Vekin dergehê evînê


Lazgîn dêrûnî

Bila hestê me tev gul bin
Ken û şadî ji nav dil bin
Wekî awazê bilbil bin
Besa barê me tev kul bin

Xem û kovan heta kengî
Bimînin em bi vî rengî
Jiyan xweş e bi dilşengî
Bila baxê me sorgul bin

Ne kû em hatine jînê
Tenê ji bo xem û şîne
Vekin dergih li evînê
Besa çavên me tim şil bin

Li hember hev bi rûgeş bin
Bi peyvên nazik û xweş bin
Bi xêrxwazî û dilgeş bin
Bera şorên me kakil bin

Mirovatî û rêzdarî
Xebatkar bin bi dildarî
Vegerin em li wî warî
Bera ew war ne kavil bin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...