Bavê Zozanê
Em tev dizanin ku nivîsandin bi zimanê dayikê giring û pêwiste ji ber erkê yekemîn yê zimên ewe ku kiltûr û civakê di parêzê,ji xwe milet bi zimanê xwe tên naskirin ku ew bi xwe kuçê herî mezine di avakirina welatan de ,loma desalatên faşist ,diktator her û her zimanên gelên bin dest yên dayikê qedexe dikin,mirovan pê tewan bar dikin.
Hatiye gotin ku ziman kilîta her tiştiye her wisa jî dibêjin ku “gotin û axaftina bi zimanê Dê yekser dikeve dil de lê vacî wêjî gotin û axaftina bi zimanê biyanî dikeve êqil de” ,wisa jî Mandêla dibêje axaftin bi zimanê dayikê ji dil derdikeve û dikeve dil de.
Zimanê Dê zimanê afrandinê ye ,em dikarin bi gelek zimanan binvîsin,lê em nikarin bi gelek zimanan afrandinê bikin,ancax bi zimanê Dê afrandin gula xwe di pişkivîn e.
Bi rastî tê bîra min dema cara yekem di salên heşteyan de romana Şivanê Kurd ya Erebê Şemo bi kurdî min xwend ,hinganê min naskir ku zimanê dayikê çiqa rind û naz û şêrîn e.
Dikarin bêjim ku wêje bi hemî cûreyên xwe ve roleke baş û giring di parastina zimanê dayikê de rabûye,her wiha dikarî bû ziman pêşve bixe û gotinên nuh jî li gorî demê hembêz bike ta carna zimanê me yê dayikê nikarîbû hemî pêşketinên ku li cînaê çêdibe -ji ber gelek sedeman-mil bi mil seyr û vekolîn gotûbêj bike,lê dikarî bû di nêv hemî bablîsokan de di nêv wan bagir û bahozan de xwe ragirê xwe bikrê rehên xwe dûr û dirêj di reseniya dîrokê de ,berdê.
Vêce nivîskarên mey kurd yê ku bi zimanê dayikê dinvîsin berî her tiştî bi rola xwey netewî radibin ewjî parastina ziman e.
Ji xwe hewcenakê ez bêjim ka çi cûrey edbyatê hene yan jî ka çi cîwazî di nêv bera Romanê û çîrokê de heye yan jî ka helbesta nûjen çiye anjî ya kilasîk ji ber ku em tev li ser van babetan agehdarin ku bi rastî her cûreyek ji van cûreyan qeşengbûnek wê taybet heye ku bi hezara mijar babet nerîn li gorî demê li gorî katê li gorî cih ,li gorî aştiyê li gorî cengê li gorî derûna mirov,tên guhartin tên nujenkirin,tên sivikirin.
Dikarim bêjim ku tiştê van texlîtan hemiyan dikhêne hev ew jî zimane ,ku apê romanivîsê Sûdanî Tayib Salih digot ku ewqas xwînerê romana wî ya “penaberî bal bi bakurve”çêbûne ji ber wê zimanê wî xweş ku roman pê nivîsiye.Wêce ziman stûna serkeye di avakirna mirovan de wisa jî di avakirna welatan de û wek mîr Celadet Bedirxan gotiye divê em bi zimanê xwe bixwênin û bi zimanê binvîsênin.