Dr. Mahmoud Abbas
Ligel nebûna dewleteke Kurdî, û berdewamiya girêdana Miletê Kurd ê dilsoz bi rêjîmê welatê dagirkara hatîya ferz kirin, û nekaribûna hêza siyasî ya ku heya niha nikarê ji şiyanên xwe yên mezin û xav sûd werbigirê, an jî jê qizincbikê, wek (demografîk me ya ne kêmtir ji dimogafiya gelên herî mezin li herêmê. Û dewlemendiya ku bi welatên herî dewlemend ên herêmê re li hev dike. Û erdnîgariya kurdistanê ya berfireh a ku rûbera wê zêdetirî erdnîgariya Fransayê ya, û stûnên çandê yên ku berdewamiya wan li ser kûrahiya dîrokê ye) Em wek gelên din ne ketina ber hêrvandinê de, û çandên rejimên totalîter neketiya cihê çanda kurdîde.
Ne mîjokên olî yên ku ji derveyî erdnîgariya wê dihatin, ên ne li gorî çanda me bûn, ne jî kontrola împaratoriyên biyanî, karîbûn me ji rê dernexînin, û ne rejîmên ku hewl didin me wek miletekî xwedî doz û zimanekî pêşketî, tune bikin. Piraniya pilanên we bi ser nektin. dîroka miletê kurd ya ku hewl dan wê berovajî bikin, bi rabirdûya xwe û nirxên xwe cewt, nikarîbûn winda bikin yan ji rêderxînin.
Bê goman, giraniya miletê Kurd beyanî bû çi li cem dijmina û çi li ba deuletê giring wek Amerika û Orupa û Rusiya. Pir cara Kurd wek milet, rewşenbîriya wî hatiya hejandin û di demna de paşketiya, bi nexweşiyên mîjokî ên ku ji aliyê dewletên dagîrkerên Kurdistanê ve hatibûn belavkirin, û bi pêra berfirehkirina nakokiyên navxweyî, û berovajîkirina dîroka me û hewldana jinavbirina kesayetiya kurd ji nav Civaka navdeuletî.
Taybetmendiyên gelên serdest bi kar dihatin bi riya rîjîmên wan, dijî taybetmendî û têkoşîna miletê Kurd ya sedsalên borî, û dijî hevgirtina demografîk û pêkhateya wayî çandî, li ser va karên xirab da îro miletê Kurd li eniya herî pêş a gelên herêmê di parastina aştiyê de cih digire.
Karînên me yên xav, di qonaxên nûjen de, li ser Înternetê ji cîhanê re diyar bûna, ku li wê derê qadeke berfireh, piştî ku hat biçûkxistin an jî binaxkirin, û em ketin qonaxên xwepêşxistinê, û ne tenê parastina gelê xwe, lê gelên herêmê jî, tevî hema nihîlîzma şiyanan,(عدمية الإمكانيات) û nebûna şert û mercên berdêla tiştên ku ew ji bo hêzên din ên ku wan diparêzin û ji bo pêşxistina dewletên xwe yên herêmî xerc dikin, têne pêşkêş kirin.
Yek ji girîngtirîn stûnên pêkvejiyana neteweyî û berdewamiya nakokiyên bi dijminan re, faktera zimana, û niha jî, şiyana gelê me ku zimanê xwe bi hemû aliyên xwe biparêze û pêşde bibe, û bi xurtî li beramberî planên biçûkxistinê kar bikê. Ji ber ku yek ji armancên dijminên me ewa ku zimanê ma ji holê rakin, weke ku hat serê zimanên hin gelên kevnar ên rojhilata me, li zimanê Kurdî ji hemû hêviyên ku wan hêvî dikir, derbas buya, tevî hewldanên wan ên ji bo tunekirina zimanê çandî û edebî, bi awayekî xwebexş û li ser stûna çanda dîrokî kar di hata kirin. Ne tenê hata parastin, lê di heman demê de pêşkeft, û giha asta zimanên pêşkeftî yên cîhanê da, li ser ku pir ji şiyan û şiyanên me ji bo cûdahiyên siyasî yên navxweyî, an jî di tekoşîna me ya bi rejîman re di hata xerc kirin.
Dewletên herêmê ti cara ne rawestiyane, û her tim karkirina ji bo ku tevgera Kurdistanê ji qonaxên wan yên bindestiyê dernekeve, û gelek xirabî kirina ji bo ku tevgera Kurdî ji şaşîtiyên xwe xilas nebe, û da ji bin destên wan rizgar nebe. Li ser va armanca dijinan her tim bi hevra kar kirina bi zimanekî siyasî.
Bê goman li hember tiştên ku cîhanê li ser girîngiya gelê Kurd dest pê kir, di va bîst salên dawî da, û arîkarî pêşkêş kir, û bilindkirina statûya wî zêdekir, dijmin komployên li hembrî wan û dijminatiya li dijî wan zêde kir, di ser ku ne tenê serokên kurdan û siyasetmedar lê belê rewşenbîr û lêkolînerên kurd karên herî pêşkêş û pûwîst û rûmet kirin ji çanda gelên cîran re di hemû warên çandî, edebî, rewşenbîrî û siyasî de, û hatina xwiyakirin li ser astna bilind, ji ziman heya siyasetê û berjewendiyan istraticî dûr, ku êdî nikarin li ser wan û rola wan bê nixumandin, navên kurdî di her warî de di nav gelên herêmê de dibiriqin û xizmetên wan bi siyaseta rejîmên totalîter ên nijadperest re sînordar nabin.
Bergiriya rewşenbîrên kurd ji pirsgirêkên civaka me ya rojhilata navîn re, bê cudahî û sînor e, ne kêmtir e ji ya ku ji civak û miletê xwe re pêşkêş kirine, ev meyla mirovî di nava miltê Kurd de ji stûna çandî ya dîrokî tê, ne ji bo baştirkirina jînenîgarî û bidestxistina navdarî û navûdengê. .
Kurd jî xwedî kedên ku bêyî cudahiyên siyasî û îdeolojîk hatina xuyanîkirin, ji ber wilo divê bên rûmetkirin, weke xizmeta hêzên YPG û Pêşmerge ji miletlê cîhanê re, di nav da tunekirina (DAIŞ), ya ku yek ji metirsîdartirîn Rêxistinên terorîst herî xirab li cîhanê ya, û ev karê Kurdî ne kêmtir e ji ya ku Serkirdeyê nemir Selahedîn Eyûbî piştî zêdetirî dused sal ji dorpêçkirina selîbiya ew ji rojhilatê avêtin.
Gazin û êrîş hena li ser tevgera Kurd, ku hîn berdewam in, û pêwîst e li hember wan rawestin, an bi kêmanî hewl bidin da dubare nebin:
1-Ji derve de, nehêlin ku rejîmên nijadperestên dagîrker ên Kurdistanê di êrîşên xwe de berdewam bin, ku ew bi behaneyên nezelal rewa dikin, û planên xwe yên ji bo jinavbirina doza me, û razîkirina gelên cîran bi mafê gelê Kurd di azadî û serxwebûnê de eşkere bikin, wekî ku şert hewce dike.
2- Di navxwe de, azadbûna ji fermanên kesên destdirêjî li doza me dikin, û nekişandina nav azweriyên rejîmên otorîter ên ku bi qasî gelê Kurd zirarê didin gelê xwe.
Em dizanin ku girîngiya gelê Kurd û pêgeha wî ya li herêmê, mîna hemû gelan, bi şerên erênî yan neyînî, di warê êş û eleqeya(الاهتمام) bi wî re weke hêzeke demografî ya sereke li herêmê, bandorê li şer dike.
Em dizanin ku şer kêm caran li rojhilatê me sist bûne, ku di nav germtirîn deqên cîhanê de ye, û Kurdistan di piraniya rewşan de di navîn de bû. Lê gelê Kurd jî wek gelên din ne yê ku wan şer li ser hev ferz dikir, lê rejîm û zalim ji bo berjewendiya xwe beriya neteweperestiyê diafirînin û gelê Kurd tehfdidine şer, lê Kurd yê herî dûrî wêna. Ji ber vê yekê ketina wan an jî beşdarbûna wan di hin şeran de, çawa ku li ser hin komara hatiye ferzkirin, li ser miletê Kurd jî hatiye ferzkirin, dema ku her tim dixwazin di nav civakên aştê de bijîn, û tecrubeyên dîrokê jî îspat kiriye ku Kurda li hemû şoreşên xweda wek ya li başûrê Kurdistanê-Bakurê Iraqê, Pêşmerge ti carî êrişî navçeyeke niştecihbûnê ya li nava Iraqê xirabî-tîroristî nekirina, girtî nekuştina, navendek sivîl û xizmetguzarî têk nedana, û Barzanî ferman neda hêzên Pêşmerge ku karekî xirab pêk bînin. xwekujî yan jî wêrankirina operasyonê li nav bajaran yan jî li nav navçeyan sivîl.
Bi nirxên aşitiyê û diyalogê Kurda hewl daya ku bigiha armancên xwe. Diyar dikê ku bi avabûna kurdan a pêşîn re aştî hatiye afirandin, olên wê yên destpêkê jî, Zerdeştî, Manî û Mazdakî, hemû li ser mantiqa rehmê, aşitiyê, hezkirinê radiwestin. û şer ne buya mêtodek bêkanina armancên we.
Di nirxên Kurdan de binhişiya wî beşa Zelal, li ser navbera aştî û kuştinê de, ev diyalektîka hanê bi giştî di civaka Kurd de xwebexş e, û wek dîwarê ku di navbera dilxweşî û xemgînî, ken û girî û diyalektîka jiyan û mirinê ji hev vediqetîne zelal e.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
mamokurda@gmail.com
3/21/2022 P.Z.