Li mala me Çarşem e

 

Idrîs Hiso

Çarşem di ola Kurdan ango Êzdiyan de roja pîroz e, di vê rojê de pêwîste mirov bi tenê ji xweda re kar û xebata xwe bike, û dûrî hemû şehwet û daxwazên nefsa xwe bikeve.
Diya min muslimane, ew nizane bê kengî, çawa û çima bav û bapîrên wê bûne musliman, lê bitenê muslamane û hew.
Ji muslmanan jî bapîrê min, bavê dêya min Seyid e û dibêjin xwedî ÛCAX bû, heta niha xelk tên ber destê dêya min û herwiha ber destê xalanên min ji bo bereketa Ûcaxên bapîrê min.

 

Lê çanda Êzdayetiyê bi tiqûsên xwe li mala me ne, dêya min me handî wê yekê dike ku em 5 nimêjan bikin û rojiya xwe ya 30 rojî bigrin. Bitenê di van herdu şîretên wê de tu dizanî ku tu li malek muslman î, lê hemû tiqûs û pîrozahiyên din ku pêwîste em wan di malê bişopînin ji ol û keltûra êzdayetî û kurdewariyê ne.
Divê em êvara Sêşem/Çarşemê serê xwe neşon, divê em nenûkên xwe nûçink nekin, porê serê xwe kurtnekin, nequsînin, herwiha divê roja Çarşemê jî em van tiştan nekin û nêzîkî jinên xwe nebin. Û heger hat û xwehek min porê xwe şeh bike çênabe mûyek ji porê wê li erdê bimîne, divê ew porê ku hetiye weşandin di kuneke dîwaran de were veşartin.
Her sibeha Çarşemê, tevgera mala me ne wek rojên din e; jinek zarok ji wê re çênabin, du giyanî nabe hatiye ji bo bedena wê şîn bê, jinek hatiye ji bo ku zarokên wê bi şev necefilin û razên, jinek hatiye ji bo çilê zaroka xwe bibire, jinek hatiye ku xwe bavêje Ûcaxên dêya min da ku mêrê wê lê vegere, hin malbat tên da ku diya min dûeyan ji wan re bike ku keçên wan herin ser nesîbê xwe û hin din jibo mijarên cuda cuda hatine. Ev hemû yan hin ji wan her sibeha Çarşemê dibin mêhvanên mala me, Lewma roja Çarşemê li mala me rojeke bi iyan û tayebet e, ne wek rojên din e, divê em têde hemû karên xwe ji bo riwê xweda bikin û çênabe di wê rojê de em tiştekî xerab bikin yan kesekî bêzar û tore bikin.
Li ser dengê melê banga Muslimanan em radibin nimêjên xwe dikin û em Qurana pîroz dixwînin û salane em 30 rojî rojîdigrin.
Lê hemû bîr û baweriyên me ji çand û keltûra me ne, em roja Înê dikin pişû, lê Çarşemê pîroze, bêhtirê sûndên me bi gorên bav û bavpîrên me ne.
Mamdem em Kurd in Êzdayetî nasname û wêneyê me yê olî û neteweyî ye, em çawa û çilo û kengî û li ku derê nimêj û dûayên xwe bikin, em jibo her take mirovekî dûayên xêrê û aramiyê dixwazin wekî ku Êzdayetiyê li ser me ferz kiriye ku em xêrê ji hemû cîhanê re bixwazin.
Li mala me, pişû roja Înê ye, lê hemû pîrozî û xwedaperestî û rêwresmên ayinî, roja çarşemê dibin, ev tê wateya ku, raste bav û pavpîrên me ola xwe bi sedem û hokarên cuda guherîne, lê di bin hemû merc û rewşan de keltur, ziman û çanda xwe ne guherîne û ne diguherin û ev ya girîng e, nasnameya mirov û kesayetiya wî bi ziman û çandê tê diyar kirin, her mirovekî kurdhez û kurdîhez, li ser çi olê dibe bila bibe, lê ya girîng û pêwîst ew e ku ziman û çanda xwe biparêze. Wê demê nasnameya wî jî tê parastin û hebûna wî jî li dinyê berdewam dibe.
Hewlêr Roja Çarşema Sor 13.04.2021z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...