Nûçe

Hevdîtineke dostane li Dortmund di navbera her du Yekîtiyan de

roja çarşemê 18`ê tebaxa 2021`an, li bajarê Dortmund yê Elmaniya, her du Yekîtî: Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, û Nivîsîngeha Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civiyan, bi amadebûna mamostayan Ibrahîm El- Yûsif, Cemîl Ibrahîm, Xorşîd Şûzî, Hefîz Ebdulrehman, Sedîq Şerxî, Hejar Botanî, Bavê Zozanê û Elwan Şivan ji aliyê Yekîtiya Giştî û Sebrî Resûl, Dilbrîn Şingalî û Ebdulazîz Qasim ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran.
Mamosta Xorşîd Şûzî (yê herî bi temen), bixêrhatina amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe anî ziman, û paşî hevkarên her du aliyan bi rêzê peyvîn, û careke din bi germî pîrozbahiya  kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kirin.
Di hevdîtinê de, gelek mijarên girîng yên taybet bi çand û nivîsînê, pirsgirêkên çanda Kurdî, karê ji bo sivikkirina bargiranî û astengiyên dikevin li pêşiya nivîskarên Kurd hem li welêt û hem li diyasporayê û xweragiriya li hember zehmetiyên mezin hatin gotûbêj kirin, ku nivîskarên Kurd gelekî xem ji dest dijberiyên xwe xwarine, bi sedema stemkariya rêjîmên desthilat û dagîrker yên dijî çanda kurdî, hevdem ku Hevdîtin bi rehetî û xweşî derbas bû.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…