Lihevkirin havênê çareseriyê ye.

M.Emîn Sadûn – Dêrika Hemko.

Bi hêvî me, ku sala 2022 an, bibe sala pêkanîna xewn û hêviyan.
Bi omîd im, ku sala 2022 an, bibe sala çespandina serkeftinan û parastina destkeftiyan.
Her wek tê xuyakirin, ku dem pir nazik û hestiyar e, û herêm avis e bi gelek guhertin, rûdan, pêşhatî û nûhatiyan.

 

Vêca dem dema çespandina serkeftiya ye û parastina destkeftiya ye. Ji ber wê jî, îro ji her wextî bêhtir, Ji hêz û partiyên kurdî yên siyasî, û rêxistinên  civaka sivîl,  tê xwestin; ku xwe bi nakokiyên demikî û navxweyî ve  mijûl nekin û wan nakokî û hevrikiyan deynin aliyekî û li ser armancên istiratîcîk lihev bikin û lihev werin û bi hev re bixepitin û hevpeymanan jî ava bikin û ji bîr nekin deryê kewar û enbarên kîndarî û reşkirinê di civaka kurdî de daxin û li pêştê bigirin; ku armanaca sereke di vê qûnaxa metirsîdar de,
jîngeh û zemîneyeke saxlem were  avakirin, û pêre destkeftiyan qizinc bikin ji vî gelê belengaz û perîşan re, ew gelê ku ev e sedê sala ye, di bin nîrê sitem û zordariya dagîrgeran de dinale, û dem û derfet hatiye, ku sûdê  ji wan guhertin û rûdanên balkêş  bigire û di nava wan de cih bistîne, û vê carê jî ji mafê xwe yê rewa bê par û pişk nemîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…