nerîna mamosta Ismaîl omer û mamosta Nisrîn Têlo li ser rojnemegeriya kurdî

Di berdewamiya wan hevpeyvînên ku Girûpa dêrik ya çanda kurdî kirine bi çend siyasetmedar û nivîskarên beşdarî di ahinga gundê Elî Bedranê bi helkefta roja rojnemegeriya kurdî kiribûn. hûn û van herdû nerînan:

Nêrîna mamosta Ismail Omer
Serokê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ( Yekîtî)
– rojnamegeriya kurdî nikarê bi dewrekî bi lehîzê ji ber tengaya çê dibê, desthilatdariya Sûriyê tengayê dikê û destên xwe li qirika xelkê dijdînê û herweha destên xwe li qirika gotinê jî dijdînê . ew azadî ji bo peyvê tuneye, serbestî ji bûna derbirrînê tuneye . rojnamegeriya kurdî ew jî alozî û astengên wê girêdayîne bi aloziyên dîmograsiyetê bigiştî di hundirê welêt de, wê bi rola xwe ranebê û cihê xwe negirê ta ku berxwedan û xebata dîmoqrasî pêşnekevê di Sûriyê de
Tişta ku mirov hêvî dike, ewe ku rojnamegeriya kurdî û kesên ku têde di xebitin û kardikin, ku karibin bi rengekî rast û durist êşa miletê me derbirrin, hevrikî û nakokiyên kesayetî nemînin û wan ji navbirê rakin . karibin deng û rengekê pak û xweşik li ser rewşa miletê me, li ser doza miletê me, li ser pêşeroj û hêviyên miletê me bidin û bigihînin xelkê .

Nêrîn mamosta Nisrîn Têlo

pêşî pirr xweşe ku em aniha şahiyê bi roja rojnamegeriya kurdî dikin, pir tiştekî baş û hêja ye wilo, lê ev tişt ne meselake ku em bes çalakiyekî bi vî rengî bikin , divê em bi cediyet li ser mesela rojnamegeriyê rawestin û lê binêrin . wek çê…. em hineka, xortin wilo xwe valebikin ji vî karî re û pê rabin, ji bo xatirê Govarên me yan Belavokên me bi rengekî rêk û pêk derkevin, yan tiştên ku em bi xwazin bi nivîsînin bi rengekî berdewam derkevin, rojane bin, her în derkevin, mihane bin, salane bin, em bi zanin çilo derdikevin, bi rengekî sîstemî bin, ne wilo serberedayî û tevilhevî tê de hebe. Ev yek, ez di xwazim yek yek partiyên me tev li wê yekê xwedî derkevin, vegerin û lê binêrin, hinek xort helbijêrin yên ku vê yekê li cem xwe di bînin û di Karin vî karî bi xwe ve bigirin .
Ez di xwazim wilo bi gelek cediyet lê binêrim, ji ber bi teybetî aniha rojnamegeriya Elektronî ez li ser radwestim, ji ber ya herî peyda di nav destan deye îro û ya herî erzan jî dîsanê ewe, lê bes divê em li wan bigerin, ewên ku tektîka gotinê nasbikin û bi Karin gotina xwe bi gihînin, ew gotin berê xwe bide û cihê xwe jî bigire, rayên xwe berde û bi karibe tiştekî li pêşiya xwe veke .
Eger em gotinan bi hijmêrin, yan em helbest û çîrokan bêjin, hingî emê dîsanê xwe bi cûn .
Ev yeke ne ma me divê û em di xwazin xwe ji vê çandê dûrbikin, û ji me re ne ma êdî lazime ….bese …..
Em dixwazin eger hevgirtinek jî di nav rojnamevanên me de hebe wê tiştekî başbe, wek mafekî, anko mafek hebe, wek mafragirtin û mafparastinekî, mafê çapkirinê jî hebe, bi izna xwedê wê ev yek jî çêbibe, aniha tişta ku em di nivîsînin, ez bala xwe didimê  de caran mirov di tirsê ku bîr û ramanên mirov hatine dizîn, yan pêgera (mihwera) çîroka mirov hatiye dizîn…we naskir….!! Ew tê berherkirin, kirasê wê tê guhertin, an jê caran helbest bi xwe jî li cem me tên dizîn, ev tişt gelekî li cem me çêbûne û çê dibin, ji ber mafê nivîskaran tuneye, mafê çapkirinê nayê parastin.
bi Erebî jî ew yek divê hebe, ji ber em bêjin û ne hêjin beşek ji rojnamegeriya me, çanda me bi zimanê Erebiye jî, ew yek, ya diduwan, ez di xwazim guhdan û hawildariyek gelek hebe ji zimanê kurdî re, aniha zimanê kurdî yê ku em helbestê yan çîrokê pê di nivîsin, divê gotinên Erebî têde tune bin, ew ziman ji peyvên Erebî valebe, çênabe em jî rabin û ferhengekî ji wan re deyînin, û bi din xuyakirin ew gotin wateya wê eve û ya he ewe, ji bo xatirê ku her yek vegere ji ber xwe ve û lê bigere, ji bo xatirê zimanê xwe xurt bike, divê em tucarî şerim nekin dema ku em bi zimanê kurdî yê şêrîn û xweşik, yê rast û hevgirtî bi axivin, ji ber ku dema em bi zimanekê rast di axivin yên li dora te wilo di nêrin xelas mîna yekê ku di xwazê xwe pêş xelkê bikê ku ew rewşenbîre, divê ew nêrîn tunebe .
Divê bibê tiştekê normal û em zimanê xwe yê kurdî bi axivin bi rengekê pak û paqij .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…