(Sazkirina cîhana romanî di Romana Kobanî a Can Dost)

Rêber Hebûn

Roman li dor Kobanî dizivîre , behsa dema şerê navxweyî  li sûrî dike , û bandorê wê çaxê  2011 li ser rojavayê Kurdistanê, civakê wê û bi taybet li  ser Kobanî, nivsîkar Can Dost pala xwe dabû li ser bîr di avakirina vê romanê de, berî xwe da zaroktî, malbata olî  û herwiha ronî da li ser bandora reftarên êlî li  civaka wê deverê û nerîna wan ji kesên nenas re , yên nav li wan dikirin  Mihacir, ango bi kurdî Penaber, helbet şêweya nivîsa wî bala mirov bêhtir dikşîne , bi taybet dema ew xwedevan ji xelkê deverê be, bêhtir wê têkeve kûrahiya hestek e dagirtî arezû û nalîn , li ser çawaniya ramandinê, bandora şer  li ser xelkê , têkiliyê ciwanên dilgerm û kêm zane bi hevdû re û herwiha bi xuristiya çaxê, bi berzbûna rewşek e nû  û serpêhatiya desthiladariya kurdî yê nû li rojava de, û dan û standina wê bi partiyên ne ligel ramanê wê û herwiha gelek xalên yên bi vê kêşeyê ve girêdayî.

 

Nivîskar di vê romanê de hewil da li ser  gelek kêşeyên hestiyar  raweste , zimanê rewşa wî vekirina kêlên birînê û gera li çareseriyê û çarenûsên hin kesayetên yên ketibûn e pêla narvîna har û bi dawî ve hinek ji wan derbider bûn û hin jî jiyana xwe ji dest dan û wisa xwest bi rêya lehengê vê romanê Hec Mislimê Hemzirav kalemêrê yên di dilê xwe de barên mirinê kedî kiribû , û bûbû mîna findê şevek e tarî hêdî hêdî dihele , kes li dora wî nema, jina wî ya a ku pêre xweşî û nexweşî derbaskiribû , bin batonê de miribû , û keça xwe ya mezin jiyana xwe bidawî kiribû li Elmaniya yê piştî kur û hevjînê wê li deryayê Îca tirkî de xeniqîn, û rewşenê yê  ku daiş serê wê ji laşê wê qutkiribû di êrîşa li ser kobanî de , herwiha kurê wî yê li pey hezkiriya xwe çibû Reqayê û li wir hatibû serjêkirin û Metînê yê bi dawî şehîd ket, û bi dawî  vê romanê ew û herdû neviyên xwe û diya wan di şeva Xedirê de jiyana xwe ji dest dan, wisa roman berve encamek e  xemgîn û dilzar çû,roman destê xwe danîbû li ser gelek deverên şewatê  bi awayekî hunerî û diramî, bandora ol û reweştên êlî li civakê hatibû nîşan dan , û nivîskar bi rêya bîranînên xwe yê taybet karîbû têkeve deverên mirovî yên jiyana demê niha û berê bi hevdû ve girêdide, ronî da li ser malbata xwe yê ji Amûdê hatibûn e Kobanî û rola bavê xwe mîna oldarekî li Kobanî , û girêdana wî bi deverê û xelkê wê ,û herwiha Can Dost behsa rola Partiya gelerî yê desthildar li ser civakê dikir û bi taybet ciwanê wê û rola wê di şerê Olperestên radîkal yên xwestibûn Kobanî têxin di bin kontrola xwe de.
Roman behsa bandora şer li ser hizrên civakê dike, û li ser windabûna ciwanan û koçberiya wanî deronî  de , û baş ji xalek ta xalek î ve diçû, giranî bêhtir dida li ser pesindayîna deroniya mirov di wê demê de, û herwiha pesindayîna cih û têkliya mirov bi sêwir û nîgaşên xwe ve , û girêdana mirovê afrêner bi rewşa xelkên xwe yên di cengên herêmî de dibin tenê qurbaniya siyaseta çewt , bi vî rengî nivîskar ezmanek e romanî saz kir ji bihna şer û buyerên qurbaniyan û  çîrokên  penaberan , û têde findê hêviyê melûl dibin,  wisa ev roman jî çaxek e girîng ji dîroka gelê kurd ezber dike , ji bo nifşên nû re nameyên bi êş rêdike naverokên wan nameyan ewe   çîrokên miletê kurd yên bi serdan salan ve bindest in , parçe ne , ne yek in û herwiha di talîzoka windabûnê de timî sêwî û pêxwas digerin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…