REWŞA LI DAR Û ASOYÊN QONAXÊ

  Pêşgotina Deng *

Em dibînin çawa têkoşînên xurt roj bi roj li devera me bilindtir û tûjtir û gûrtir dibin di neqeba gelek haliyan de, û berê xwe didine pevketinê.. di gel vê yekê em dibînin çawa rewşa erebî li hev dikeve ji ber hevkujiya navxweyî di gelek welatan de ku ereb lê hene, çi li Asyayê (Îraq, Libnan, Felestîn, Yemen) û çi li Afriqyayê (Sûdan, Somal, Cezayir, Mexrib) ..h.d.
ji ber bandorên di navbera wan de, û pirbûna nexweşiyan ji ber mana gelek sedemên dijayetiyê, ji bo kêşe û pirsgirêkên ku ji berê de bê çare mane, û hîro  berê  xwe  didine  rêya  veteqînê di encamdana tekoşînê de li hember guhertinên navnetewî yên disekinin li dijî berjewendiyên rijêmên vê deverê û hêzên dijî guhertina demoqrat li cîhanê. Ango; naveroka têkoşîna li vê deverê bi gelemperî ew e têkoşîna di navbêna hêzên demoqrat de yên doza guhertinê dikin çimkî qezencê tê de dibînin ji haliyekî de, û hêzên ku li dijî guhertina demoqrat disekinin çimkî zirarê tê de dibînin ji haliyê din de.
   Rewş bêhtir li hev ket piştî ku biryara danêşgeha asayişê bi hijmar 1757 di bin bendê heftemîn de derket, ji bo sazkirina dadgeha navdewletîn li ser mijara kujtina serok wezîrê berê yê Libnanê, Refîq Elherîrî, û kujtinên li dû bûyî.. Wêneyê bêhtir xuyakir bi vêketina şerê di neqeba rêxistina «Fetih El- îslam» û artêşa libnanî de li kampa «Nehir Elbarid», û şerê di neqeba bizava «Hemas» û bizava «Fetih» de li Felestînê, û encamdana van şeran û bandore wan li ser civîna çarqolî ya dawîn li Şerm Elşêxê bi amadebûna serokkomarê Misirê Husnî Mubarek û qeralê Urdunê Abdulla yê duyemîn û serokê desaleta niştimanî ya Felestînî Mehmûd Ebbas û serokwezîrê Îsrayîlê Êhod Olmert. Û di gel vê yekê bilindtirbû tûjiya pestanên navdewletîn li ser herdu rijêmên desaletdar li Sûriyê û Êranê, di gel hatina hijmarine bêhtir ji hêzên navdewletîn bo deverê, û nemaze hêza YONIFEL li Libnanê, û di vê pêvajoyê de dibe ku hijmarine nû ji hêzên amerîkî berê xwe didine tengavê, zêdetirî hêzên ku berê hene li Îraqê, Qeterê, Turkiyê, Afganistanê.. ew ên ku Êranê dorpêçdikin.
   Loma , xuyadibe ku haliyê navdewletîn berê xwe dide şerê leşkerî di deverê de, nemaze li hemberî Sûriyê û Êranê, û bi şêweyekî nû – ne wek Îraqê – wek destpêkirinê bi hevdu re ji bo cudakirina herduyan (Sûriyê û Êranê) ji hev, an destpêkirin bi Sûriyê be di rêya Libnanê û Felestînê re û bi ajindeyên rojavayî û herêmî, ev jî piştî sazkirina dadgeha navdewletîn û destpêkirina karê wê.. û li hember Êranê bi lêdanine amerîkî yên dibe ku ji nişkê ve bin, an lêdanên dijî jêderên Êranê yên petrolê û cîgehên navikîn, di gel gurrkirina rewşa navxweyî ya Êranî û hilperandina opozisiona konevanî li hember rijêma olperest û nijadperest.
Li vir, û di pêvajoya hevkariya ked hêzên civaka navdewletî de sebaret bi cîgehên asteng, nemaze li devera me, aşkere xuyadibe ku tiştê li cîhanê dibe ew e berhemê rekeftina her heşt dewletên çêkirkar ên mezin di gel dewletên Yekîtiya Ewropayê û komîteya Neteweyên Yekgirtî û hêzên demoqrat û rêxistinên civaka civil ên piştgiriya mafên meriv û gelan dikin. Û xuyadibe ku karê ji bo guhertina demoqrat li cîhanê berdewame, û devera me – tê de Sûriya – jê re palawte ye.. û hemû hêzên civaka sûrî bi hemi rengên xwe yên niştimanî, konevanî yan neteweyî (Kurd, Ereb, Suryan ..) bi hemî hêzên xwe yên opozisiona konevanî ya demoqrat, baştir dibînin şêweyê aştiyane ji bo guhertina demoqrat, bi taybetî dema ku hîn piçek ji hêviyê hebe di vî şêweyî de, ev jî xuyadibe di liva dêplomasiya navdewletîn de û ya erebî û liva lijneya çarqolî ya ereb ku hate sazkirin di kongreyê serokên ereb yê dawiyê de li Riyadê (paytexta Se””””ûdiyê). Û xurtkirina hêviyê di vî şêweyî de disekine li ser amadebûna rijêma sûrî ji bo bikaranîna merc û erkên wî yên bingehîn:
– Çi di ware navdewletîn de: Danûstandina rasteqîn bi guhertinên cîhanî re, û damezrandina pireyên bawerîpêkirinê bi civaka navdewlet re, û alîkarî pê re di şerê li hemberî tirsandinê (terrorizmê) û li hember çekên wêrankirina giştî.
– Û çi di ware herêmî de: Ziyadkirin bi herdu lijneyan re, ya navdewlet û ya ereb, ji pêkanîna aştiyê di gel Îsrayilê. Û dirêjkirina destê alîkariyê ji bo bikaranîna aştiyê û asayişê li Felestînê û Libnanê û Îraqê. Û sekinandina têkeliya bi rijêma Êranê ya olperest re. Û cebirandina şikestina di dîwarê têkeliyan de bi dewletên ereb re.
– Û çi jî di warê rewşa hundir de: Devberdana rijêmê ji destxistiyên xwe yên konevanî û yên asayîşî. Û berdana azadiyên demoqrat. Û berdana girtiyên konevan. Û hilanîna biryarên nerît, Û labirina hemi dadgeh û yaseyên awarte. Û danîna destûrekî nû ji bo welatî, ku aşkere venase bi curbicuriya neteweyî û olî û konevanî, û venase bi wekheviya di navbêna hemû cureyên niştimanî de. Û danîna yaseyekê ji bo partiyan û komeleyan, û yaseyekê ji bo hilbijartinan, û yekê jî ji bo çapemeniyê.. û ew hemi li gorî daxwaz û pêşketinên serdemê bin. Û hilanîna konevaniya şovenîst li dijî milletê kurd û hemi encamên wê yên nebaş, û venasîna destûrî bi heyina gelê kurd ê ku li ser xaka xwe ya dîrokîn e wek neteweya duyemîn li welatî, û çareserkirina doza wî ya neteweyî bi rengekî demoqrat di hundirê yekîtiya welatî de.. Û di encamê de; bikaranîna bingehên avakirina dewleta mafî û yaseyê, û çespandina destpêgeha spartina aştiyane ji bo desaletê di rêya sendûqên hilbijartinê re, û jiyana konevanî ya avakirî li ser bingehên demoqrat..
   Û di îçê  têkoşînên tûj û dijîtiyan de, yên ku herêma me tê re dibihure, û welatê me – Sûriya – tê re derbasdibe di qonaxeke hestyar û pêwîst de ji jiyana xwe ya konevanî, ji hêzên niştimanî – bi hemi rengên wan – dihe xweztin ku rêzên xwe bidine ber hevdu û kar û xebata xwe li gel hev bikin, ji bo pestanbikin bi haliyê şêweyê aştiyane de, di rêya geftûgoya demoqrat re, ji bo guhertina ber bi asoyên nû yên ku li gorî serdemê tên û beşdariyê dikin di avakirina jiyaneke konevenîye serdemîn de, ya ku di hundirê wê de nînin sedemên talankirina desaletê û dewletê.. heya ku hemû bibine pişkdarên rasteqîn di welatî de, û hemû bibine serbazên dilsoz ji bo avakirina welatî, û bikaranîna hemi sedemên pêşketina wî, û hemû zaroyên wî di siha wî de bijîn  wek biran.
——–
Heger tu bixwazê tevaya vê hijmara Deng bixwînê, li vir bitikîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Pêncî û çar salan di bin desthilatdariya malbata Esed de, gelê Sûriyeyê rastî cureyên herî hovane yên sitem û binpêkirina mafên mirovan hat. Hêzên ewlehiyê destê xwe li ser welêt teng kir, rejîma malxur ku rûmeta mirovan û mafên bingehîn paşguh kir. Di van salan de, sûcên…

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…