Navtarek bi Navê Hervîn Xelef li Bajarê Lionê

Konê Reş

Doh, 21/9/2021, di Roja Cîhanî ya Aştiyê de, şaredariya bajarê Lionê a 7an, navtarek di orta bajar de bi navê (Hervîn Xelef), bi nav kir.. Di rêûresmên binavkirinê de Dr. Kendal Nezan serokê Enistîtuya Kurdî li Parîsê û gelek kurdên ku jiyana xwe li Fransayê derbas dikin, amede bibûn.. Hervîn Xelef (1984-2019), seroka Partiya Sûriya Pêşerojê bû.. Ew di roja 9/10/2091an de, li ser rêka M4 bi destên hêzên tarî, bi rengekî hovane hat kuştin.. Berî 16 rojan mamoste Hussein Cheikhi ji bajarê Lionê çîroka navkirina navtarekê di roja Aşîtiya Cîhanê de, li bajarê Lionî, bi navê Hervîn Xelef ji min re got û ji min xwest ku ez gotinekê derbarî Hervîn Xelef û rola jina kurd di civaka kurdî ji wan re binivîsim..

 

Min jî ev gotina xwarê nivîsand û jê re şand:
(Xweş e ku di rêka (Hervîn Xelef) re karibim hin ronahiyê berdim dor rola jin Kurd. Hervîn Xelef ev jina kurd, ya ku xebat û bizav di ber xweşiya gelê xwe û xelkên herêma xwe de dikir û di encam de bi rengekî hovane ji rex terorîstan ve hat kuştin.. Roja îro navê wê di huş û bîra xelkên wê de hatiye tomar kirine û navê wê li zarokên xwe dikin.. Belê berî ku ez derbasî mijarê bibin, hêjaye panorameke dîrokî li dor rewşa jina Kurd di ber çavan re derbas bikim, ev civaka ku Hevrîn berdewamiya wê ye.
Ji destpêka çerxê 20an û vir de, navê hin jinên kurd di nav tevger û civaka kurdî de hatiye diyar kirin, ewên ku li kêleka mêrê kurd sekinîne û pê re beşdarî di pêşketina civaka xwe de kirine, çi di warê têkoşîn û berxwedanê de û çi di warê rewşenbîriya civakî de.
Di sala 1908an de, piştî mirina Îbrahîm Paşayê Milî, jina wî (Xensa Paşa), şûna mêrê xwe girtiye û bi kar û barê hoza Milan ve rabûye.. Di sala 1920an de, keç û jinên Bedirxaniyan komeleyeke jinan ji bo mafê jinan yê windayî li Stenbolê ava kirine.. Di sala 1919-1921ê de (Zerîfa Xanim), di şerê Qoçgîrê/ Dersimê de li kêleka mêrê xwe (Elî Şêr) berxwedanek bê hempa kiriye ta ku serê wê jî, bi mêrê wê re hatiye jêkirin.. Di nîvê çerxê 20an de (Hefse Xanim Neqîb), nav û dengekî bilind di Başûrî Kurdisanê de daye û wek pêşewaya bajarê Silêmaniyê hatiye naskirin; hem bi çalakiyên xwe di ber mafê jina kurd de û hem bi bervedêriya xwe di ber gelê kurd de. Mala wê li Silêmaniyê wek dibistanekê bû ji jinên kurd re û çendî car wê hawar û gaziya kurdan digîhand Ewrûpa û ew bû ya ku Komara Demokrat li Mehabadê pîroz kir..
Di serhildana Sasonê 1925-1936an de jî, rola jina kurd berz bû. Di wê berxwedanê de navê van herdu jinên kurd (Reqiya Xanim û Zariya Xanim), bi mêraniya xwe li kêleka şervanan hatiye naskirin.. Di salên 1927-1930î de jî, navê (Yaşar Xanim), kebaniya qehremanê kurd Îhsan Nûrî Paşa di nav gel de bi mêranî hatiye belav kirin û bi saya wê gelek jinên hoza Celaliyan beşdarî di şerê Romê de kirine.. Di sala 1946an de, (Mîna Xanim Qazî), kebaniya Pêşewa Qazî Mihemed roleke berz di şiyarbûna jinên Mehabadê de lîstiye, hem jî qencî jê re ye ku wê bingehê Yekîtiya Afretên Komara Demokrat li Mehabadê danî ye. Ji sala 1932an û virde, Mîrzade Rewşen Bedirxan rolek berz di şiyarbûna hestê netewî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi Kurdiya latînî nivîsandiye û alîkariya pismanê xwe Mîr Celadet Bedirxan di weşana herdû kovarên wî Hawar û Ronahî de dikir.. Nimûne pirrin; Leyla Qasim ya ku di sala 1974an de ji bo fêrkirina zimanê Kurdî hat bidarvekirin, Leyla Zana ya ku gelek sal di zindana Diyarbekirê de derbas kirin, Arîn Mîrkan ya ku xwe di nav terorîstên Daişiyan peqand û bi sedan keç û jinên me wek wan xwîna xwe di ber azadî û serbestiyê de rijandine..
Erê.. jina kurd bi mêrê kurd rolek berçav lîstiye. Belê ji ber gelek sedeman ve, navê wê di tariyê de maye, hêj ew ronahiya pêdivî nehatiye berdan ser kar û xebatên wê..
Bêguman Hervîn Xelef jî, berdewamiya wan jinên kurd bû.. wê jî têkoşîneke bê hempa di ber pêşketina civaka xwe de dikir.. Berxwedan û armanca wê ku civaka wê di aramî, tenahî û pêşketinê de derbas bibe.. Lê sed mixabin, ewên ku ji ronahiyê bitirsin û dijî pêşketina mirovahiyê kar dikin, ew di roka 9/10/2019an de, li rêka 4M, bi hovîtî û rengekî wehşiyet kuştin.! Rê nedan vê jina ciwan, nazik, mirovhez û xêrxwaz ku ji ronahiyê re bilîlîne.. Ronahî temirandin..!
Qamişlo 22/9/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…