Şevên geş

Alan Hemo

Ev çi qelebalix û galgalên pûçin, vê şevê li dor serê min
Mane em li ser soza şeveke geş bûn
Perîcanê li dilê min miqate be
Keçê dilê min eynika te ye
Tê dunyayê tê re bibînî
Gotinên reş dil tomar dike

Arşîveke giran lê bar dike

Bela şevên geş pir bin
Her wê xwîna min biçirûse
Ma ne ji şevên geş ba
Wê bedena te şîn biba !?
De here serê wî qelçê han
Û heta ba here sînga te bikşîne, û biqîre û bêje:
Şevên geş her hebin
Şevên geş ên ku memikên min bişkivandin
Ên ku çîmên min şayîk û mermerî kirin
Ên ku sal ber bi xêr kirin û xunav li newalê herikandin
Tilyên min gelkî pisporin, rêya xwe dinasin û gelek bîranînan vedikolin
Dema ez herdû lingên xwe li hev diçivînim
Wek ku careke din ji dayik dibim
Xelk bi rojbûnekê ne
Ez her şeva geş ji dayik dibim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…