Perî

Xalid Ibrahîm

Perperîkek ser dîwarê her dilê min xwe di danî
Bi basikên xwey kil kirî di razandim bê gumanî
Mîna sêwyê jar û winda ez dûrî wê xuya dikim
Hedan nayê girîyê min di her çax û her zemanî

Keça rojên minî dawî çi buhayê jînê bidim
Bêje li pişt kîja ewrî tu di mînî perîşanî
Va te kir şevreş û tarî ji bona te ez jan di dim
Roj di tirse û şerm dike bedewbûna te dizanî

Ew ûjdanê ku di hile ji dûrbûna periya min
Ew sînorên dagir kirî ey asîman êş giranî
Ey dengê çûk û bilbilan gel qebqeba kewên gozel
Li ser gora min bê dengî rûnê neke bîn vedanî

Min hewl di da ku ez ji nû ji dayik bi bim bêm dinê
Da evînê ez biçînim li bênder û nav gulanî
Tu terwenda mana mine dûr ne keve keça minê
Perperîkê winda nebe li min pir nek êş û janî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...