Bersiv bo Beşîr Botanî li ser piçûkirina berhmendiya M.Şêxo

Mahir Hesen

Mihemed Şêxo hunermendekî herî nêzîkê dilkêşên xwe bû û ew bi jêhatîbûneke mezin û berz gelek alavên muzîkê bikar anîn. Ew bi dengê xwe zindiye û kêfxweşiyê di navbera nifşan de veguhêze , lê hene yên bi keda wî ve diverşin û tenê berhmendiya wî bi helbestan ve girê didin
Ez benî di şev û rojekê yan jî bi Peyvên Gotarekê nabe , ji ber ku dîroka M. Şêxo tijî hunerên perwer e, û ji folklor nayê veqetandin, tijî heza welatparêziya , evîn û azar e , ku bi peyvên zû nayê pesnandin.

 

Wî ji bexçê gelek helbestvanên strandiye û bi hunera xweya mezin û dengê xwe yê taybetî û bi awazên xwe yê mîna xuş xuşa çem û robarên ji çiyaên kurdistanê yên bi ser deşt û zozana de di herikin , bû stêrkek û em pê serbilind in, lê Beşîr Botanî dikeve nav me û hewildana dide ku wî tenê mezin dike bi bavê xwe, û berhmendiya wî bi helbestên Sebrî Botanî ve girêdide.
Beşîr bi quretî nivîskaran bi terror dike . Başa , gelo ma Dengê M. Şêxo yê zêrîn û behreya wî ya bêhempa di stranbêjiyê de bala mitet kişand, û ji ber vê yekê aso li pêşiya wî vebûn ?! , her wisa di ciwanaiya xwe de  behremendiya xwe diyar yan na ?! Belê  Beşîr nabe ku tu diyar bikî ku M. Şêxo bi helbestên Botanî û bi piştgiriya Iraqê ew giha vê asta hane di nav her çar parçên kurdistan de.

Gotina dawî , mirov û hezkirina wan ji dengan re cudane lê M. Şêxo karîbû bi zîzeke  cûrbicûr û bi cihreng ji xwe re cîhek berbiçav çêbike , karibû deriyên herî fireh di dilan de keve  û qada di nava wan de bi dengê xwe dagir bike. Û xweş zanibe ku Mihemed Şêxo bi deng û awazan , aso li pêşiya xwe vegirine

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…