Gotar

Dîtinek ê li rastiya rêxistinên kurdistanî «2»

Rêber Hebûn

Xwedîkirina pepûkiya ramanî li cem piraniya rêxistinên qezencî makzayîyek e zordarî ye kevin e ,sîstemên bavanî berve dîrokê çêrandibûn, û ne seyr e ev tişt, ji ber ku piraniya rêxistinên kilasîk a rojhilat navînî yên di hembêza hevrista zordariyê de xwedî bûn , karibû ew hevrist têkeve nav refên wan de bi rêya stixbaratê, û giyanê valahiyê têde biafirîne û wan bihêle bibin wek qalibên mîna hev bê rewan û afirandin.

 

 ji ber vê yekê hebûna van rêxistinên vala û sist ji bona berdewamiya lawazî û parçebûnê ye, ta civak ji koçberiya deronî rizgar nebe,ewê ku rêxistina nezanîbûnê cîgir kiribû bi rêya serkotkirinê û saxkirina pergalên nexweş ew rêxistinan nikarîn tiştekî ava bikirana, lê erkên xwe timî ku bilerizînin û belav bikin heta bê dawiyê, ji ber ku bi hêsanî nikarin van şêweyên işk ji holê rabikin, ku desthilata serkotker di nav de çandibû,û bi vî rengî dibin destikek e gerentîkar ji parçebûna civakê û valakirina wê ji ronakbîran û bê guman ev tişt qumployk e li ser zanyar û civakê berve demek e dirêj û dûr û ne diyar de, û ji sedema tunebûna baweriyê di nav tof û qaşên civakê ta ew civak bibe tenê guhek e vekirî bi a ekranên medyaya reşker bike, a mirin û cengên demdirêj belav dike ji bo berdewamiya serdestkirin û serweriyê.

Ew hêzên serwer bi rêya wan tofên ên gêre û kêşe di hundirê civakê de diçînin  temenê xwe dirêj dikin û ev tişt di hundirê civakên rojhilat navîn  de bi giştî û a kurdistanî bi taybet diyar dibe.

https://www.youtube.com/watch?v=T-XDro6PK_M&t=17s

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…