Ji sala 1979’an ve heya niha 12 gerrên hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên din li Îranê hatine encamdan. Di ti yek ji wan de ti Kurdekî nekarî bibe berendamê rastîn ê gelê xwe. Belkî sedemeke baykotkeran jî her ev e. Ji ber ku ew xwe, li Îranê xwedîmaf dibînin lê mafê wan hatiye zewtkirin.
Di 11 gerran de heft kes weke serokkomar hatibûn hilbijartin. Helbet desthilata wan sînordar e û nikarin tiştekê bêjin ku li gora heza Elî Xamineyî rêberê Komara Îslamî nebe.
Piştî kuştina Recayî, Elî Xamineyî, Ekber Haşimî Refsencanî, seyîd Mihemed Xatemî û Mehmûd Ehmedînijad her yek du salan serokkomar bûn. Tevî ku serokkomar li wî welatî piştî bidawîhatina dema çar salên xwe, car din bi hikûmetê re dimîne, lê Refsencanî û Ehmedînijad du ji wan kesan bûn ku piştî çend salan car din xwastin bibin namzed lê selahiyeta wan hate redkirin.
Di hilbijarinên sala 2009’an de zêdetirîn asta beşdariya xelkê ji aliyê wezareta Navxwe ve hatiye tomarkirin. Mehmûd Ehmedînijad wê demê karîbû tundrewan bikşîne aliyê xwe ve. Mîrhusên Mûsewî jî ku reformxwaz bû, karîbû bi hildana sloganên demokrasiya rejîmê, gelek dengan bi dest xwe ve bîne. Lê pişt re wezareta Navxwe ragihand ku navê Ehmedînijad car din ji sindûqan derketiye. Di wan hilbijartinan de zêdetirî 39 milyon û 400 hezar kesan deng dan ku dike 84 ji sedî kesên ku mafên dengdanê hebûn.
Di van 38 salan de gerra duyem ya serkeftina Refsencanî, xwediya kêmtirîn asta beşdariya xelkê di proseya dengdanê de bû. Di wan hilbijartinan de hinek zêdetirî 50 ji sedî kesên ku dikarîn deng bidin, dengên xwe bikar anîn.
Di destpêka avakirina Komara Îslamî de di yekemîn gerra hilbijartinan de 124 kesan navên xwe weke berendam tomar kirin ku piştî dayîna selahiyetan û vekişîna hin berendaman, 96 kesan hevrikî kir. Di hilbijartina herî dawî ya 2017’an de 1636 kesan navên xwe ji bo wergirtina selahiyetê tomar kirin lê di encam de tenê selahiyet ji 6 kesan re hate dayîn.
Gelek kesan tevî ku pêgeheke baş di nava xelkê de hebûn, lê nekarîn selahiyetê bistînin. Yek ji wan ku heya niha jî çarenivîsa wî nayê zanîn, Mesûd Recewî rêberê rêxistina Mucahidîn li Tehranê bû. Wî deng neda yasaya bingehîn û ji ber vê, Rûhulla Xumeynî got ew kafir e. Xumeynî li ser serkirdeyên Kurdan weke Dr. Ebdulrehman Qasimlû jî heman tişt got tevî ku di civaka Kurdistanê de xwediyê pêgeheke bilind bû.
Ebulhesen Benîsedir jî ku 78 ji sedî dengan bi dest xistibûn, ji aliyê parlamentoyê ve di bin givaşên Xumeynî de hate dûrxistin û niha li Fransayê ye. Tevî ku Benîsedr di şerê lidijî Kurdan de li pişta Xumeynî bû, lê di şerê Îran û Îraqê de pişta Xumeynî negirt û ev jî bû sedema dûrxistina wî ji posta serokkomariyê.
Sadiq Qutbzade ku wezîrê derve bû bi tometa hewldan ji bo derbeya leşkerî hate darvekirin. Daryûş Firûher wezîrê Kar û Karûbarên Civakî bû, hate kuştin. Herduyan jî dixwast bibin berendamên serokkomariya Îranê.
Mîrhusên Mûsewî û Mehdî Kerûbî jî ku di hilbijartinên sala 2009’an de berendam bûn û beriya wê jî çend postên bilind di hikûmetê de hebûn, nekarîn bi ser Ehmedînijad de serkevin. Mûsewî û Kerûbî nerazîbûna xwe ji encamên dengan anîn ziman û alîgirên wan derketin kolanan û xwepêşandan kirin. Tevlîhevî çê bûn û ji wê demê ve ew di malên xwe de girtî ne.
Kurd dibêjin eger Dr. Ebdulrehman Qadimlû serkirdeyê şehîd ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Fuad Mistefa Sultanî serkirdeyê Komelê bikariya mafê xweseriyê ji bo Kurdan ji Tehranê bistînin berî ku bêne terorkirin, dikarîbûn bibin berendamên serokkomariya Îranê jî. Ew dibêjin Komara Îslamî hewl dide hemû hêzên opozîsyonê, dijberên xwe û serkirdeyên wan jinav bibe. Fuad Mistefa Sultanî sala 1979’an li nêzîkî gundê Bestam li ser riya di navbera Bane û Merîwanê de hate terorkirin. Dr. Qasimlû jî sala 1989’an li Wiyena paytexta Austria ji aliyê terorîstên Îranê ve hate terorkirin.