15ê Gulanê Wek Roja Zimanî Kurdî Pîroz Dikim

Konê Reş

Çendî kêfxwweş dibim, dema ku rojnameyekê an kovarekê bi zimanê kurdî
dibînim. Ev zimanê dêrîn, yê ku ji dehê salan ve di Rojhilatanavîn de di
bin zilm û zora qedexeyê de bû.. Û hêjî, li hin perçeyên Kurdistanê
dibin sansor û qedexebûnê de ye..
Dema ku dibihîzim kovareke nû, bi
zimanê kurdî tê weşandin, pirr kêfa min tê.. û 15ê gulana 1932an,
bîra min.. Ev roja ku yekemîn car di dîroka Kurdan de kovara HAWARê bi
zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), û alfabeya Latînî di nav kurdan de
hatiye weşandin.. Ji wê hingê ve, rewşenbîrên Kurdan his û hestên xwe bi
zimanê dayika xwe anîne û tînin der..

  Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê Mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên kurd yên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..
Ez roja (15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî dibînim.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, wiha jî bi min xweş e ku roja 15ê Gulenê jî li seranserî Kurdistanê, bi navê roja zimanê Kurdî bê bi nav kirin.
Bi şahî ez vê rojê bibîr tînim û li gelê xwe pîroz dikim û bi min xweş e vê gotina Mîr Celadet Bedirxan bibîr bînim:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.
Ji Qamişlo, ez vê rojê li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim, spasiyên xwe ji wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin pêşkêş dikim û ji wan re dibêjim; bijîn.. bijîn ji bo peyva kurdî a resen û sed carî mala we ava be.

Konê Reş/ Qamişlo, 12.05.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...