Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Konê Reş û Salihê Heydo Xelat kir

 

JI BO RAYA GIŞTÎ!
Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo şêwekarê kurd Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reşîd Sofî û Mihemed Elî Şakir xelat wergirt. Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirt.
Îsal jî di 2021ê de, çendîn ragihandina xelatê dereng ket jî lê dîsa Komîteya Kargêr a HRRKê piştî gengeşeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin.. Du şervanên ziman û dîrok, û du serkêşên gernameya hişmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2021ê; Konê Reş û Salihê Heydo ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze. Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane pêşkêşî sponserê xelata sala 2021ê karsazê kurd ê ku li Elmanyayê dijî birêz Ibrahîm Şakir dike, daxwaza serkeftin û jiyaneke xweş ji wî û malbata wî re dixwaze. Komîteya Kargêr Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).
18.11.2021 Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…