Ristek Janên hûnayî.. Dîwana 3 Hadî Behlewî

 

Boniye-Suad Cegerxwîn

Ez gelekî kêfxweşbûm gava pdf a dîwana nû ya Mamosteyê hêja û dilovan xwediyê peyva resen, hezkirê ziman ê Kurdî Hadî Behlewî (Ristek Janên hûnayî) Di riya nivîskar û helbestevan Dilawer ê Zengi re giha min.
Bi rastî min bihîstibû ku mamoste Hadî  Dîwaneke nû amade dike, ji lewma,ez bi coş û şeydan li bende wê bûm da zanibim ka Helbestevanê me yê qedirgiran di nav taristana rojên xwe yên bi jar û êşên giran  hatine doroêçkirin, çi Coreyên nameyan Ji xwendevanên xwe re rêkiriye.

 

Îro û piştî ku ev pirtûk gihaye min, ez Karim çend gotinan li ser van janên giran ku bi janên welat re hatine hûnandin û li ser milê helbestevanê me yê delal bûne barekî giran ,nema karîbû  di bin de rabe , êdî di Cihê xwe de rûniştî maye û ew êş û azariyên xwe bi tîpên resen ,tîpên hezkirin û dilovaniyê berhevkiriye,  hino hino ristiye û di wê taristanê de kiriye sîmfoniyeke bedew û bi awaz û ritmên dilê xwe re tev hûnandine û pêşkêşî xwendevanan kiriye.
Tevî ku rewşa tendirustiya min ne gelek baş bû lê min helbest bi helbest xwend û bi êşên wî re ez helekî xemgîn bûm ,êdî bi hesanî ketme nav gulîstana nepeniyê û bi rista wî re, ya ku bi azariya helbestevanê vîn û evînê û bi dilovaniya rasên janên wî  mijûl bibim.
nemaze gava kû helbestevanê me êşên xwe bi gewd û bask dike û li kurdistanê bi xwe re digerîn e,êşa bajarên  birîndar tevî êşên xwe dike û vedgere da wan bihevre di şevên xwe yên tarî û dirêj de, di hembêza dilê xwe yê mestmayî de bikeyîne  ,Peyv û helbestên qeşeng û nazdar li dawî jê derîn e  û bi payebilindî di gulîstana wêjeya kurdî de ji me re biçîn e.
Diwana ( Ristek janên hûnayî) ji 76 rûpela ye û Ji 20 helbestên pabilind û rewan û helbestek bi navê
(Xwendevanên hêja) ji xwendevanên xwe re pêşkêş dike.
Ev helbest bi dengê xwe jî tomar kiriye.Bê guman ev dîwana wî ya siyeme, berî wê du dîwan derxistine bi navê (Sibe wê bê )û (Ji dil).
Helbestevanê me yê nazdar Hadî Behlewî pirtûka xwe bi diyariyeke bedew surmekiriye û bi dilovanî û hezkirin sipasnameyek bi rûmet  têde bî cî kiriye.
Her û ha pêşgotinek dilsoz bi pênûsa nivîskar û helbestevana hêja Bêwar Ibrahîm Cihê xwe di dîwanê de girtiye.
Diyariya wî bê guman ji hevjîna wî re ye, hevala êş û azariyên wî ,sîbera vîn û daxwazên wî û hevala rojên wî yên xweş û nexweş.
Ji Heyhan a delal re ye.
Ew şêrejina ku bûye kopalê  hezkirin û bargiraniyê di jiyana wî de, da helbestevanê me  hêza xwe bide ser û karibe armancên xwe bi serbilindî bî cî bîne, bela bike û bighîn e xwendevanan.
Ev diyariya wî di cihê xwe de bû ,ez gelek pê kêfxweş û şeydan bûm.
Belû  ye kû helbestevanê me, bi hêza jinan bawere û mafê  hevjîna xwe ji hezkirin, rêzgirtin û wefadariyê parastiye.
Hadî di wîsgeya bîranînên xwe de hinekî radiweste  û hevalê xwe yê bejinbilind nivîskar û helbestevanê nemir Xelîl Sasonî bibîr tîne û amaje bi pêvajoya hevaltiya 45 salan dike û mizgîniyê  dide wî û dibêje: Mitala neke keko barê min li erdê nemaye, dostekî dêrîn û resen (Dilawerê zengî)yê ku bi dema xwe û bi hêza Pênûsa  xwe ji min re bûye alîkar û bi saya wî îro ev dîwan  ronahî dîtiye.
Hadî bi dildozî sipasdariyeke pir giran jê dike û Serkeftinê jê re dixwaze,her û ha ew berdewam dike û spasiya helbestevan û nivîskar a hêja Bêwar Ibrahîm jî bi coş dike ,ji bo ku xwesteka wî bi cî aniye û pirtûka wî bi pêşgotina xwe ya bedew xemilandiye.
Helbestevanê me yê dilovan û hestyar di gelek pêvajoyan de derbasbûye ,lê  ya herî giran û dijwar ew e,dema kû di nav tariyê de lûs maye û  têkçûna bajarên Kurdistanê , Efrîn û Kobanî û yên din dibhîze.
Bê guman gava ronahî ji çavên wî dûrdikeve erkê çavên xwe davêje ser milê dilê xwe yê birîndar
êdî  êşên wî gurtir dibin û birînên wî kûrtir dibin.
Hadî Behlewî hestên êşên xwe dide  alî û li bajarên birîndar diger e Wan tevan bi peyvên xwe yên evîndar derman dike û bi hêviyên xwe  yên germ  xelat dike .Azariya wan bi xwe re tîn e da ristek hûnayî ji wan janan çêke û pêşkêşî hezkirên xwe bike.
Behlewî di pirtûka xwe de gelek gazînameyên balkêş ji gelelk dilxwazan re rêkiriye û gelek helbest bi navê helbestevan ,tekoşer û hunermendên Kurdistanê daniye, têde rave kiriye kû ew resenên wêjeya kurdî ne,şehsiwarên Kurdistana me ne.Ji wan tekoşeran û helbestevanan. M Mistefa Berzanî, Mesûd Berzanî Cegerxwîn, Tîrêj M.Ehmed namî û Xelîl Sasonî, Seîd Gabarî û Dilawer Zengî Her û ha hevalê xwe yê siyasî Ismaîl omer qet jibîr nekiriye.
Eger mirov bixwaze bi hûrbînî li ser helbestên Hadî û kar û xebata wî  di warê  zimanê kurdî de raweste,bê guman ewê pirtûkekê jê binvîse .Ji ber ku, ji bilî ku wî di derya ya wêjeya kurdî de baş melevanî kiriye û pirtûkxana kurdî bi helbestên xwe xemilandiye, ewî gelek nifşên ciwana bi xwendin daye , çi bi zimanê Kurdî be yan jî bi zimanê  Erebî be.
Ez li vir naxwazim dirêjtir bikim , min xwest ez kêfxweşiya xwe diyar bikim û gurzek sipasî ji Kekê xwe Hadî re rêkim.Bi hêvî me ku ezê  careke dî li ser hevaltiya bavê xwe û bavê wî ,biaxivim ku encama wê  hevaltiya wan , hevaltiya me yê îro ye .
Li dawî ez dixwazim bêjim ku Hadî mînakeke berbiçav e ji bo wan kesên behremend yên kû dixwazin  behreyên xwe vejînin û pêşve bibin ,çi di ronahiyê de be , yan di tarîstanê de be tenê ya giring ewe ku daxwaz û pabendî  ji dil û can hebe.
Hadî deh salan di vê rewşê de ye, lê her ew di ronahiya wêjeyê de dijî.
Careke din ez bi navê xwe û bi navê hevjînê xwe(Osman Osman) ji dil û can û bi kêfxweşî Kekê Hadî Behlewî Pîroz dikim û Serkeftin û serfiraziyê jêre dixwazin .Em gelekî bi karê wî şadîman û serbilindin ku wî di vê rewşa ewarte de , di nav taristana jiyanê de û bi hevaltiya êş û mitalan ,ev helbestên bedew ,bi zimanê resen ji gele xwe re pêşkêş kirine.
Em hêviya tendirustiyeke baş û temenek  dirêj jê re dikin da karibe armancên xwe bi cî bîne .pir hêjaye û pir pêdikeve ku ew şehsiwarê peyva resen ya Kurdî be.
Sipas ji hemû kesên ku alîkariya  wî kirine da kû ev rist a janên hûnayî derkeve Ronahiyê. Serkeftin û serfirazî ji gelê me re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…