Dinanê Tirsê ya (Tirsa bê diran)

Dr. Zara Brahîm

Eger em deriyê pirtûkxana wêjeya kurdî vekin, li rojavayê Kurdistanê, em Karin navê nivîskarên romanê û berhemên wan li ser tiliya bijmêrin. Çîrokên gelerî, danhevên kelepurî û çîroka kin baş li nik me peyda dibe, ji xwe gotin nayê ser helbestê û helbestvanan û pirbûna wan di wêjeya kurdî de
çiku her kesekî ku hînî zimanê kurdî dibe, di cî de helbesta rêz dike, eger wî dawiya gotina weke hev derxist, ji xwe wê navê (helbesta kilasîk) lêbike. Lê eger pêre neçû serî û fam nekir, wê navê (helbesta nûjen) lêbike, da êdî kes wî rexne nekê û karibe xwe bêtir winda bike dinav mij û morana (nûjeniyê) de. Loma pirseke giring xwe tênê ziman di vî warî de, ku em bi rastî vegerne xwendinê berî ku em bikevine van tevlîheviya de, da ku em karibin astê rewşebîriya kurdî bilind bikin.
Roman bi zimanê kurdî gelek kêm hatine nivîsandin, loma çi berhemên di vî warî de tên weşandin cihê sipasiyê ne. Navê nivîskar Helîm Yûsif, bi xurtî cî girtiye di beşê wêjeyê de, çi çîrok yan jî roman û berhemê wînî dawî romana bi navê(tirsa bê diran) bû, di sala 2006an de hatiye weşandin. Roman bi zimanekî kurdî( kurmancî) hesanî û xweş hatiye nivîsandin, wêneyeke rastî ji rewşa hundirê welat di romanê de hatiye xuyanîkirin, bi xeyaleke romansazî hatiye hûnandin û ew wêneya tirsê di rûyê xeyala wî kesê ku hergav dev ji Mûsa nediberda û dawî wêneya wî bixwe bû, vê xeyalê bêtir teybetmendî da romanê. Bûyerên romanê li bajarê Qamişlo pêktên, lê gava mirov naveroka wê dixwêne, bala wî diçe bajarê Amûdê. Li vir, em karin bêjin ku nivîskar nikarîbû kirasê amûdiyan jixwe bike, çi ji aliyê lehengên romanê ve û çi ji aliyê peyvên wan ve be, loma wî bi xeyaleke xweş û hesanî bûyerên Amûdê, yên 12adarê nivîsandibûn, lê bi wê serbestiyê  nikarîbû wêneya bûyerên Qamişlo rêz bike li ser rûpelan. Di vir de bandora cî û dîtinê  tê xuyanîkirin.
Mûsa lehengê serekî yê romanê ye, ji nifşê wê 30 saliya tirsê ye, weke geleke din ji xeynî wî ve, bandora îdyolojî û perwerdeya yekreng ji destpêkê ta dawiya romanê tê xuyakirin, Mûsa mamostê dîrokê ye li dibistanê, tirs di hinavê wî de ye ji destpêka zaroktiya wî ta dawiya romanê, hîn gava ku wî û  hevalên xwe teriyên kera jêdikirin û çaxê xwendinê jî û peyre gava ku mamoste bû. Ew di hevdijayetiyek sîkolojî de dijiya di bîr û ramanê xwe de û her û her tirsê nava wî ne diberda. Serhildan radibe, xelk dîwarê tirsê dihilweşînin, lê dîse jî ew tirs pêre ye, şaxek ji yên ewlekariyê wî doz dikin  lê wî naxin zindanê, tevlî ku bi hezaran mirov hatin girtin. Piştî wêre ew berê xwe didê ewropa rojhilat da ku bazbidê beşê rojava, lê li wan welatan jî tirs pêre dimêne. Piştî ku li dervey welat bicih dibê û di rewşek serbest û azad de dijî, lê nikarê xwe ji sehwa tirsê xelas bike. Jiyaneke nû dûrî muxaberata û faktorên tirsê, naskirina pîrekan û dîtina xweşiyê, lê her û her Mûsa di tirsa xwe de bû, Hin hevalên wî yên Kevin li wan devera jî dîtin û ji bilî wan gelek din jî, lê wî nikarî bû xwe ji nav lepê tirsê derxê û wilo berdewam dike ta dawiya romanê.
Nivîskar ji mere tirs daye nasîn weke(nexweşiya penceşêrê) nexweşiyek bêçare û bêderman, gava xwe diberde canê mirovan, û her kes biwê nesaxiyê ketiye, tevlî ku du raperînên mezin pêkhatin û kurdan bi canfidayî û xwîna şehîdên pakrewan qelenê van serhildana danî û rûpelekî nû ji parçê Kurdistana Sûriyê re bi xêzên sitûr hat nivîsandin. Di vê xalê de bandora mercê dîtinê pêknehatiye, çiku nivîskar ne dinav bûyera de bû, tenê ew tişta ku bihîstibû û jêre hatibû gotin. Eva ha diyare, ji ber ku serpêhatiyên dema ku ew li Sûrî bû, xweşik li ser wan sekiniye, nemaze salên zaroktî û pey wêre jî rewşa xwendinê li dibistan û zanîngihan, tirsa ji polis û hêzên ewlekariyê, wêneyê bîr û ramanê basî û erebkirinê, ta ku ew dighijê serhildana 12 avdarê. Serhildan bixwe mêraniyeke mezin û bêhempe bû, bêminetî bû ji rexê miletê kurd ve loma kesek nikarê bi tena xwe bêjê ku ew  tenê leheng bû, ji ber ku gelê kurd tev pêrabû, ew dîwarê tirsê hêrivî, zarok û mezin, xort û qîz û çi kesê kurd beşdarbû divê serhildanê de, comerdiyeke bêsînor ji rexê miletê kurd ve çêbû, tu rojan mirov bawer nedikir ku wê rojeke bivî rengî ku kurd hemû yekbûn û yekdestbûn li dijî desthilatdaran. Çiqasî em li ser vê serhildanê bi axivin, emê nikaribin mafê wê bidnê, çikû weke xewnekê bû, lê bû rastiyek û bi destê millet hemiyan çêbû, û tev jî leheng û gernas bûn.
Li vir em lêburînê ji birader Helîm dixwazin, ji ber ku wî di romanê de ev wene neda xuyanîkirin, û her û her ew tirs bû ku biherkesî  re dima, piştî ku serhildanê jî hîn ew tirs berdewam bû û eva han di kesayetiya lehengên romanê de hate xuyakirin ku pirê wan çûn dervey welat.
Miletê kurd ku cara yekemîn bû perda tirsê çirand, pêşî gava ku girtiyên kurd hatin berdan ji zindanê û çalakiyên libin konê wan, peyre serhildana 12 avdarê ya pîroz, piştî wêre bûyera Şêx Maşûq û kuştina wî, dîse jî kurdan kêmasî nekir. Meşeke mezin lidarket li bajarê Qamişlo berî kuştinê, ji xwe gava termê wî anîn, millet sax li kolana bû û Qamişlo wê rojê hate hejandin, peyre meşeke din pêkhat û bi hezaran kurd beşdarbûn û li vir divê em wê mêraniya pîrekên kurdan jibîr nekin li dijî hêz û eskerên rêjîmê, tevlî ku gelek ji wan keç û pîrekan birîndar jî bûn, lê çavên wan ji kesî neşikestin û her û her û ta roja îro jî di hemû çalakiyan de beşdarin û yan dawî ji wan  ew sêsaliya serhildanê bû.
Kurdan dîrokeke nû ji xwere nivîsandin ji dema serhildanê û vir de û êdî ew tirsa ku hin mirov têde ne, şikest û nema divegere û ev tişta han roj biroj bêtir xuya dike û diyare.
Em karin bêjin ku dîtin û bihîstin tucarî nabin wekhev. Erê mirov digot ma gelo wê rojek halo were!! Ew roj hat û tevahiya millet pêrabû, pirsa kurdî hişkere û bi xurtî cî girt ku bêçareserkirin ji vê pirsê re, pêvejoiya guhertin û demokrasiyê naçê serî û tişta mayî dimîne ser bizava kurdî ku karibê vî miletê comerd lidor xwe bide hev û yekîtiya wan xurt bike.
Li dawî em karin bêjin ku roman xweş hatiye nivîsandin û bi xeyalek romansazî xurt, tevlî ku hin têbîniyên me li ser hebûn, nemaze di aliyê mezinkirina Sîndroma (tirsê) de, ji ber ku êdî em karin bêjin ku dinanê tirsê ji qurim hatin rakirin di van salên dawî de û ew pesindan bi wî rengê ku di romanê de hatiye, nelayiqê mêrxasiya serhildanê bû, lê ji nirxê wê romansazî kêm nabe û ev berhem pirtûkxana romana kurdî zengîn dike û em bihêvî ne ku di paşerojê de hîn bêtir hebe.
——
Jêder: kovara Helez

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…