PDPKS li Dîmeşqê jî 50 saliya xwe bi bîr anî

  Amadekar:Evdo Osman

Di çarçevoya ahengên 50saliya  damezrandina Partiya Demukrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê de, PDPKSê di roja  23.6.2007an de  li paytexta Sûriyê li Dîmeşqê jî ahengek li darxist.
Di ahenga Dîmeşqê de kesayetiyên siyasî, bîrwer û rewşenbîr yên Ereb û sekreterên Partiyan jî amede bibûn
ji wan bîrwer, nivîskar û endamê komîta mafên mirovan Dr. Hisên Ewdat û Akadîmî, bîrwer û yek ji çalakvanên komîtên vejandina civaka sivîl mamoste Cad Elkerîm Cîba,î û Yûsif Fêsel Sekreterê Partiya komonista Sûriyê û bi dehan rewşenbîr û bîrwer amede bibûn.
Di despêka ahengê de sekreterê gîştî yê PDPKS mamoste Ebdulhemîd Derwîş gotinek pêşkeş kir û tê de pêşwaziyeke germ li mêvanan kir, herweha di gotinê de kêfxweşiya xwe li ser hatina mêvamên destnîşan kir.
Di pişt re mamoste Cad Elkerîm Cîba,î gotineke kurt pêşkeş kir û tê de got: “di 50emîn salvegera damezrandina  Partiya DPKSê de ez pîrozbahiya germ  li  mamoste Hemîd Derwîş û li tevahiya Endamên partiya DPKSê  dikim”  di berdewamiya axaftina xwe de Cîba,î  got: ” ez vê partiyê baş nas dikim ku canekî wê yê niştîmanî heye û ev partî niwênertiya beşekî girin ji hêzên siyasî yên Sûriyê dike û ew bi dilsozî ji bo ava kirina civakeke sivîl û pêkanîna demukrasiyê xebata xwe dike “.
Pîşt re mamoste Yûsif Fêsel gotine xwe pêşkeş kir Fêsel got: ” min nikarîbû ku ez neyêm vê ahengê ji ber ev aheng ahenga birayê min yê birêz Hemîd Derwîşe” , herweha got: ” ev 54 salin ku mamoste Hemîd Cîranê mine û dema ku ew li Dîmeşqê jî bû em cîranên hevbûn “.
Di dawiya gotinan de Dr. Hisên Ewat gotina xwe pêşkeş kir û got: ” heta salên dawiyê jî zanîna min li ser pirsgirêka Kurdî tunebû û ez pirsiyar dikim ku çawa Kurdan di dîrokê de nikarîbûn bibin yek netew û dewleteke xwe ava bikin û ev yek ta niha jî cîhê netêgihîştina mine ” . di berdewamiya axaftina xwe de Ewdat got: ” di van salên dawiyê de ez gihîştim wê zanînê ku xebat ji bo pisgirêka Kurdî ne kêmtire ji xebata ji bo pirsgirêka Erebî û çê nabe netwek ji bo mafên xwe bixebite û li ser mafên netewên din jî bê deng bimîne û bi taybet ku ew netew cîran û hevpeymanekî dîrokî be ” ) di vir de beşdaran çepik lêdan ). Herweha Ewdat got: ” ji ber vê yê divê sedemên veşartî yên neçareserkirina vê pisgirêkê hebin, çima Kurdan dewleta xwe ava ne kir, çima Kurd ketin jêr îradeya netewên din de ” , Ewdaty berdewam kir û got: ”  dema ku ez ji bo vê ahengê hatin vexwandin û bi tevî ku rewşeke mine tendurustiye taybet heye min dît ku çawa jina min ) kulfeta min(  bidilgermî dexwest ku ez amede bibim û ew jî ji ber ku di van demên dawiyê de te ) berê gotina xwe da mamoste Hemîd Derwîş ( te em gîhandin wê baweriyê ku mafên Kurdan hene û divê xebat ji bo bidestxistina wan mafan bê kirin  û te m gîhandin wê baweriyê ku xebat ji bo mafên Kurdan ne kêmtire ji xebata ji bo mafên Ereban, di dawiyê de hêviya min ku Kurd hêviya xwe pêk bînin herweha hêviya min ku em bi hev re ji bo mafên gelê Kurd xebatê bikin ” .
Ji aliyekî din ve Di nava ahengê de ahengeke mûzîkî ji aliyê koma mûzîkê  ya Sulav ve hat pêşkeş kirin, Sulav çend parçeyên mûzîka Kurdî ji beşdarvanan re pêşkeş kir û ew jî bû cîhê dilxweşiya beşdarvanan.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…