Mijarên gerim

 

Ebdûlazîz Qasim

Tirkiyê û Îran, bi bernameyên cuda û bi mifawergirtin ji lawaziya rola Amerîkî- Europayî di krîza Sûriyê de, bûne du dewletên xwedan pêgehên girîng di Sûriyê de.

Piştî serhildana xelkê Sûriyê li dijî diktatoriya Be`is, rejîma Sûriyê dît ku milîsên Îranê û Hizbullah nikarin desthilatdariya wê biparêzin, lewra bi fermî daxwaza piştevaniya leşkerî ji Moskoyê xwest, û di 30`ê Îlona 2015`an de bo yekem car hêzên esmanî yên Rûsyayê dest bi oparseyonên leşkerî di Sûriyê de kir.

 

Rûsiya piştgiriya rejîma Sûriyê ne tenê li ser asta leşkerî kir, herwisa li ser asta biryarên navdewletî jî kar û xebat ji bo mana rejîmê kir û zêdetirî 9 caran vîto li encûmena ewlekariya NY ji bo berjewendiya rejîmê bikar anî, herwisa ligel Tirkiyê û Îranê hewlên cidî kir ku Astana bibe alternatîv ji “Cinêvê” re ji bo pûçkirina biryarên navdewletî yên berê derbarê çareserkirina krîza Sûriyê.
Lê niha xuya dibe ku ew hevpeymaniya sêqolî ya derbarê Sûriyê, di navbera Rûsiya û Tirkiyê û Îranê de, ber bi hilûşandinê ve diçe, bi taybetî ku nakokiyên Rûsiya û Tirkiyê li ser Idlibê hene, tevî bêdengiya Rûsiya li hember êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser leşkergehên milîsên Hizbullah û Pasdarên terorîst di nav axa Sûriyê de.

Niha nûkirina rêkevtina Bercamê û danûstandanên li Viyenê yên li ser bernameya navikiya Îranê, mijarek herî gerim ya rojevê ye, ku dibe li ser encamên danûstandinên Viyenê gelek amadekariyên nû peyda bibin, nemaze li Sûriyê û Îraqê ku pêgehek mezin ya Îranê di van herdu welatan de heye, tevî ku li gorî dîtin û xwendina piraniya çavdêr û şirovekarên siyasî ku wê ti encamekî van danûstandinên ligel rejîma Îranê nebe, nemaze ku Amerîka heta niha bi awayekî rasterast beşdarî danûstandinên Viyen nebûye û pêşmercên Îranê nehatine erêkirin.

Li hember lawaziya rola Amerîkî, herî berbiçav ku îro renge hevpeymaniyek Erebî-Îsraîl ketiye rojevê û helwestên cidî li ser zêdexwaziyên Îranê yên navikî û herwisa yên leşkerî di Sûriyê de digire, heta ku Îsraîl li hember danûstandinên Viyen helwestek cuda ji nerînên Amerîkî û dewletên Ewropî “Birêtaniya, Fransa û Almaniya” heye, û dûr nîne ku Îsraîl bi êrîşên esmanî bernameya navikiya Îranê wekî heman bernameyên navikî yên Sûriya û Îraqê ji nav bibe.

Hevpeymaniya Erebî – Îsraîlî, ku netenê hevpeymaniyek leşkarî yan aborî ye, wekî NATO û Shanghai û hevpeymaniyên din, zêdebarê ku heta derbasî mijarên olî jî dibe “ola Îbrahîmî”.

Amerîka û herwisa Îsraîl jî pêdagiriyê li ser jinavbirina bernameya navikî ya Îranê dikin, tevî ku Îsraîl bi ti awayî hebûna Îranê li Sûriyê qebûl nake, ji aliyekê din ku Tirkiyê roj bi roj dikeve di alozî û qeyranên siyasî û aborî yên mezin de, ku nayê qebûlkirin di hevpeymaniya Erebî-Îsraîlî de, tevlî têkiliyên wê yên xurt ligel Dubey û hin welatên Erebî, ji aliyek din ve ku Tirkiyê nikare bibe beşek ji hevpeymaniya deriya Spî “Fransa, Misr, Îsraîl, Qubris, Yonanîstan ..”, zêdebarê qeyrana wê ya aborî ku ber bi tunêlek tarî ve diçe.

Jinavbirina bernameya navikiya Îranê, û lawazkirina pêgeha wê li Sûriyê û Îraqê, wê bi mifayek mezin li tevaya navçeyê vegerê, û goman di wê yekê de nîne ku lawazbûna rola rejîma Îranê û herwisa dûrxistina Tirkiyê ji hevpeymanî Erebî- Îsraîlê wê bibe fakterekî girîng ji bo çareserkirina pirsa netewî ya gelê Kurd.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…