Konê Reş
Çima milet navdarên xwe bibîr tînin?! Gelo, wê jiyanê li wan vegerînin?! Bêguman na.. belê da ku reseniya xwe pêk bînin û nifşên xwe yên nûhatî serwextî ked û xebata wan bikin û zarokên xwe li ser şopa wan mezin bikin..
Di destpêka sala 1989an de, dema ku min û hevalê xwe (Abdulbaqî Huseynî), kovara (Gurzek Gul) diweşand, ez ji berê bêtir agahdarî kar û xebatên Bedirxaniyan bûm; min nas kir ku Mîr Miqdad Bedirxan yekemîn rojnameya kurdî bi navê (KURDISTAN) di roja 22ê Nîsana 1898an de li Qahîra weşandiye, Mîr Celadet Bedirxan kovara (HAWAR) bi tîpên latînî di roja 15ê Gulana 1932an de li Şamê weşandiye û Dr. Kamîran Bedirxan rojnameya (ROJA NÛ) bi tîpên latînî, di roja 3ê Gulana 1943an de li Beyrûtê weşandiye.
Roj, meh û sal derbas dibûn.. 100 saliya rojbûna Mîr Celadet jî nêzîk dibû.. Di dilê min de hebû ku em wê rojê, bi beşdariya kebaniya wî (Rewşen Xanim), bibîr bînin..


Wê sibehê, balafira ku ji Qamişlo diçû Şamê bi dest min neket, dîrekt min berê xwe da Helebê û ji Helebê çûm Şamê.. Bi rê de min ev çend gotin nivîsîn û di eynê rojê de, gîham ser gora wê û min ev gotina ku min bi rê de nivîsandibû got:
Erê Mîro! felek çerx û dewran e
Rewşen Xanim îro li te mêvan e
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî!
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî
Îro şer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax
Gelê Kurd mil dane hev bi yek rex
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..
Ji bo bîranîna 40 rojiya Rewşen xanim jî, careke din min tev hevalên xwe ji nivîskar û helbesvanên wê demê agahdarî 40 rojiya wê kirin, lê ji ber tirsa ji emniyetê, ez û (Useyma Xanim) keça Rewşen Xanim tifiqîn, ku ez afîşa 40 rojiya diya wê Rewşen bi navê malbata Bedirxaniyan çêbikim û têde bêjim ku wê bîranîna wê li mala wê, bajarê Banyasê be, tevî ku mala wê li Banyasê nema bû.. (Hingê keça wê Sînem xanim li Kerkûkê û Bexdayê bû û a kurê wê Dr. Cemşîd li Almanya bû). Wiha min çend afîşên bi wêneyê wê, di hin kolanên Qamişlo de, bi dîwaran vekirin.. Di roja 11/7/1992an de, li Qamişlo, taxa Qenat Swês, hewşa mala welatparêzekî kurd bi navê (Ehmed Gero) ji dostên helbestvan Dildarê Mîdî, me 40 rojiya Rewşen Xanim bibîr anî.. Birêveberên bîranînê helbestvan Dildarê Mîdî û rewşenbîra kurd Xanim bûn.. Di destpêkê de, min bi kurtbûn serboriya Rewşen xanim û hin ji çavpêketinên xwe pê re gotin.. hem jî, min ronahî berda ser Mîr Celadet û kovara wî HAWARê.. Bi rastî gelek gotin û helbest di wê rojê de ji rex helbestvanan ve hatin xwendin.. Her yekî/ê ji helbestvan û nivîskaran dewla xwe di ava bîra Rewşen xanim de dakirin.. Tevan xweş kir, belê helbesta Seydayê Tîrêj zor xweş bû. Lêborînê ji kesên ku min navê wan neanîbe ziman, dixwazim.. Ji ber ku nav tev nayê bîr min..
Piştî koçkirina Rewşen xanim bi çend mehan, anku di havîna 1992an de, pirtûka min bi navê (Mîr Celadet Bedirxan: Jiyan û Ramanên Wî), bi zimanê Erebî di rêka Dr. Mihemed Abdo Necarî de, li Şamê hat çapkirin.. Di sala 1997an de careke din eynî pirtûkê bi zimanê Kurdî li Stokholmê, di nav weşanên (Jîna Nû) de hat çapkirin. Hingê ji nû xelkên me li Qamişlo Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê bêtir naskirin.
Sebaretî vejandina me ji 100 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan re roja 26ê Nîsana 1993an, dikarim bi dengekî bilind bibêjim ku, ez bûm yê ku kar û xebat ji vejandina wê sedsaliyê kir.. Belê bi alîkariya hin dostên xwe yên nêzîk ku li pişt min sekinîn: Helbestvan û parêzer Xelîl Sasonî, helbestvan Hadî Behlewî, Kamîranê Haco û helbestvan Dildarê Mîdî.. digel van hunermendên delal: Hizniyê Selîm, kurê wî Adilê Hiznî, Behaa Şêxo, Hisênê Tewfo û hunermendê fotografê Ekremê Derwêş.. Erê, min tev agahdarî vê rojê kirin û giringiya wê ji wan re got.. tevan jî bi erênî û kêfxweşî pejirand.. Me xwest em wê bîranînê li (Sikrê Mizgeftê) pêk bînin, hem ku cihê seyrana ye, hem ku em rêka xwe bi (Lata Mîr) xînin. Ew lata ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1930î de dema ku ji bo serhildana Araratê li gundê Mizgeftê, di mêvandariya mala Haco de bû.. diçû nêçîrê û gelek caran li ber wê latê rûdinişt.. ji wê hingê ve xelkên herêmê navê (Lata Mîr) lê kirin.. Hem jî ku em nêzîkê konê rehmetiyê Mecîdê Haco bin, yê ku Mîr Celadet dîtibû û ew baş nas dikir, da ku ji me re hin serboriyên xwe bi Mîr re bêje..
Dawî, wek ku min dixwest; sedsaliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan bi gotin û xwendina helbestên di pesnê Mîr Celadet Bedirxan de bi dawî bû û me rojek bi kêf û şahî derbas kir.. Bi rastî rojeke dîrokî bû.. Ji dil û can spasiya tev beşdar û amadebûyên ku, di her sê bîranîna de texsîr nekirin, dikim.. Ji wê hingê ve, ez bi berdewamî li dor Bedirxaniyan dixepêrim, dinivîsim û wan bibîr tînim.. herwiha ku ji min bê, ez ê li dor tev navdarên me binivîsim û wan bibîr bînim.. Ezbenî! Ku ez û te bi wiha bîranîn û çalakî ranebin, wê kî pê rabe..? Berpirsyariya min û te ye.
Qamişlo 2/5/2021

Şîrove (0)