Mihrecana Helbesta Kurdî li Essen -Almanya

Bavê Zozanê

Di 23 cotmeha sala 2021an de Yekîtiya giştî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê tevlî nûneriya Europa ya Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya Mihrecana helbesta kurdî wek her sal  li Almaniya  li darxistin.
Hêjaye gotinêye ku isal û tevlî tirsa me ji Korona cemawerekî taybet û jimarek zêde amedebûbûn ji hemî çivaka kurdî Siyasetmedar, Jin ,Rewşenbîr, Hunermend , komelên civaka sivîl ,Helbestvan ,û td.
Keça Cegerxwîn Boniya ji Siwêdê tevlî mehrecanê bû gotineke bi wate ji mêvanên Mehrecanê re pêşkêş kir , liser bavê xwe bi zelalî axivî wisa jî spasiya komîta amedekar ya YNRKS kir ku bi serfirazî ev aheng bi pêşve birin.

 

Dor 20 helbestan “Kilasîk û Nûjen” di mehrecanê de hatin xwendin û hêja Hemê bavê zêd tevlî Hunermendê xweşik İmad Kakilo mehrecan bi deng û stranên xwe xemilandin.
Ji xwe Mihrecan bi rengekî zindî di kenala Peyv t.v ê de dihate weşandin.Hêja Kawa heskalî wek her car tevlî kenala K24 mihrecana me dekoment dikir.
Spas bo herdû kenalên hêja K24 û Rudaw ku timî amadene di çalakiyên wisan de.
Hemî beşdarê mihrecanê ji layê YNRKS hatin ber biçavkirin û wek Bawername rêzgirtinê diyarî wan bû.
Mihrecan bi govenda kurdî li ber denkê Kakilo hate bi dawî kirin.
Xwarineke taybet jî bo mêvanan hate pêşgêşkirin.
Gotina min di Mihrecana helbesta kurdî de
Mêvanên delal: kat û demên we ronîbin
Berî her tiştî hatina we cihê ser firaziya me ye .Em wek Yekîtiya giştî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê wisa jî nûnertiya Europa ya Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya bi dilekî coş û sîngek fireh em we tevan hembêz dikin.
Hevalên hêja:
Ji xwe em zanin ku îro Mihrecana helbesta kurdîye di salvegera 37an de ya koçkirina helbestvanê nemir Cegerxwîn e.
Wisa em tev dizanin ka helbest çiye?
Vêce dive em şaş neçin ku tenê helbest rêzkirina peyvaye yan jî tenê lihevhatina dawiya hevokaye yan jî gêra gotin û tevlîhevkirina wêna ye.
Na hevalno helbest ne eve,ligorî nerîna min  helbest ew gotina xweşe  ku ji dil derdikeve û dikeve dil de,
Hêjano: Jiyan çilo bi hemî alav û şêweyên xwe ve di herike bi pêşve diçe nasekine ta cil û berg û xwarin û hemî pêdiviyên jiyanê wisa jî helbest xwe nûdike di hemî qunaxên ku têve derbas dibe.Ji xwe ji kilasîk dest pê dike û ta hemî cûreyên ku îro li ber destê mene,wek helbesta Azad ya bexşane ya serbest û ta ya hayko jî.
Amedebûyên bi rûmet:
Dixwazim bêjim ku her cûreyek yan her celebek yan her rengek ji yên helbestê,rengên din tuna nakê,her yek ji van rengan cî û nirxê wanî taybet heye tevlî ku siya helbesta kilasîk hino hino dibînim ku dirêj dibe.
Lê wek min got şert û mercên jiyanê merov ber bi sivikbûnê ve dehf dide,belkî ber bi lez û bezêve jî.
Vêca dikim bêjim xeşbûna helbestê ne tenê di qafiya wêde ye loma kîma eza Cegerxwîn hîn zimîna wê li ber guhê meye û her û her wê bi mîne wisa jî wê guhê dijmin k”er bikê.
Dost û hevalên hêja:
Naxwazim dûr û kûr dîroka helbestê vekolim lê dikarim bêjim ku dîroka helbesta nûjen bi kêmayî li Kurdistana Sûriyê bi nemir Qedrî Can re dest pê dike.
Wisa jî li Kurdistana başûr hêja Şêrko Bêkes bi xweşî û hesanî helbesta xwe dihûna û dirêse bê gotinên hişk û zor û giran,ma ka çi ji vê ristê şêrîntir heye(( ti Se”et naz û sipehîtir di destê xwede min nedîtin pêvî ya Dêya min ku bi geza xwe li ser  destê min çêdikir))
Wisa jî Gula Sor  ya hêja Qedrî Can ku bi awakî nerm helbesta xwe rêstiya bê cirîd û kefteleft û westandin.Ji xwe hunermendê hêja Ciwan Haco bi awaz û dengê xwe  strandiye(( Gula Sor hilbû jor bîn da dor))
Mêvanên delal:
Hêjaye gotinê ye ku Hozan rengê herî kevnare di dîroka afrandinê de ku berya hezarên salan dest bi nivîsandina helbestê hatiye kirin ku timî maye wek simbola berdewankirina ziman dijî hemî şer û cengên dijwar ku hemî cîranên hawîrdor,hemî netewên deverê çi Tirk çi Faris û çi Areb ku hemiyan bi her awayî dixwestin netewa Kurdî di nêv xwede bi helînin.
Loma çapkirina pirtûkan tewanekî herî mezin bû wisa jî li tevahiya welat qedexe kirbûn.
Vêce hozanvanên me û ser serê wan Cegerxwîn ku wek şahekî konê xwe li der taca helbesta kurdî ya Sûrî ji qunaxa bîstan ve û ta koçkirina wî di 22.10.1984an de vedabû tevlî hemî zor û setem û astengên siyasî,civakî pêvî perîşan û belengaziyê,ziman û folklor bi saya serê helbesta xwey şêrîn diparast.
Helbestvanên xuşewist:
Derya helbestê bêguman bê binîye hewqasî li melevaniya xwe têde ez ne ewle me ,ditirsim ku li ber pêlên wê herim,êdî noqbûn têde ta vêdê bese.
Silav bo we tevan
Silav bo nemir Cegerxwîn
Silav bo helbestê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…