Dr. Kamîran Bedirxan Xwediyê Yememîn Rojnameya Kurdî ye bi Elfabeya Latînî

 

Konê Reş

Wek ku çawa Mîr Celadet Bedirxan xwediyê kovara Hawarê ye ku yekemîn kovara kurdî ye bi elfabeya latînî, wiha jî birayê wî Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan xwediyê rojnameya Roja Nû ye ku yekemîn rojnameya kurdî ye bi elfabeya latînî hatiye weşandin. Kovara Hawarê berî 90 salî, di roja 15 Gulana 1932an de li Şamê hatiye çap û belavkirin, rojnameya Roja Nû jî berî 79 salan di roja 3ê Gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye çap û belavkirin.
Werin, em 79 saliya roja weşana rojnameya Roja Nû ku 3ê Gulana 2022 ye û xwediyê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bibîr bînin.. Evê ku tev jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de xerc kiriye..

 

  Mîr Dr. Kamîran Bedirxan jî wek wek birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan di şerê cîhanê yê duwmîn de, li Beyrûtê, dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û di 3ê Gulana 1943an de, yekemîn rojnameye bi navê Roja Nû di dîroka kurdan de bi elfabeya latînî, weşandiye. Ev rojnameya wî xurû bi kurdiya latînî bû, digel beşekê fransizî. 73 hejmar ji vê rojnameya wî hatine weşandine. Hejmara yekê di 3ê Gulana 1943an de, anku berî 79 salan û hejmara dawî 73 di 27ê Gulana 1946an de. Di eynî salê de/ 1943 jî, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan rojnameyeke din bi navê “Stêr” li Beyrûtê çap û belav kiriye, 3ê hejmar ji vê rojnameyê jî hatine çap û belav kirin, hejmara pêşî (1) di meha Çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di Sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê Çêrya berê de sala 1945an, angku her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya/ pêveka rojnameya “Roja Nû” bû.
Hem jî di sala 1944an Mîr Dr. Kamîran Bedirxan yekemîn rojnameye dîwara ye, bi alfabeya Latînî li Beyrûtê belav dikir.. Û li ser her rûpelekî çend gotinên pêşiyan dinivîsand wek:
1- Xerab kirin rehet e, lê ava kirin zehmet e.
2- Sed xeber bi xeberekê disekine.
3- Desthilanîn fereca xêrê ye.
4- Her kes mêvanê emelê xwe ye.
Di encam de karim bibêjim ku Dr. Kamîran Bedirxan Xwediyê Yememîn Rojnameya Kurdî ye bi Elfabeya Latînî.
Xwendevano! Ku ez û te Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û roja weşana rojnameya yekemîn bi elfabeya latînî bibîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, wê ew milet her û her paşketî bimîne..
Dr. Kamîran Alî Bedirxan di rojnameya Roja Nû, hejmara 11/ 1943an, li dor xwendin û nivîsandina zimanê kurdî wiha dibêje:
(Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayêm. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî).
Wek ku diyare Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye.  Berî mirinê, wî termê xwe diyarî fakultên bijîşkî li Parîsê kiribû.. Anku ew bê gor e! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be.

Konê Reş/ Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…