Gotar

roja zarowên cîhanê

  Rizgar Kurdaxî

Li gorî peymana netweyên yekbuyî, ewê ku dibêje her mirovek divê hemo maf û azadiyên xwe bistîne û werbigire.Bêyî cudabûna reng,ziman,ol,nirîna ramyarî,nijad û netewa .
Û ji ber ku zarok bi xwe nikarin mafên xwe biparêzin sala 1924 li Cinêvê paytexta Sêwêsra danezana mafên zarokan hate damezirandin
û têda hat xuyakirin ku divê dê û bav,mêr û jin,her waha divê ku hemo rêxistinên dewletê bi mafê zarowan venasin û ew bêne parastin,ev jî çend xal ji DMZ
1-divê her zarowek hemo mafên xwe bistîne,reş dibe sipî dibe,çi nijad û netewa dibe bila bibe zarok zarok e,
2- ji roja buyîna zarok de, mafê wî heye çi navî werbigire,an jî çi nijad û neteweyî
3-mafê zarokan heye ku têkeve dibîstanan û bixwîne,û divê ku pêvejowa mêjiyê wan li pêş xe,ta ku ew kanibe siba sûdekê li vî an wî welatî bike
Û bibe kesekî sûdweş ne………
4-divê ku zarok berî hemî kesên din bêne parastin
Ev bûn çend xal û bendên DMZ,de em ji xwe şîrove û bi-anelizînin ka parê  zarowên kurmancan ji vê çi ye,
Berî hertiştî gelo kes zane kurd hene an na ,ta ku zarowên me tenê mafê jînê yê xudêyî bistîne!!?????
Ehmedê Xanî berî bêtirî 310 salan gotibû pêdiviyê bi zarokan bikin,lê belê em bi xwe pêdiviyê bi xwe nakin ne hîn bi zarokan? Xanî waha digo:

 Ne ji bo sahib rewacan   **   Belkî ji bo zarokêd kurmancan

Wekî ji Quranê xelas bin * *  Lazim e li sewdê çavnas bin

Da bi van çend reşbelekan * * Li wan tebî-yetî melekan

Derê zihnê vebêtin * *  Herçî bixunêt zehmetê nebîtin

Ezê wan çend bendên DMZ yekoyeko şîrove bikim

1-li benda yekê zarowên me netenê mafgir in na herwaha ew mafqupirandî ne,berî gî ew têne şerkirin û kuştin ji ber ku kurd in ,diduyê ji ber ku zeredeştî bûn ev di vir de, bes e
2-zarowên me ji roja buyînê de,diqîrin û mafê wan nîne ku navî ew dixwazin li xwe bikin, ne jî dibe ku di nasnama wan de kurmanc bête nivîsandin ev bi xwe kujere û guneheke mezintirîn e,
3-zarowên me dikevin dibîstanan bi zimanî xwe yî zikmakî qedexe ye ku bixwînin ev yek diduyê sê çara bend û xalên dîtir hene ta ku zarowên me kanibin têkevin dibîstanan,lê çepî wê Sedamê genî bi sedan û hezaran zarok dixistin gorên komkujiyan û bixwaşi
4-di welatên weke Turkiyê û Îraqê ku bi zarok ji birçîbûnê dimirin ewê çawa bêne parastin û li ku ?????

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…