LAVELAV

Helbestvan:Atanas Delçêv
Wergrandin: Xurşîd Ilêwî

Ne tê bîra min û ne min dît!
Ma gelo salên temenê min bûrîn?
Xwedêyo!
Tu nehêle ez bimirim berî ku bijîm!
Min ji nav van girêbendan derxîne
Min, careke din, fêrî hêsaniyê bike!
Da Îna dawî ya dil bidime hevdîtina dawî.
Da bi kêfxweşiya zarokekî hest bibim; ew zarokê ku pêşîtirîn guliyên berfê bi devekî vekirî dide hev.
Ey Xwedayê gewre!
Min fêrî axaftineke sade bike
Da bê dudilî, bi hêsanî
bi zimanekî sade bi kesên sade re biaxivim
Bi herkesî re bijîm.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…