Ji bo bîranîn a 37 saliya bavê min (Cegerxwîn )

Boniye-Suad Cegerxwîn

Kurtenameyek ji bavê min re

Bavê minî  rêzdar û dilovan
Ev e 37 salin ku te ji nav me barkiriye. Ji me bi dûr ketiye.
37 sal dengê te ne hatiye guhê min û te bang li min nekiriye , te negotiye (Beniya min) ka were.
bawerke bavo

 

  hîna  bêhn û gulava axaftinên  te di nava  hestên min de dîlaneke bê hempa dikin .
Hîna  tîrêjên ronahiya      çavên te di hembêza çavên min de cî digrin, têdanê bi min didin ku ez bi hêviyan re bijîm û bawer bikim ku hîna wê rojên xweş bên!
Belê ew  min handan dikin ku ez rêça te qet bernedim û bi heman coş berdewam bikm  .
Ev e 37 sal derbasbûne û hîn a ez wek zarokeke  şîrmij ku li sînga diya xwe digere , li hembêza te digerim da ez di germiya hestên te de  bi aramî û bi asa xwe vehesînim  û  azariyên xwe li ser sînga te vala bikim
Belê bavo îro bêhtir ji hemû rojan ez li te digerim
Bi coş bêrya te dikim
Dixwazim te bibînin
Weke berê  rasên xwe tevî ji te re bêjim da tu şîretan li min bikî.
Çiqas ew roj xweş bûn, min xwe li te delalî dikir , min xwe dixeyidand ,
Min dixwest bala te bikşînim da tu gazî min bikî , min hembêz bikî , min razî bikî
Ez ji te qet têr nebûme Bavê delal
Ev e 37 salin ku ronahî ji
malên me vemiriye, xweşî û şahî ji me bi dûr çûne û hîna ez li bende te me kû tê jiyana me bi ronî bikî û şahiyê li dilê me vegerênî.
Belê bavo hîna ez li bende te me ku tê wan xêzên ku te bi xwîna xwe nivîsandibûn berhev bikî da tu  sermiyanê me dewlemendtir bikî û
Tabloyên nû  ji hestên xwe ji wêjeya kurdî re eragîş bikî û bi serfirazî  pêşkêşî gelê Kurd bikî.
Belê, ewqas sal derbasbûne û hîna bobelatên mezin bi ser gelê me de tên û tên û li her derî rûdidin.
Hîna rewşa Kurdistana me  weke berê  ye û dijwartir e jî
Nakokiyên nav gelê me de bêhtir bûne
Her roj bûyerên ne xweş li aliyekî welatê me çê dibin.
Tu zanî bavo hîna  Efrîn a me ya delal birîndar e  di nav pencên gurê har de dinal e
Hîna Serê Kaniyê û Girê Sipî di nav lepên dijmin de dinalin û kes bi hana wan jî nayê!
Ez çi ji te re bêjim bavê delal
Gelek bûyer çêbûn e lê bi rastî  ez naxwazim ji te re tevan bêjim!
Ez naxwazim dilê te bêhtir biêşînim
Berjewendiya dewletên mezin ne bi me re ye , em mane bi tena xwe
Nizanin wê dawiya me çi be!
Belê bavo sal derbas dibin û hîna  rêxistin û saziyên me weke xwe ne û  rewşa wan  xerabtir dibe.
Yekîtî ne ma  ji kesî re armanc e.
Her kes dibêje:ji cem min destpêdike.
Bi rastî rewşa me gelekî ne xweş e.
Tu zanî ku hîna  helbesta kurdî jî sêwî   û winda ye , bê sazî û bê ware.
Belê bavo  divê  ez vê yekê ji te re bi rastî bêjim û eşkere bikim
Bendewariya  me jî pir dirêj kiriye!
Belê  37 sal li ser çûna te derbasbûne û hîn a ez dibêjim tê li me vegerî!
Xuyaye ku ez gelekî di nav xeyalan de dijîm!  Ez zanim tu nema vedgerî, lê  çima hêviya min  wilo heye!
Ez jî nizanim!
Li dawî ez dixwazim ji te re bêjim ku ez hîn a  li ser soza xwe me.
Ew soza ku min bi te re dabû
û her sal jî ez vê sozê  ji te  re nû dikim û dibêjim ku ez ti carî rêça te bernadim,ezê li ser bîr û bawerîyên ku te ez pê mezinkirime berdewam bim
Azadî û serxwebûna Kurdistanê ti carî jibîrnakim.
Bi asa û aramî razê û zanibe ku Kurdistan di dilê me de ye
Em ti carî doza xwe bernadin
Tu jî , di dilê gelê Kurd de her û her dijî !
Silav li giyanê te yê pakrewan be!
Silav li kar û xebata te ya bê sînor be!
Silavên giranbuha ji te re ji hevalan teva  heye!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...