Bedirxanî li kû bin, Kurdayetî li wire Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan

Konê Reş

Di Ezîzê Ziyo Bedirxan di hilbijartina ku roja 22ê Oktoberê de li Alma Ataya paytextê Qazaxistanê hate kirin wekî Serokê Kurdên Qazaxistanê hate hilbijartin, ku bi navê (Berbang) têne naskirin.
Belê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek “Berbang”, roja 22ê Oktoberê li bajarê Almatê yê Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Di konferansê de Ezîzê Ziyo Bedirxan wek serokê nû yê wê yekîtiyê hat hilbijartin.
Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.

 

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya kurdan lîstiye û sala 1992an bûye yekemîn Serokê ê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê.
Piştî ku Kinyazê Îbrahîm, Serokê “Berbang”ê yê berê, ku di heman demê de Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê jî bû, wefat kir, cihê wî vala mabû.
Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Kî Ye?
Ezîzê Zîyo Bedirxan di sala 1953an de li bajarê Almatê yê Qazaxistanê hatiye dinyayê. Malbata wî sala 1944-an ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.
Xweş li bîra min e dema ku ew di sala 1992an de hat Qamişlo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û baş em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) axifîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min reseniya wî naskir ku ew ji Bedirxaniya ye.. Jixwe wek ku tê gotin; di sala 1953an de, piştî mirina Stalîn, bavê wî (Zîyo Bedirxan), ji Barzaniyê nemir dibe rêber û alîkar ta ku Barzaniyê nemir ji Taşqendê diçe Moskoyê û çav bi Xoroşov dikeve..
Dawî, wek ku rehmetiyê Hemîdê Hecî Derwêş her dem digot: “Bedirxanî li kû bin, Kurdayetî li wire..” Li gor şopandina min ji kurdên Kazaxistanê û bi taybetî yên ku li bajarê Almata ne, rola Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan di nav wan de zor mezin e, ez ji dil û can wî pîroz dikim.

Qamişlo 24/10/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…