Kûrd û Hilbijartina 26 Eylûna 2021kan li Almanya

Ibrehîm Şitlo

Li gora Texmîna min nêzîkî 2 Million Kurd li Almanya dijîn. Ev bi xwe hejmarek ne hindike, lê mixabim ew bi fermi ta vê demê li ba Karbidestên Polîtîka Almanya ew weke nijad Kurd nayên bi nav kirin.
Beşek ji Kurdan Nasnameya Almanî standine û Mafê Dengdanê di destê wan de deye. Hejmara van Kurdan ne kêmtirî %25 ji 2 Milion hene. Ji wan jî  %35 Salê wan bi ser 18 Saliyê ketiye û mafê wan die Beşdarbûn Hilbijartinê û dengdanê heye.

 

Di jiyana karê polîtîkê, gelek partî û hêz hene ku ne tenê di hilbijartinê de beşdarî têkoşîna polîtîkê dibin, lê ji wan hinek kanin xwe weke Hêza mezin bidin pêş û ji sala 1949de bûne karbidestê bilind yê ku polîtîka dewleta Almanya ê Federal bidest anîne.
Ji wan Partiyên ku roleka giring di Polîtîka Dewleta Almanya lîstine:
CDU ( Partiya Yekitiya Xristiyanen Demoqrat) piranî jî bi destê Partiya CDU&CSU de bû.
SPD   ( Partiya Sosyelista Demoqret) tenê 3 Caran bûne serekwezîr.
CSU ( Partiya Xristyan Civaki) her li gel partiya CDU paymana hilbijartinê dike.
FDP ( Partiya Liberal Demoqrat) berê bi hêz bû, ji sala 2001 an û virde gelek li paş ma. Di vê demê de jî wê nikanibe roleka bingehînî bilîze.
Ji destpêka Sala 1990 de jî partiya Keskan û Partiya Çepan xwe dan nasîn û wirde wirde kanîbûn bi lez xwe li bi bîtirî 20% li nav Gelê Alman cih bigrin.
Li hemberî van rastiyan jî, Benda Partiyên CDU/CSU qels dibe wilo jî hatiye serê pariya Sosyel Demoqrata SPD Almanya.
Ji bo me Kurdan, ka çi li hundir Almanya çi ji bona Pirsgirêka Kurdistanê jî kî ji wan Partiyan bîtir me weke Netewek taybet dinase û çi di warê polîtîka Almanya yê derve wê nêzîkî armanca Nasnama Kurdan weke Netewek û azadiya Kurda be?
Divê em rastiyekê binasin ew jî eve: çawa di Polîtîka Dewletan de hatî nasîn ku Bercewendîyên Abûrî, ciyopolîtîk, stratîcîk û Dîrokî dibin sedema Rêk û pêka polîtîka Dewletan, Almanya jî wilo ye.
Di vir de jî Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê her dem di nav van rastiyan de wenda bûye û ketiye ber lingan!. Dîroka Dewleta Almanya ü bi taybet ji destpêka Dewletata Proysa(Preussen) ta bi îro jî li ber çavan eşkere û diyare ku. Li der heqê Dewleta Iranê û Iraqê jî ne kêmtirî wê bûye. Ev jî û ta îro bi Polîtîka partiyên karbidestên Almanye: CDU/CSU + FDP û SPD cî bi cî dibû û hîna berdewam dike.
Nasnama du Milion Kurd li Almanya nîne.
Dema Gotina Mafê Kurdan tê ser Ziman, Karbidest û Berpirsuarên Almanya, kûr, ker û lal dimînin tevî wê jî Bercewendî û Ciyopolitîka Natoyê ber çavên wan di der heqê Mafên Milletê Kurd de şebeq dibe.
Raste car carna hindik kes ji Endamên partiya CDU/CSU bi mêranî pişgêriya Mafê Kurdistaniyan kirine weke berêz:Norbert Blûm. An ji SPD weke berêz:Hans-Jûrgen Wischnewsky. Lê bi fermî Serek wezîrên Almanya her dem li gora polîtîka xwe weke min li jor gotiye bi kar danîn û Serek Wezîr berêz Agela Merkel jî ji roja despêkê de ta îro li gora şopa bercewendiyên Aborî û Stratîcîk bi tungî cih bi cih dike.
Pêwîstiya gotinê nîne ku em bêjin:
di Dema ku Merkel jî berpirsyarê Almanya ye ta îro Tirkiyê û Îran qirêjtirîn Ceng û wêrankirina Kurd û Kurdistanê dikin. Li hundirê Almanya jî herdem welatparêz û Niştmanperwerên Kurdan bin çav dibin.
Li hemberî van Partiyan, partiya Çepan û partiya Keskan bi taybetî û bi dengekî bilind Kurdan weke milletek bindest dinasin û piştgêriya Mafê Milletê Kurd li hemû perçên Kurdistanê dikin. Çawa jî li hundir Almanya jî dixwazin Nansnama Kurdan weke Netewekî sebixwe bi fermî bidin nasîn.
Çi Kurdê ku li Almanya – Diyespora xwe hîna Kurd dibîne û çi Kurdê xwe Almanê Alman dibîne jî wê bi Raman û Sîstema Polîtîka Partiyê Keskan û çepan bîtir jiyaneka bi rûmet û çavdêr bike para xwe. Ica penaberî wê nebe leke û kêmasî. Welatiyê Kurd li Almanya dijîn, wê fermî bibbin xwedî Nasname û bi serbilindî kurdîtiya xwe bê tirs û fihêt xwe pê bidin nasîn.
Berêz Xanim Dr. Claudia Roth weke Nimûne ji Partiya Keskan bînin bîra xwe.
Mafê Kurdan çi li Almanya be û çi li Tirkiyê,Îranê, Iraqê û Sûriyê be wê bête parastin, Hukûmeta Alman yê bi Kardest û berpirsiyarê Nûnerê Partiya Keskan wê bi fermî xwe li gel  wekhevî polîtîka xwe yê derve jî bi kar bîne. Ji ber ku ev Prinzîp û Bingeha Ramana Partiya Keskane, ne tenê Xanim Claudia Roth dostê Milletê Bindeste, lê Xanim Roth bi piştgêriya Mafê Netewa Kurd dike Bingehîna stratîcika polîtika Partî yê Keskan dide nasîn.
Wê demê, Lobî yê Milletê Kurd wê derbasî parlementoyê Ewrupa û her û ha dewletên weke Swêd, Finland, Norwege,Holende, Bilcîka, Yonanistan, Qibris û Fransa jî wê bîtir di dostaniya xwe li gel Kurdan xwe xurtir bibênin û wê Polîtika dewleta Almanya yê derve berê xwe bide Wekheviyê, ew jî ji bo Mafê Kurdistanyan dibe piştgêr û xebata me yê derve bi hêz dike.
Îca çi Kurdê ku xwe hîna Kurd dibîne û Nasnama xwe netewî bernedaye û çi Kurdê li Almanya  xwe Almanê Alman dide zanîn wê bi serkeftina Nûnerê partiya Keskan-Benda 90 armanca xwe weke Welatiyek Alman bi başî û durustî bi cih bîne. Wê demê jî wekheviya Milletan çi li Almanya û çi li gora polîtîka derve yê partiya Keskan – Benda 90 jî Aşîtiya nav Milletan bingaha polîtîka derve yê Hukumeta Almanya be.
Ibrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic studies association
Bonn,01.05.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…