Bi boneya bîranîna koça dawiyê yê serokê gelê Kurdistan nemir Mile Mistefa Berzanî


Ebdilmecît Şêxo

Di Pasa Çiyayê Kurmênc de

Bese!
Çavên xwe
Bi nêrîna çiyan
Û giran bêşîne !
Biwestîne!

Bi min re got:

Lê lêvên wê li rex min
Dilerizîn.
Na! Ezê binêrim
Bila dilopa dawiyê
Ji ronahiya çavên  min
Biherike!
Ezê binêrim
Û çend dilopên ronahiyê
Ji tîrêjên çavên te
Bidizim.
Pêlên porê dilbera min
Nazik ,nazik
Hevdu maç dikin
Qermîçekên  bêzariyê
Li ser ruyê wê
Weke sînora welatê min
Nîgar bûn  ….
Dîsan  bi min  re got
 Bese !
Çavên xwe bi nêrîna çiyan
Û van giran biwestîne!
Bêşîne û bese !
Na ! Na ! Na!
Ezê binêrim
Çawa Ferhad  bi evîna  xwe
Peykerek ji Şêrînê re
Li ser çiyayê Bîstunê
Çêkir
Ez jî bi nêrîna xwe
Wêna BERZANΠ  nemir
Li ser rûpelan van çiyan û giran
Ava dikim.
Hêdî
Bijangên  wê
Bi min re lîstin
Kenîn
Ez jî hîn li çiya  û Girên Kurdaxê
Temaşe dikim .

Ji berhevoka min -1-(Tu bi xwedêkê medêgrî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…