Çima Bejna mîr û bedirxaniyan bilinde

Mûsa zaxuranî

Nivîskar û rewşenbîrê ji xwe razî Ferhad Şakelî. Bibûre ku ez bi dengekî bilind bîjim: bejna mîrê zimanê kurdî û malbata wî bilnde, ne tîrê darikî û yê hesinî nikarin ava wan girikin. Lewra em kurd hîna jivînê ziman û rêziman û zanînê, li ber siha wa girêdidin, û wênê birca belek û dibistana sor, û xweyibûn, û dîrokê, û …
bi nazî di ber çavê xwere dibin û tînin, û dizanin ku em berê dermanca xwe bidin paşeroja xwe ) ماضي  ( wê pêşeroja me û ayinda me, berê topê xwe bide me ( resûl hemzatof ). Pêwîste ku mirov li gor xwe bavêje, ji bo nekeve tu çalan, ji ku xwedê tenê dizane çi dibinê çalande heye…
Li ser pirsên silîvanî kirine, weke, bi çi mafî wezaretê hiştiye li bedirxaniyan werin gotin?. Kî ber pirse? Kê rê xweşkirye? Kî vî mafî didêt? Kî û kî?? Karwanek pirsin wê di asîmanê mejiyê mede bifirin. Lê çendî ew bifirin dawî, her wê li ser banekî, cihekî, navekî, sedemekî, deynin. Û wê hin berî hina bibînin. Û dibe ku hêja Hesen silêvanî, berî me bibîne, çimkî ew ji wan pirsa nêzîktire, û ez bi xwe jî wek silîvanî, nizanim ev çi giriye li wî kultûrî, û li ser tîpên Erebî. Ez xweş dizanim ku desmal û igal bi Şal û Şap nakevin. ” tev rêzdariya me ji desmal û igalê re “.
Lê tîpên Erebî bi taybetya zimanê kurdî nakevin. Sedem pir û berçavin. Û li ser banandina zimanê me li tîpên Erebî biwêrek anî bîra min ew jî eve: di sala 2004 an de ez bi girûpekî mezinre çûme ser dana mezarê nemiran, pirên ji me ji birayên mey Erebûn. Ez dikêleka hêja Dr. Selah Seidela danîştibûm, min jê xwest rê ji minre veke de ez helbestke xwe di pesnê berzaniyê nemir de bixwînim, camêr rê vekir û min helbest xwend. Biraderekî Ereb diser minre şipê bû û li pelika min dinêrî, dawî hat ez pîroz kirim û gote min: bi rastî helbesta te zor zor xweşe lê tenê yek kêmasî têde hebû, pêre pêre min jê xwest ku kêmasiya helbestê bêje, ji ber ku bi rêde digotnê dektor, bawer bûm wê rexna dektor wê helbesta min çêtir bike. Zimanê xwe bir û anî bi fedî, ji min re got: ma qey tu ne kurdê sûryayê. Min lê vegerand: belê ezbenî, wî dîsan pirsek din kir: bibûre ma win ne misilmanin. Min bilez vegerand: belê çawa misilmanin. Wê çaxê riwê wî vebû û fedî hilanî û got: wextê ku hûn misilmanin, çima te helbesta xwe bi latînî nivisî bû. Birastî gûmanek xweş di serê minde ava bû, ku detorê me ji dervî dîrokê dijî. Lewra min xwest, pêre dirêj nekim, min lê vegerand: na na em bi Erebî di nûsin, lê carikna em pênûsa xwe xwar dikin û guneh kardikin, dema em bi latînî dinvîsînin?!!..
Di eynê deqê de hate bîra min gotina pêşiyên me ku camêra hindik hindik em gihandin gundik, bi awayî û bi vî kultûrî.
Ez dixazim bêjim nivîskarê me Ferhad Şakilî, ku em kevira li kaboka xwe nadin. Û li kaboka kesî jî nedin, lê emê her û her bidin ser şopa karwaniyê rastiyê û lehenga û dîrokê û pesindarê dilsozê welat û miletê xwe bin bê mirov Şofînî be, û emê helbestin ji ya ku wê werê xweş tir, nazik tir, bilin tir, li ser mîrê zimanê xwe, mîrê neh zimana, mîrê botan, bihûnin û diyarî hêja hesen silîvanî bikin.
Segvan

Segvanê tîp û ziman û koviya
Zanîn û dîrok dizanin tu kiya
Kehniya zanîn û kar û hêviya
Tu wî mîrê nêçîrvan û xwîniya
Ez bi gorî tu wî bavê qenciya
Te Şama şêrîn hejand ji ser û bin
Hîn civatê zanebûnê te divin
Va civînê kurdistanê te divin
Şam bilind bûye bi wê gorna bilin
Di şeva Şamê de ew gor bûye find
Tu wî mivanê lehigê vî gelî
Zêr li ber navê te bûye wek xwelî
Kehniyê zanînê ew çavê tene
Dîtina te dide zanîn mîr hene
Heyv dibêje celadet mîrê mine
Li ber wî navî zimanê me kine
Tu hebest nînin ku têra te bikin
Tu qencî nînin te jibîra bikin
Te li cîhanê sîh û yek kur hene
Tîpên kurdî ne hemî lawê tene
Çi bi nûsim ez li mîrê ziman
Hiş û wextê xwe hemî da niştiman
Mîrê kovar û biwêrê zor giran
Pir sipasin kurd bi va tîpên ciwan
Pir li ser wan destan bûne xwendevan
Herbijî mîrê me kurda herbijî
Herbijî malbat û dîroka we jî
Ji bilî tîpê te guhnadim kesî

Qamişlo

1/7/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…