Salek bi ser danûstandinên Kurdî-Kurdî re

 

Ebdûlazîz Qasim

Her ji destpêka krîza Sûrî ji sala 2011`an ve, gelek hewl ji bo yekrêziya kurdî li ser binyatê peydakirina nêrîneke siyasî ya hevgirtî û hevbeş hatin dan, û di demeke nêzîk de û tevlî astengiyan, hewldan serkevtin bi damezrandina qebarekî yekgirtî bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bêyî tevlîbûna PYD ji ber nerazîbûna wê li ser rêjeya nûnerayetiyê di nav organ û dezgehên ENKS de.

 

Herwiha piştî peydabûna nakokiyan di navbera ENKS û PYD, bi însîyatîfa Herêma Kurdistanê gelek hewldan ji bo nêzîkkirina her du aliyan hatin rojevê, û di encam de hin peymanên girîng hatin îmzakirin, lê ji ber pênegiriya PYD, ew rêkeftin di pratîkê de li ser erdê nehatin bicîhanîn, wekî rêkeftina Hawler 1 di 6.11.2012, Hawler 2 di 12.23.2013, û Duhok 1 di 10.22.2014.
Di dawiya 2018an û piştî dagîrkirina Efrînê bi destê dewleta Tirkiyê ya dagîrker û çeteyên terorîst yên opozisyona Sûrî “îtîlaf”, ji aliyê navnetewî destpêşxeriyek ji aliyê Fransî di destpêka sala 2019 de hat, û herwiha paşî însiyatîfek Brîtanî jî hat ji bo piştgirîya destpêşxeriya Fransî ji bo nêzîkkirina her du aliyan.
Piştî dagîrkirina Serêkaniyê û Girêspî di meha çirya yekê 2019`an de, ji hêla Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat, destpêşxeriyek jibo yekrêziya Kurdî hat pêşniyar kirin, û soz da ku ji bo serkeftina wê bixebite, û wekî gavek ji bo nîşandana razîbûna xwe, Encumena Niştimanî ya Kurdî di reşmeha 2020`an de careke din ofîsên xwe ji nû ve vekirin yên ku ji aliyê PYDê ve hatibûn daxistin, kar û çalakiyên siyasî yên ENKSê hatibûn qedexekirin, û ji encamê danûstandinên di navbera fermandarê hêzên HSD û ENKS de, yekemîn gera danûstandinên kurdî-kurdî di nîsana 2020-an de, rasterast û cidîtir û bi çavdêriya Amerîkî-Fransî destpê kirin.

Li Hesekê di 16`ê Cehzîrana 2020`an de, di prêskonfiransekî hevbeş di navbera ENKS û PYNK de, bi amadebûna William Robak, balyozê Amerîka yê taybet di Hevpeymaniya Navnetewî de, û Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat, ji aliyê her du aliyan têgihiştinek li ser binyatê Peymana Duhokê ya 2014an hate ragihandin, û pêdagirî li ser berdewamiya diyalog û danûstandinên di navbera her du aliyan hat kirin ji bo îmzakirina peymanek berfireh û hevbeş li ser astên siyasî, leşkerî, parastin û rêveberiyê.

Diyaloga kurdî-kurdî her ji destpêkê ve, rastî gelek dijberî û bertekan ji hêla dewleta Tirkiyê ya dagîrker û opozisyona sûrî ya alîgirê Tirkiyê (îtîlaf) hat, herwiha ji ber helbijartinên serokatiyê yên Amerîka û çend daxuyaniyên nerênî yên cuda cuda û êrîşên li ser ofîsên ENKSê, danûstandin bi carekî hatin rawestandin.

Piştî bêhtir ji heşt mehan, ji bo destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî yên rawestandî, balyozê taybetî yê Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûriyê, David Brownstein, li roja 9 ê nîsana 2021 an serdana ofîsa ENKSê kir ji bo gotûbêjkirina destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî li gel Serokatiya ENKSê re, di heman demê de pêbendbûna Amerîka ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê û timamkirina diyaloga kurdî dupat kir.

Piştî hatina serok Joe Biden, wisa xuya dike ku rewşa Sûriyê ji bo rêveberiya nû ya Amerîkî girîngiya xwe ya berê nîne, û li gor rapora salane ya nirxandina metirsiyên sala 2021 an de, raporteke ji aliyê CIA heye li ser berdewamiya nakokî û krîzên mirovahî û têkçûna rewşa aborî li Sûriyê di salên pêş de piştrast dike, bi awayekî xuya dike ku bidawîkirina krîza Sûrî hîn jî di rojeva Amerîkî de nîne.

Li gel vê yekê jî, hin siyasetên bingehîn yên hevbeş di navbera rêveberiya berê ya Trump û ya niha Joe Biden de li ser dosyaya Sûrî hene, di serî de parastin û ewlehiya Îsraîlê û şerê li dijî rêxistina DAÎŞ ya terorîst, herwiha rûbirûbûna hejmongeriya Îranê li Sûriyê û di navçeyê de, lê dibe ku mekanîzma rûbirûbûnê ji serdema Trump cuda be, û tê pêşbînîkirin ku dibe Joe Biden ji bo vê yekê li gel hin welatên mezin yên Ewropî nemaze li gel Fransa rêkbikeve.

Li gorî hin çavkaniyên nûçegehanî ku niha şandek ji Wezareta Derve ya Fransa li Qamişlo ye ji bo berhevkirina serdana şandeke kurdî ber bi Parîsê û dîtina Serokê Fransa Emmanuel Macron, lê heta niha tiştek nehatiye zelal kirin û li gorî heman çavkaniyan ku rolek mezin ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê vê tevgera Fransî heye, nemaze piştî serdana Parîsê di dawiya meha adara bûrî de.

Îro, doza kurdî li Sûriyê piştî dagîrkirina Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê, û malwêranî, koçberî û têkçûna barê mirovî û belavbûna korona bi awayekî berfireh li Kurdistana Sûriyê, berdewamiya rêveberiya xweser bi vî şêwazê tekalî û şikestî pêdivî bi rêkxistina navmala kurdî li ser hemû astên siyasî, leşkerî û rêveberî heye, pêdiviya lezgîn ji bo yekrêziya Kurdî heye, bi taybetî heger hat ku Amerîka li gel Tirkiya û dewletên Erebî li ser doseya Sûriyê rêkbikevin, ku niha Tirkiya dixebite li ser asayîkirina têkiliyan li gel welatên Erebî, helbet wê gavê wê berjewendiyên Tirkiya û Ereban serbikevin û doza kurdî wê tûşî ziyaneke mezin bibe û bi carekî dê bihête piştguhxistin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...