, wê çawa ji wan re hişkere bibe, ku berpirs û serekatiyên partiyên me, çi dibêjin û çi dinivîsin?.. Di nav wan belgeyan de hûnê bi dehan peyv û helwestên dijhev bibînin.
Gazina min, ji wan xortên (rewşenbîr û nivîskare) ku îro xwe kirine kelem û asêgeh li pêşiya serhildana guhertinê, ya ku roj bi roj gur û geş dibe, di nav rêxistinên meyî siyasî de. Gazina min ewe: çawa erêtiya xwe didin li ser vê rewşa aloz, çawa li ser xwe qebûl dikin ku bibin parêzerê evan kevne ramana, evan nexwendevanan û evan kesên ku rewşa me roj bi roj ber bi paş ve dibin.
Gereke, em wek xwendevan, em bi awakî zanistî li ser vê rewşê rawestin, û çareyan jêr bibînin, bê ku em hev tewan bar û gunehkar bikin, xwendevanên Kurd li vî parçeyî ji Kevin de hene, û berê dihat gotin: ku Kurdên evî parçeyî pir jîr û zanene di warê siyasî û ramanî de, heger em li hola civata Kurdî bi gerin, emê bi hezaran xwendevanan bibînin ku ji ber pilan û ne rêzgirtina evan kesan revî ne, û xwe dûrî xebatê kirine, li vir, heger em bi hişmendî û dademendî li ser vê aloziyê raweste, emê yekser nexweşiyê naskin û derman jêre bibînin, helbet piştî ku em xwe rizgarkin ji bandora ewê perwerda kevnare û çewt.
……………………