Dîsa helbestvan Mihemed Elî Hiso

Bavê Zozanê

Eger ku helbestvanin di cîhanê de hebin ku herdû beşê jiyana xwe ya tiyorî û praktîkî bi rast û duristî bi heve girêbidin, yek ji wan bêguman wê helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso be ji ber ku birastî qurban û şadmerdîya ku di helbestên xwede di got û di nivîsand li ser qadê di rêst
û di hûnand û av dida .

Îro di şeşemîn salvegera koçkirina helbestvanê kurde Mihemed Elî Hiso min ew helbesta wî bi bîr anî, jixwe bi tîbên qeşeng û gewre li ser gora wî hatiya nivîsandin.Ku gor bi xwe li bajarê Qamilo ye rojavayî kurdistanê tara Hilêliyê.

 

Hêjaya gotinêye ku bihtirî miletê Kurdê Sûrî nifşê pêncihan li ser helbesta wî xweş pêşketî şiyar bûn û tovê netewiyê pêre hate çandin dêmek dema ku nemir Mihemed Elî Hiso ev helbest di govenda de eşkere distrand pir kêmbûn yê ku bi kurdî dikarîbûn binvîsênin ji zor û tirs û setema  desalatê ku yek ser ew zindan û binçav dikirin.
Ji xwe ev helbesta li ser di axivim di zindanê de nivîsiye ku dibêje:

    Va keça min şehîd ket
dora te hat kurê min

Wek min li jor eşkere kir ku helbestvan Mihemed.E.hiso herdû
Rexê jiyana xwe bi hevre girêdabûn ku bi rastî jî keça xwe Nalîn kire qurbana kurdistanê ku di nêv tevgera rizgariya li bakurê kurdistanê di sal 1988an de şehîd ket. Wisa jî lawê wî Lat di şer de birîn dar bû.

Timî helbestvanê nemir  Mihemed Elî Hiso serê xwe ji dijmin re ne di danî her digot:

      Ez li çiya dinerim
her bilinde serê min

Ku wek mêrxasekî paqij xwe nişanî Cîhanê dide :

    Li ser lat û zinaran
şewq didê cewherê min

Her gav û dem jî xwe wek şervanekî can sivik nîşan dide ku timî li jor û ezmanan çavdêriya dijminê xwe dike:

    Ez rengê teyrê bazim
pir tûjin awirên min

helbestvanê nemir  Mihemed Elî Hiso di 4 adara 2016an de koça dawî kir û xewna welatekî azad ser bi xwe pêre çû ezmanê bala.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...