Rojnameya Kurdistan pêşenga rojnamegeriya kurdî ye

Hişmend Şêxo
Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn  , helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêşin , Lewre ragihandin şêweyê herî sereke ye di  karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û aştiyane de.
Rojnamevanên cefakêş : Silav li we
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi (124) salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..

weşandina Rojnameya Kurdistan ne tenê xebateke neteweyî û rewşenbîrî ye lê belê ew şoreşeke çandî bû di dîroka gelê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemû medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin.
Di wê serdemê de rojnameya (Kurdistan) bi rolekî girîng radibû di gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî de.
Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:
“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”
Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»
Rojnameya Kurdistan li serhev (31) hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan (5) hejmarên pêşîn derxistine, Lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista , Piştre birayê wî Ebdilrehman Bedirxan rojnameyê berdewam dike. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (Hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).
Hejmarên 1’ê heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hate weşandin.
Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.
Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û rewşenbîrî ya nûjen û hişyarbûna netewî ya kurdî dest pêkir.
Di vê derbarê de li Kurdistana Sûriyê jî tevî ku astengî û çav soriya rêjîma Bes a şovînî li ser gelê kurd , Lê xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine weşandin wek :
Hawar , Ronahî , Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Kurdax , Zanîn , Nasname ,Pêşverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Newroz , Deng , Stêr , Xunav , Gurzek gul , Dengê Kurdistan , Sorgul û gelek rojnameyên din.
ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û zordestan gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndan kirin û kuştin , Di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatine kuştin.
Bi helkefta 124 saliya rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî gelê xwe û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , Herwiha ez cejina hemû nivîskarên kurd pîroz dikim û hêviya min ewe ku xebat û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bimîne ronahiyek di rêya xebata rojnamevanên kurd û rojnamegeriya kurdî de.
Silav li giyanê Diktor Kamîran Bedirxan , Diktor Nûredîn Zaza , Apê Osman Sebrî , Rewşen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemreş Reşo , Diktor Izedîn Mistefa Resûl û Mamoste Cegerxwîn .
Silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê , û mamoste Selah Berwarî
Sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan
Pêşketin ji Ragihandina Kurdî re
22 / 4 / 2022
Sernivîserê Rojnameya Pêşverû
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
————-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…