Konê Reş û Pirtûkek Nû bi Navê: (Ez û Cegerxwîn)

Ev pirtûka çara ye ku Konê Reş li dor lehengekî ziman û peyva kurdî berhev kiriye.. Berî vê pirtûkê, min sê pirtûkên din, li dor sê lehengên welatê xwe berhev kirine, ew jî evin: Mîr Celadet Bedirxan: (Jiyan û Ramanên Wî), Şam 1992 û Stockholm 1997, Osman Sebrî 1905-1993: (Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû), Qamişlo 2017 û pirtûka Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), weşanxaneya Sîtavê 2019.
Konê Reş ev pirtûka xwe; (Ez û Cegerxwîn), diyarî Kesrayê Cegerxwîn: 1936-2020), kiriye. Yê ku di şeva 26/3/2020an de li Stockholmê, ji ber hala koronayê (Covid-19), canê xwe ji dest daye û li wir hatiye veşartin.

Konê Reş di pêşgotinê vê pirtûkê de wiha dibêje: (Ev pirtûka min li dor Cegerxwîn e. Cegerxwînê ku temenê min 10-12 sal bûn, min navê wî bihîstiye.. bi hatina min î Qamişlo re, di sala 1966an de, ji bo xwendinê, min ew dîtiye.. di sala 1976an de, gelek caran cûme mala wî, pê re rûniştime, min pirs jê kirine û lê guhdarî kiriye.. (Mixabin di wî heyamî de, ev derfeta wênegirtinê wek niha nebû ku wêneyekî pê re bikişînim).
Ji berî 37 salan ve jî -ji roja mirina wî ve- her sal di 22ê Çêriya Pêşî de serdana gora wî dikim.. Û bi demê re, bûme wek rêberekî ji dost û hevalên ku têne Qamişlo û doza serdana gora Cegerxwîn dikin..
Di vê pêvajoyê de, min sê helbest li dor wî nivîsandine û li ser gora wî xwendine. Herwiha wek nivîskarekî kurdî, min beşdarî di sê festîvalên wî de kiriye; Panela Sedsaliya Rojbûna Cegerxwîn li Amedê/ 2003, Festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê/ 2008 û Rojên Wêjeya Kurdî li Batmanê/ 2010, bi navê (Cegerxwîn: Yê ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê:).
Wek ku min got, di vê pirtûkê de, min çîroka naskirina xwe bi Cegerxwîn re, beşdariya xwe di festîvalên wî de û çîroka her sê helbestên ku min li dor afirandine gotiye. Digel ku min pêşgotinên her sê dîwanên wî yên pêşî ku rêhevalên wî: (Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û Abdulhemîd Dewrêş) nivîsandine, di vê pirtûkê de daxistine. (Min nasnekir çima ev pêşgotin ji çapên dîwanên wî yên nû hatine hilanîn..?!).
Û min jînenîgeriya wî bi kurtî, navê berhemên wî yên çapbûyî û çapnebûyî anîne ziman.. Wiha jî, min çend xalên giring di jiyana wî de dane naskirin wek; pêwendiyên wî bi Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Can û Osman Sebrî re.. Herwiha min cih daye çîrok û deqa helbesta wî, ya ku wî di pesnê Barzaniyê Nemir gotiye. Ev helbesta ku di dîwanên wî de belav nebûye!. Xala giring di vê pirtûkê de, kovara GULISTAN e. Ew kovara ku Cegerxwîn di sala 1968an de, piştî 23 salan ji rawestandina kovara (Hawar û Ronahî), bi kurdiya latînî û biryara partiya xwe weşandiye. Wiha jî, min cih daye du çavpêketinên ku min bi dost û nasên wî re kirine.. Digel ku min, ronahî berdaye ser hin baweriyên wî yên têvel.
Cegerxwînê ku tev jiyana xwe di pesnê welat û welatiyên xwe de xerc kiriye; li ser girya ye, kenya ye, stra ye û bi germî di govenda welatê xwe de raqisîye.. Cegerxwînê ku roja îro, gora wî, li bajarê Qamişlo ji kurdperweran bûye nîşan û qublegeh.. Kurdistaniyên ku ji çarhawêr ve têne Qamişlo, serdana gora wî dikin, gul û kulîlkan li ser datînin û kêlîkek bêdeng di gotinên helbestên wî de diponijin.. Cegerxwînê ku, navê wî bi navê Qamişlo re hatine hunandin. Cegerxwînê ku bi berdewamî xebat û bizav di ber ziman û afirandina peyva kurdî de kir û di encam de xwe bi van gotinan daye naskirin:
Ez daxwaza Xanî me
Rewşa neqşê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim..
Ev pirtûk ji keç û xortan re ye, bêtir ji têgihiştî û kesên sere re.. Armanca min ku keç û xortên me serwextî ked, xebat û têkoşîna Cegerxwîn bibin; li ser şopa wî biliv pêş û li ber ronahiya çiraya wî ber xwe bibînin!..). Konê Reş/ Qamişlo, Hizêrana 2021
Pirtûk 204 rûpel e, bi hin wêneyên Cegerxwîn û hevalên wî hatiye xemilandin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…