Gotina YNRKS di bîstemîn salvegera koçkirina seydayê Tîrêj de

Mêvanên birêz: Kat û demên we ronîbin
Di bîstemîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir seydayê Tîrêj de, her wê bimîne çirayeke vîketî di dîroka wêjeya Kurdî de, ku ji xwe evan hozanvanên bi rûmet, zimanê me,wêjeya me,folklore me, serpêhatiyên me, şoreş û serwerên me , di wijdanê gelê Kurde parastin.
Hevalên hêja:

Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û
rojnamevanên Kurd li Sûriyê em ser saxiyê ji malbata seydayê nemir Tîrêj
re dixwazin, her wiha jî Xudayê berz û gewre bihuşta xwey rengîn bike
par û pişka wî, wisa seyda bi dilovaniya xwe şabike, ku timî fîxana
Bilbilê xwey dil şad li nik hewdê sorgula di bin sîka dara (Sedret
elmuntiha)de bibhîze, pêre jî  axaftina xwe bi ewî Qulingê  ku ji refê
xwe dûrketî berdewam bikê.

 

Hevalên hêja:
Wek em dizanin ku seydayê Tîrêj helbesta xwe bi rengê kilasîk di rêst, ji xwe pênasîn bi wan coreyên din wek helbesta serbest, azad, bexşane, ne dikir, ewî wek şakirtê Ehmedê Xanî û Melayê Cizerî xwe di dît.
Çar merc seydayê Tîrêj li ser nivîstokê di danîn ta ku wê wek helbestê bi nav bikê:
1-Ristin 2-Awaz 3-Qafiye  4- Naverok
Ji vêjî helbestên wî bi hesanî û xweşbûn dihatin awaz û belavkirin.

Hêjayî gotinêye ku nemir seydayê Tîrêj gelekî bi xursta welêt  ve hatibû girêdan, ta navê çiyayê Kurdistanê li her sê dîwanê xwe kirbûn
1-Xelat  2- Zozan  3- Cûdî
Bawerim ku gerek baş li her çar parçê Kurdistanê kiribû,çûbû hemî deverên pîroz ji xaka welêt, Dicle û Ferat, çiyayê Barzan, gora Mem û Zînê, Birca belek, laleş û warê Siyamend û Xecê, û geleg deverên din.

Hevalên heja:
nemir seydayê Tîrêj mezin bû, û wê mezin bimîne,şevek yan simînarek bi tenê mafê Tirêj nadiyê de, emê hewl bidin ku vekolîn û serhevdeyên dûmahî di dermafê vî lehengî de pêkbînin.
Ku ji xwe armanca me wek yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê, danehev û parastin û komkirina berhemên niviskar û helbestvanên meye, wisa jî çapkirina pirtûk û dîwanan wan di pêşerojrke nêzîk de.

Silav bo giyanê nemir seydayê Tîrêj
Spas û silavên herî germ bo beşdarbûna we mêvanên hîja.
YNRKS
26.03.2022 Essen

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…