Konê Reş û Pirtûka (Gernameya Min: Geşt û Serdan)

   Ev pirtûka Konê Reş bi navê (Gernameya Min: Geşt û Serdan), di nav weşanên Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamişlo hatiye çapkirin. Konê Reş di vê pirtûkê de hin ji geştên xwe; çûn û beşdariyên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê, di warê çand û hunera Kurdî de bi firehî nivîsandine û şirove kirine; çima çûye? Kî dîtiye û çi kiriye.. Mijarên vê pirtûka wî, li dor zîlana ziman, wêje û rewşenbîriya Kurdî dizîvire..  Naverok jî ev e:
1 – 20 rojên Hêja li Beyrûtê, 2 – Çûna Kurdistanê (Soran): I – Festîvala Rewşenbîriya Soran II – Festîvala Îhsan Nûrî Paşa li Duhokê III – Serdana Şêxan û Lalişa Nûranî, 3 – Çûna Batmanê, Festîvala Cegerxwîn 1/2,

 

4 – Çûna Wan û Miksê (Festîvala Feqîyê Teyran), 5 – Çûna Mêrdînê, 6 – Festîvala Çand û Hunerê û Geştek di Nav Baxên Cizîra Botan de, 7 – Çûna Brukselê ji bo wêjeya Kurdî, 8 – Çûna Muzexaneya Niştimanî li Hewlêr, 9 – Çûna Kurdistanê 1979 û Festîvala Bedirxaniyan/ 2006, 10 – Çûna Zankoya Zaxo û Hewlêr 2019, 11 – Çûna Kobanî û Sê rojên bê bêhinvedan di pêşangeha pirtûkan de, 12 – 7`mîn Filmefestîvala Duhokê, 13 – Kongireyê 8an a PENa Kurd li Amedê, 14 – Festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê 2008.
Konê Reş di pêşgotinê de wiha gotiye: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Geştê, min jî xwest ku ez van çend gerên xwe an geştên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re berhev bikim..). Ev pirtûka Konê Reş germane ye, wek ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature).
Mamoste Hejar Îbrahîm jî, di pêşgotna vê berhema min de wiha gotiye: (Konê Reş; torevan be, lêkolîner be û berî her tiştî aşiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Reş ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xweş diyar û belû ye, di gerên wî/ an geştên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek geşta wî a 20 rojan li Beyrûtê.. Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Reş bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xweş dîdevan e ji pesnê wî re û xweş nimûne ye ji toreya geştê re di nav kurdan de.).
Pirtûk ji 250 rûpelan pêk tê, di nav weşanên Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamişlo hat çapkirin/ 2021.
Hêjaye gotinê ku mamoste Hejar Îbrahîm yê ku pêşgotin jê re nivîsandiye, ew Mamosteyê roman û pexşana toreyî ye, di zanîngeha Ferat de, beşê zimanê Fransî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…