ZIMANÊ ME DÎROKA ME YE

Vanês Hacî

Bê guman xak, gel,dîrok û Ziman, çend pêkhateyên sereke yên miletan e, yên avakirin û damezirandina civak û dewletan e, dîroka miletê Kurd pir dewlemend e, ji ber ku Kurd yek ji kevintirîn miletên Rojhilata navîn in, miletê Kurd xwediyê Şaristaniyeka herî sipehî û kevnar e, roleke pir mezin di Şaristaniyên herêmên de leyîstiye.
Ziman mezintirîn û diyartirîn nasnameya her miletekê ye, lewre her miletek bi Zimanê xwe tête naskirin, hîç guman tê de nîne ku mana her neteweyekê, ya girêda ye bi mana Zimanê wê netewê ve, ji ber wê yekê jî mîr Celadet Bedirxan, mîrê Zimanê Kurdî gotiye :

 

Ziman mercê heyîna mileta ye, yekbûna Kurdan bi Yekîtiya Zimanê Kurdî çêdibe, Yekîtiya Ziman jî bi Yekîtiya tîpan destpê dike.
Her weha di vê serdema taybet a ku Zimanê Kurdî tê re derbas dibe, ev serdem a ku neyar û nehezên vî Zimanî, bi hemî hêz û şiyanên xwe hewl didin, ku Zimanê me winda û tune bikin, ji ber ku Ziman giringtirîn sitûna gelan e.
Zimanê me dîroka me ye, dîroka me di Zimanê me de ye, ji ber ku Zimanê me hebûna me ye.
Her wusa îro roj Ragihandin, Rojnamevaniya kurdî, Nivîskar, Helbestvan, Rewşenbîr, Zimanhez û Zimanzanên Kurd tev berpirs in di ber parastina Zimanê dayîkê de, lewre pêwîst e ku di hemî cih û deman de, em berhevbin ji bo parastina vî Zimanî, ji ber ku em ne xwedî welatekê serbixwe ne, lê belê em xwedî Zimanekê serbixwe, resen û dewlemend in, ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em vî Zimanî biparêzin, da ku em bigihine Armanca bi dest ve anîna welatekê serbixwe û azad, ji ber ku alavê misoger kirina her welatekê serbixwe û azad Ziman e, lewre divê em li Zimanê xwe xwedî derkevin, ji ber ku şoreşa herî mezin, jiyandina Zimanê zikmakî ye, ji bo wê yekê jî heger em bixwazin, di nava gelên Cîhanê de cihê xwe bigirin, divê em bi Zimanê xwe biaxivin,bixwînin, binivîsin, biramin.
Vêca xwestek ew e, ku em tev li Zimanê xwe xwedî derkevin, ji ber ku parastina Zimanê dayîkê, erkekî Netewî û Niştîmanî û herî pîroz e, li ser milê her kesî ye, lewre gerek e em roja 15 ê gulanê weke roja Zimanê Kurdî bi kar bînin, ez vê rojê li we û li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim, û di heman dem de, em sipasiya wan kesan dikin, ew ên ku şev û rojên xwe ji bo Zimanê dayîkê terxan kirine.
Bijî Kurd  bijî Kurdistan
Her û her bijî Zimanê dayîkê.

15 – 5 – 2021 Z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...