Çavên te birjin felek, te dîsa bi ya xwe kir

Elî Cefer
Duh îvarî, mamoste endizyar Mistefa Ico ji xelkê gundê Behdîna – Çiyayê Kurmênc li Dihukê- Başûrê Kurdistanê, hêdîka û bê deng xatir ji me xwest, Ez pê pir xemgîn bûm û êşiyam. Dilê pir dost û hogiran bi me dimîne ( Wekî Kurdên Ewropa ) û dibêjin; Hûn di nava kêf û xweşiyê de dijîn, haya we ji kesî nîne. Lê ew nizanin em çawa di rûnê xwe de diqewirin, gava em nûçeya koçbarkirina dostekî, mamostakî, emekdarekî xwe dibîsin, nemaze gava em nikaribin silavekê li wan bikin, berî xatirxwestina dawî, an em nikaribin bi termên wan re bimeşin. Jiyan ne tenê xwarin û vexwarin û xewa rehet e.

 

 Mistefa Ico, bi dehê salan xizmetkarê gelê xwe bû, dikarîbû wek pir kesan xwe dewlemend bikira, lê ew rê ji xwe re nepejrand, ta roja mirina xwe, hilanîna nîrên sitem û zorê, bi destxistina mafê miletê xwe armanca wî ya sereke bû. Ji ber wê jî, di jiyaneke pir dijwar re derbas bû, lê li pê xwe malbateke Kurdperwer û xizmetkar hêşt.
Ez vê jî, aşkere bikim, ku dema M. Ico di serkirdariya partiya xwe de bû, wî hewil dida û dixwest kar û xebata Kurdayetiyê germtir û geştir bibe, bê agahiya tu kesî, wî û 3 hevalên din bi şev nîvê şevê li taxa ( Şêx Meqsod û Eşrefiyê ya bajarê Helebê; ku piraniya rûniştvanên wan Kurd bûn ) dîwarê wan herdu taxan bi diruşmên wek: ( Bijî tevgera Kurdî. Bijî miletê Kurd. Bijî destxistina mafê gelê Kurd li Sûriyê. Bişke sitem û zora li ser Kurdan û … ). Ez bawer dikim ev çalakiyên hanê jî cara pêşin di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.
Em gelek xortên nugihayî bi saya rehmelê û hin kesên dn bi Kurdayetiyê bîrewer bûn. Mirovekî gelekî nerm, dilsoz, rûniştî, nifis biçûk û merd bû ji bo mafê Kurd. Ez qet bawer nakim kes ji wî êşiya be.
Bila serê malbata wî, yeko yeko sax be.
Bila serê gelê Kurd, nemaze gundiyên wî sax be.
Elmanya di 30. 05. 2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…