Qamişlo û destpêka rêkeftineke Rûsî-Amerîkî

 

Ebdûlazîz Qasim
 
Di roja 20`ê nîsana borî de û ji encama êrîşeke çeteyên bi navê Berevaniya Niştîmanî “Dîfa`h Wetenî” li ser rêbendek ji yên Asayîşa Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo, şerek di navbera çeteyên Difa`h Wetenî û HSD de peyda bû, ev şer piştî kontrolkirina taxa Teyî li bajarê Qamişlo ji aliyê HSD ve bi dawî hat, û agirbesteke «nezelal» bi navbeyinkariya Rûsyayê hate ragihandin.

 

Şer piştî sê rojan bidawî hat, lê hin jî sedemên serekî nehatine zanîn û heta ku hin çavdêr û şirovekarên siyasî vî yekê wekî «şanoyekî» li qelem didin û niha Rûsya berdewam ji bo peydabûna rêkeftineke nû kar dike ji bo belavkirina hin xalên asayîşa rejîmê li taxên nêzîkî firokxaneta Qamişlo, lê heta niha tiştek bi zelalî nehatiye ragihandin, herwiha sedemên sereke yên vî şerî ji nehatine aşkerekirin, ku bi xwe ve gelek pirsên bê bersiv digire nemaze ku ev çend salên Qamişlo hatiye dabeşkirin di navbera hêzên HSD, Rejîm û çeteyên Dîfa`h Wetenî û hêzên Sotoro yên Xiristiyanî de.
Çete û milîsên Difa`h Wetenî, wekî destpêk di sala 2004`an de piştî serhildana Qamişlo ji aliyê hozeke erebî ve bi navê aşîra Teya hat damezrandin, wekî hêzeke çekdar û palpişt ji bo hêzên rejîmê ji bo serkutkirina xwepêşanderên kurd, herwiha ku piştî krîza Sûriyê di sala 2011`an, li gelek bajaran ev komên çeteyan hatin demzrandin û di nav de bi taybetî li Qamişlo û Hesekê, ku wan serborek herî xereb heye di karên xirab de wekî dizî, talankirin û herwisa bazirganiya tiryak û keresteyên hoşber û hd.
Li aliyekî din şerê Qamişlo, ji aliyê gelek şirovekarên siyasî ve, wekî pilanekî ji aliyê rejîmê ve û bi pirsa helbijartinên serokatiyê ve tê girêdan, herwisa wekî pilanekî ji bo peydakirina şerekî kurdî-Erebî, û bi dîtina min tevî heta radeyekî dibe tiştek wisa hebe bi taybetî piştî zêdebûna gotara Erebî ya şofînizm li dijî diyaloga Kurdî-Kurdî, û herwisa diyaloga Kurdan digel hin hêzên Erebî û Xiristyanan çi ji aliyê ENKSê û çi yên ji aliyê PYDê ve dibin, lê zêdetir wisa bi dîtina min dibe ku sedemên şerê Qamişlo girêdayî be bi sedema girêdana van komên çete bi milîs û pasdarên Îranê ve, nemaze ku di salên borî de çend hevdîtin di navbera hin serokaşîrên Ereban û serkirdeyên Dîfa`h Wetenî û Qasim Sûlêmanî û Hişda Şe`hbî de hatin lidarxistin, û dibe heta radeyekî pêwendiya wê bi êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî êrîşên li ser firokxaneya Hewlêr jî hebe?.
Dîsa tişta vê boçûnê piştrast dike, ku derxistina çeteyên Dîfa`h Wetenî ji taxên Qamişlo bi glopa kesik ya Amerîka hate encamdan, herwisa bi rezamendiya Rûsyayê jî ku îro dixwaze cihê rejîma Sûriyê bi temamî bigire, piştî ku rêjîm niha gelekî lawaz bûye û dezgehên wê yên serbazî û ewlehiyê li ser Îranê û Rûsyayê hatine dabeşkirin, û Rûsya bi hemû hewlên xwe ji bo kêmkirina rola Îranê di nav xaka Sûriyê de kar dike, ji ber vê yekê dibînim ku di şerê Qamişlo de, renge rêkeftinek yan renge nêzîkbûnek di navbera Amerîka û Rûsya de peyda bû, ku divê Qamişlo aram be û ev yek wê bibe fakter ji bo serxistina diyaloga Kurdî-kurdî jî ya ku dibe ku piştî Cejna Rojiyê careke din destpê bike , tevî tê çaverêkirin ku dibe ev gera nû ya diyalog û danustandinan gelekî kurt û cidî be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…