Du Gewher ji gencîneya Salihê Heydo

Idrîs Hiso

Mirov pêre nagihê ku pirtûkeke Salihê Heydo bixwîne dibhîze ku pirtûkeke din derketiye, an jî di bin çapê de ye, an jî hazir e jibo cape, dawiya gencîneya wî nayê, ku ew jî beşke ji gencîneya zargotin û filklora miletê me, Salihê Heydo ji berî bêhtir ji 40 salî mîna ku pêşberkiyê bi demê re dike û dixwaze bêrawestandin vî keltûrê devkî binvîsîne û ji windakirinê biparêze, ew bi serê xwe bûye wek komîteyeke ango peymangeheke pispor û gerok vî karî dike, tu li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bigere tu dê dewsa piyên wî li ser hemû riyan bibînî û tu li kîjan dîwanê rûnê wê zengê dengê Salih û dengê pênûsa wî li ser kaxezan ji wan dîwanan were, dema ew ji devê pîrejin û kalemêran çîrok, pêkenok, stran û pendan werdigre û dinvîsîne.

 

Dawî du gewherên gencîneya wî ku min xwendin, pirtûka Ji Bîranînên Berê bi Defter û Qelemê û pirtûka Çîrokên Balkêş ji Geşta Derwêş, di van herdu pirtûkan de Salihê Heydo behsa bûyer û serpêhatiyên ku bi wî re derbasbûne jibo me dibêje.
Ji xwe Salih bi xwe dibêje: “Ev tiştên di van herdu pirtûkan de hatine, rastiya bûyeran e, lewma ew beşekin ji bîrhatinên min, çinku bi min re qewimîne.”
Di yek ji van serpêhatiyan de, Heydo dibêje: “Ev bibû demeke dirêj ez nehatibûm malê, û dema ez hatim min ji dayika xwe re got min bêriya Kutilkan kiriye, ji min re Kutilkan çêke, dêya wî jî bikêfxweşî haziriya xwe û kutilkan dike, lê berî ku firavîna Salih jê re deyne, telîfonek ji Dêrika Hemko ji wî re tê, jê re dibêjin xweziya niha tu li vir ba, çend jinên bitemen amadene ku hemû dîrokên Koçerî yên li ser bûk û zavan ji te re bêjin, di cihêcih de Salih karê xwe dike û ji malê derdikeve û xwe dighîne Dêrikê, nema heta du salan vedigere, piştî du salan hevalekî wî telîfona mala wî dike, dêya wî bersivê dide, û dibêje ev du salin Salih nehatiye malê, hevalê Salih ji wê re dibêje bi xwedê duh Salih mêhvanê min bû, dayik ji havalê Kurê xwe re dibêje, tu biqedrê xwedê kî, heger te Salih dît bila carekê were mêvanê dêya xwe jî“.
Erê wisabû û wisaye jiyana Salihê Heydo, mal, cih û war jê re tinbû, hemîşe li pey keltûra devikî digeriya û digere, li gund û bajaran bitenê jibo van dîrok, stran û çîrokan binvîse û ji windakirinê biparêze.
Di van herdu pirtûkan de mirov dê beşek ji bîrhatinên Heydo bixwîne, bîrhatinê wî mirovî ku jiyana xwe jibo parastina zargotina Kurdmancî texankiriye, heta ku nav lê hatiye kirin DRWEŞÊ FILIKLORÊ KURDÎ, pêre jî dê di derdora 200 rûpelî de nerîneke baş li ser nerîtî û şêweyên jiyana Kurdên Rojavayê Kurdistanê û bitaybet yên Cizîrê di sedsaliya borî de nasbike, lewra ev herdu pirtûk ligel pirtûkên Salih ên din bûne jêderên herî baş derbarê mijarên zargotin û filklora Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Pirtûk vê salê 2021 ji aliyê çapxaneya Dilav li Hesekê hatine çapkirin û belavkirin.
Gewîlan 31.10.2021z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...