Ka em binerin bê kî bavê kurdlociya,û rêzimana Kurdî ye

Seîd Yûsif
Di nîvê sedsaliya (18)an de dema beşek ji  Rojhilatê navîn di bin desthilata Împratoriya Osmanlî de bû.
Keşeyekî Dêrek Îtalî Domînîkanî, serdana Herêma Kurdistanê  dike, weke endamekî, di nav şandeyek olî de, bo çalakiyên mizgîniya Xiristiyaniyê.
Ew kesayet dengvedaneke fireh li Ewropa yê distîne, û navê wî tê ser Zimanê hemî kesayetên rewşenbîr û nivîskar û zanistvanan û tê naskirin weke Bavê “Kurdlociya” û rêzimana Kurdî.

 

Gelo ka em binerin bê ew kesayet kî ye û ji bo çi ew nav hilgirt û deng stend?
Maurîzo Garzonî (1734-1804)
Garzonî di sala (1762) an de dighê bajarê Mûsilê, bi beşdarbûna şandeke Xiristiyanî û hevaltiya dostê wî pêşî : Dominiko Lanza.(1718-1787)an de ew bi xwe jî keşe û dîroknasekî Îtalî ye û xwedî pirtûkeke giring e bi navê “Musil di sedsala 18″an de ji weşanên çapxana Necim-Mûsil 1951.
Û dostê wî paşî yê biçûktir Giusseppe Campanile (1762-1835)an de weke oldar û dîroknas û Isnolocî tê naskirin.
Campanile jiyaneke dirêj li Mûsilê derbas dike û pirtûkeke pir giring bi navê: ” Storia della Region del Kurdistan e delle di religion ivi esistenti” li pey xwe dihêle.
Çapxaneya Napolî- Îtalya (1818)an de tê de diaxive li ser dîroka herêma Kurdistanê û olên miletên Kurdistan.
GARZONÎ : “25” salan li navçeyên Kurdistanê bi cih dibe, bi taybet Amêdiyê û Mûsil.
Di wan salên dirêj de, xwe fêrî zimanê kurdî dike, bi kûrahî, û firehbûn, ta gihîşt Asta herî bilind, ku Kitêbekê bi hêsane biweşîne bi navê : “Grammatica e vocabolario della lingua Kurda”. Bi kurdî : “Rêziman û peyvên zimanê kurdî”.
Û ferhengekê pê re belav dike ji (4500) peyvên Kurdî pêk tê li beramberî wan peyvên Îtalî ne.
Lê weke hûn dizanin ku Ehmedê Xanî yekmîn Ferheng nivîsandiye di dîroka Kurdî de bi navê “nû buhara bi Çûkan”bi zimanê Kurdî û Erebî sala (1683)an.
Û bi vî awayî û bi vî karê giring û balkêş Garzonî hêja ye ku navê “KURDLOCIYA” hilgire û bibe yekemîn kesayetiya sazimanê rêzimanê Kurdî.
Li gorî agahiyên, peydabûne ta nuha.
Lê mixabin piştî derbasbûna sed salî zimanasên Kurd dest bi karê giramêr û rêzimaniyê kirine.
Kitêba Garzonî tê weşandin ji aliyê çapxaneya bi navê “Sacra congrégazion di propaganda fide” Li Romayê- Îtalya.
Pirtûka Garzonî ji (288) Rûpelan pêk tê tê de şirove dike giramêr û rêzimanê Kurdî bi mînak û nemûneyan.
Çapa resen, ji pirtûkê parastiye, li pirtûkxaneya Zanîngeha Oxford, li London – Birîtanya yê.
Carekedin, Pirtûk, hatiye çapkirin di sala (1826)an de.
Û gelek kopî jê tên firoştin,, li bajarên mezin di wê demê de wek : Îstanbul, Bexda, û Ameda Kurdî. û ji bilî Çapek jimarî, parastiye li : Peymangeha Kurdî li Parîsê.
Hinek lêkolînas, di baweriya wan de, dîroka zimanê kurdî vedgere sedsaliya (13) an.
Lê li gorî agahiyên li ser jiyana “Ibin Wehşiye”. Dema ew li bajarê “Şam” bû, Di Qirnê (9)an de. du pirtûkên Wî tên dîtin, nivîsîne bi Zaravên Kurdî, yek ji wan li ser karê çandiniya Nibtiye, û a din li ser karê, av û avdanê ye, ew herdu kitêb tên Wergerandin bi zimanê Erebî, di destpêka sedsaliya (19)an de. Lê kiye wergêr..? ew ne diyare..!
Ji bilî herdu pirtûkan gelek  kitêbên “Ibin Wehşiye” hene…lê mixabin agahiyî kêmin yan winda ne..?
Lê hinek kesayetên din, dîroka zimanê kurdî vedgerînin, berî Zayînê, dema ku bi tîpên “MISMARΔ. dihat nivîsandin,
Anjî tê gotin, ku kevintirîn nivîsandina Kurdî, vedgeri “KITÊBA REŞ” a taybet, bo ola Êzîdî…!
Giringiya kitêba Garzonî :
Ji bilî cîgirtina pirtûkê, weke bawernameyek zanistî, û agahiyên giranbuha û Ronak… kitêba Garzonî gellek nîşanan diyar dike: Piraniya miletê Kurd di wê demê de wek Miletkî resen û kevnar di herêma xwe de dijiya.
Firehbûna Cografya Kurdistan.
Giringiya zimanê kurdî û pêdiviyên axavtinê bi zimanê Kurdî çi ji aliyê civakî yan abûrî û bazirganî.
Ji ber van girîngiyên taybet hat xuyakirin ji aliyê Garzonî ku karê wan tu sûd û amancan bicih nîn e ger ew fêrî zimanê Kurdî nebin.
Garzonî tekez kiriye di raporek xwe de û gotiye: Tev ku hemî niştecihên Xiristiyaniyên herêma Kurdistanê bi zimanê xwe yê taybet diaxivin, dinivîsin û dixwînin, lê belê bi giştî ew nikarin jiyana xwe ya rojane berdewamkin û têkiliyên xwe yên civakî û aborî, avabikin bêyî zimanê Kurdî. Her weha pirtûka Garzonî  dîsa dibêjim ew belgeyeke dîrokî ye û pênasînek bo nasnameya miletê Kurd yê resen eşkere kiriye xwedî Erd û kultûr û ziman û niştecihên herêma Kurdistanê ne ew ne Ereb ne Faris û ne jî Tirk inweke dagirkerên Kurdistanê û şofîniyên wan eşkere dikin.
Wisa tê naskirin ku Garzonî pirtûka xwe amade kir ji ber ku hîç karê wî û hevalên wî bê yî zimanê Kurdî tu berjewendiyên din nîn in.
Lê çi mebesta Garzonî be ew hêjaye ku bibe: Bavê Kurdlociya û Rêzimanê kurdî.
Mixabin çima Garzonî di dîroka Kurdî de winda ye û weke wî gelek kesayetên kurdlocî navên wan winda ne weke hevalên Garzonî, Lanza û Ciussppe  Kampanile Xwediyê pirtûka: ” Ansiyatîv û Olên Miletê Kurdistanê”.
Giring e ku navendeke Istiratîcî amade bibe, bo Lêkolîn û arşîfa kitêban û berhemên Kurdlociyan, û wergêrkirin, bi  Zimanê Kurdî.
Aştî bo Canê Garzonî, û hevalên wî.
Jêderên gotarê :
– ماوريتسيو غارزوني، صهيب  سيدا، /مدارات كرد، ٥/5/2013/.
– الأب ماوريتسيو غارزوني، رائد النحو الكردي، صحيفة روناهي، ١٧/8/2020/.
– الإيطالي غارزوني، مؤلف  أول كتاب عن اللغة الكوردية، ترجمة طارق كاريزي، گولان ميديا، ٨/2/2019.
– بحث عن اللغة الكردية wikiwiki. Com.
بواسطة محمد سليمان.
Têbînî, jêder hemî bizimanê Erebîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...