Çûyîn a ber zaretan ji bo çi?!


Cankurd
Dibe ku zaret, wek Hinek dibêjin, ji ziman ên kevin û bi taybetî ji Αlamî hatibe, lê li gor dîtina min, ew ji wêje ya erebî “ziyaret” ve nedûr e û dibe ew bi xwe be… ”Ziyare” bi Erebî serlêdan e û mirov serlêdana gor û goristanan dike. Zaretkirin û serlêdana miriyan di rêbazê “Şarîe’tê” de ne h’eram e, gava bi mebesta bîranîna mirin û mirov ên mirî be, lê gava ew bi armanca axazkirina qenciyekê an mirazekî ji wan kesên mirî, kî dibe bila be, ew li gor nêrîna gelek zana yên ola Îslamê pêdakirina hevparekî “şirîkekî” ji Xwedê re ye, û ev rengê serlêdanê û bergerê li ber gorekê, li ba wan zanayan “şîrk û kufr e”.

 

Îbin Teymiye yê Herranî (kurd e), ku namdartirîn “Şeyxulîslam” e di dîroka Musilmanan de, van serlêderan bi “Gorevanan: Alqiborî” nav dike û cengeke dûr û dirêj dajo ser wan, wan gunahbaz û sûcbar û bêhiş dike… Li ba (Şîe’e), ku “Ehlil Beyt” gelek diparêzin û ji wan û ji gorên wan meded û piştvaniyê lava dikin, zaret navenda baweriyê ye li ba Şî‘e, ewan bi dilgermiyeke nedîd diçin serlêdana Sit Zêneb li nêzîka Şamê, zêr û zîv ên xwe davêjin ber gora wê, li ser kab û çogan xwe xûş dikin ber gorê ve, li ser dêm û çav ên xwe didin û ji Sit Zêneba, ku berî niha bi pir sedsalan koça xwe ya dawî kiriye, axazên xwe hemiyan dikin û her tiștekî jê hêvî dikin.. Li Îranê jî, êdî gora Xumeynî bûye şûngirê Ka’be li Mekkayê… Ji xwe bajarên Kofe û Kerbela li ba wan pir bilindtirin ji her pîrozgeheke îslamî loranî li gor bawerî yên wan termê Îmam Elî û kurê wî Husên li wan ciyanin… Ewan gava bangewaziyê dikin, axaz ên xwe ji Elî û Husên dikin, dibêjin “Ya Elî! Ya Husên!..” di cngê de û di aștiyê de, mezintirîn nîșan û tox û ala, medexwestin a ji Elî û Huseyn, van herdu jî gelek ji zû ve mirî ne… Mîna vê yekê jî, mixabin!!, li ba Kurd ên Sunnî û yên Êzdî jî heye, hene ji wan axaza xwe tenê ji şêx dikin. şêx li ba gelek nezanan pileyekê ji pêximberan bilindtirin… Zaret ên mîna şêx H‘ennan li pir ciyan hene û di roj ên cejn û şahiyê de, berê bi lêdana çangan û hildana ala yên Senceqan û bi xwendina sirod ên olî û bi heyteholeke mezin diçûn serlêdana zaretan, li wir jî dewar serjê dikirin, nimêj dikirin, xwarin dixwarin û şêx û melayan bi şîşikan li newq û gulmên xwe dixistin û hinekan jî sêla sorkirî datanîn ser serî yên xwe an jî di ser kizot ên agirî re diborîn… Li gund ên Meydana gelek kesên bi navê Şêxmûs hene, Şêxmûs jî zareteke li wê herêmê. Li bakurê Kurdistanê jî navê Sultan Şêxmûs gelek bilind e û xelk li ser “kerametên” wî pirr dizane… Şêx Mûsa, yek ji mamoste yê Îbin Teymiye bû, wekî U’dey kurê Musfirê Hekarî.
Baweriya gelek Kurdan û bi taybet ya jinan bi şêx û nivişt ên wan pirr e, bi seriyê şêx sond dixwarin, qurban li ber derî yên mal ên wan dihatin dayîn û pirr caran jî jinên, ku nedihêştin hîç mêrek ji mêrên wan pê ve gewdê wan bibîne, xwe li ber şêx dirêj dikirin, da şêx zikê wan mis bide, tevî ku mayîna jinekê bi mêrekî re, ji bilî mêrê wê, li ba oldaran naye pejirandin û h’eram dizanin, lê şêxan pir tişt ên jinan dizanîn û têkilî yên wan bi jinan re têkiliyin taybet bûn… Sotandina Pixûr û Tizbiyê li ber mezelan, zemirandina kevir û şehfan bi dîwar ên zaretê ve, girêdana paçik û deziyan bi gora şêx ve an jî bi dar ên li ber gorê ve, mîna li ba Indiyan ên Sor an jî Budîstan, êdî bûbûn parek ji ola Musilmanan û Êzdiyan… Eve jî di rastîniya olê de hîç ne dirist e… Zareta Horî “Şêx Xoros” an jî “Nebî Horî” gelek bi nav û deng e, lê hinek dîrokvan dibêjin, ku ew mezelê şahê Farsî Sîroz e, ew jî berî Îslamê jiya bû û miri bû…Şah Sîroz pişt re bû ye şêx Xoros û hêdî-hêdî bû ye “Nebî”, ku bêjeyeke Erebî ye bi wate ya “Şandiyê Xwedê: Pêxember”.
Li herêma Kurdaxê, ya ku navê wê ji aliyê Osmaniyan ve bi zanabûn hatiye tirkîkirin (Kurd-Dax), gelek zaret ên Dede û şêxan hene. şêx li ba Elewiyan bi navê Dede dihatin navkirin û ev jî nîşan e, ku Elewî li Çiyayê Kurdan (Kurdaxa) ne tenê mîna niha di gundekî de dijiyan, lê pir bêhtir bûn…
Baş tê bîra min, ku hikariyeke mezin a lehengiya Mehmed Henîfî li ser Kurmanc ên herêma me hebû, gava ew dihat xwendin û tê de hozanxund digihîşt in ser nûçe yên Îmam Elî û kur ên wî Hesen û Husên, guhdaran digiriyan û gelek xwîngerm dibûn…Bi rastî ew pir hêja ye û Kurmanciya wê jî baş e… Min ew kiriye şanoweke bi zimanê Erebî, lê metnê kurdî yê makdar li ba min niha nîne… Mala kak Pîr Rustem ava be, wî ev destana giranbiha çap kir û niha li nav Kurdan belav e. Dibe, ku Osmaniyan Kurd ên E‘lewî li herêma me bi dar ê zorê kiribin Sunnî.. Niha jî ewan tenê li gundê Maratê dijîn.. Di gotareke wilo kin de mera nikane hemî aliyên pirsa Zaretê bîne ser zimên, lê bi rastî ev warekî hêjayê lêkolînê ye û ji bo vê yekê ez Zîna Îbo ji ber nivîsa wê ya, ku li ser zaretan nivîsandiye, ji dil de spas dikim û dibêjim: Berxwedar be…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…