Mêhvan e yar


Lazgîn dêrûnî

Îşev li min mêhvan e yar
Rabim bikim ez kar û bar
Pêşwaziya cana kubar
Ew dîlbera ez bendewar

Mêhvan e ya rind û şepal
Ew mêkewa naz û delal
Ronahî kir xanî û mal
Wê rewş li min kire bihar

Rûnim li rex vê mehderê
Vêxim şemal û fenerê
Şûşa meyê deynim berê
Baqek binefş û gul `îzar

Noşim ji wan lêvên şirîn
Çêja helez û hingivîn
Em heq bidin eşq û evîn
Maçan li hevdû bikne par

Destûr ji wê gava mi xwest
Ez çûm tiwafê çap û rast
Tihna dilê min nû şikest
Kewser ji lêvan min vexwar

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...