Ye Reb

Elwan Şivan

Zor
ciwan nazik zirave
Kewser û zimzim û sîmave
Por libe zêrîn solave
Sibhan ji hisna te reb

  *  *  *  *  *   *    *  *   *
Rûkenê fener di shevê
Ezmîn ûberbang û heyvê
Kehniye gezo di devê
Binghe xêza te reb
*   *   *   *   *   *   *
Sohtîya dil be awire
Bejin ji mûme pencere
Ahîn ji derbe xencere
Serwer û dilovane reb
*    *   *    *    *    *    *
Dîlbere sihre evinê
Xembare derdê shevînê
Dildar û eshq û jînê
Dildarê gewreye reb
*   *   *   *   *    *    *
Name daket li pêxembere
Peyiv û gotin û xebere
Ayet evîne dîlbere
Qismet û nesîbe reb
*   *   *   *   *    *   *
Xaliqê ternal û rinde
Bûk û zave û zemawende
Peymane evîn li bende
Hêvî omîde min reb
   

*   *   *    *     *     *     *

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…