Yûsivê Dîbo têkoşerê karê paqij.

 

M.Emîn Sadûn- Dêrika Hemko.

Îro bi bihîstina koçbarkirina xebatkar û serkirdeyê kurdê navdar Yûsivê Dîbo re, bîrdanka min ez li bîranînên min vegerandim û hinekî ez di paş de zivirandim. Xortaniya min anî bîra min û germiya dilê min ji kar û xebatê re da ber çavên min. Erê ka ew rojên berê, wefadarî û dilsozî ji kêşeya gelê bindest û perîşan re. ka ew xebatkarên merd, dilovan û cansivik, yên ku xem û merema wan êş û janên gelê wan bû.
Bi taybetî ew roj ji bîra min naçe, û ma sax û zindî di bîrdanka min de.

 

Ew roja ku ez rêwengî bûm û ber bi Şama şerîf ve rê diketim.
Sal jî di navbera salên 1985- 1986 an de ye.
Ji nişkî ve çavên min bi xebatkar Yûsivê Dîbo ket, ku pişta wî li min bû û şipiya di nava polmanê de, xwe bi nava wê girtibû û ji Dêrikê wê here bajarê xwe Qamîşlo, piştî karekê rêxistinî yê partiya xwe, Partiya Çepa Kurd li Sûriyê.
Dema min ew dît, ez ber bi wî ve çûm û min xwe lêda naskirin û min jê xwest ku bê li cihê min rûne. Lê pêşîn daxwaza min red kir û nexwest li cihê min rûne. Piştî lavlav û rijdbûna min, ew hat û li cihê min rûnişt û ez seraserî wî mam şipiya ta em gihane bajarê Qamîşlo, li wir me xatir ji hev xwest û spasiya min kir û ew ji polmanê peya bû û ez li cihê xwe rûniştim û ber bi Şamê ve çûm.
Dema îro koça dawî kir, tevî ku piştî wê min gelek caran dît  û me kar û xebateke dirêj di nava rêzên Partiya Çepa kurd li Sûriyê de de bi hev re kir û pir caran rexneyên dijwar jî lê dikirin û bi taybetî piştî ku bû sekirtêrê Partiyê piştî koçbarkirina xebatkatê buhagiran Ismetê Seyda, lê ew roj ma di bîrdanka min de û îro ew di hişê min de qeliqî û xwe vezîland.
Di berê de, bav û kalên me gotine; ta tu li ser destên xwe nemeşê, tu qedrê lingên xwe nizanî.
Ta me jî xebatkar û siyasetmedarên piştî sala 2011 an nedîtin, me qedir û qîmetê xebatkar û siyasetmedarên xwe yên dêrîn û kevnar nedizanî û  nas jî nedikir.
Silav li giyanê wan xebatkar û siyasetmedaran be yên dûrî êş, derd û  janên gelê xwe neketin ta serî danînîn û koça dawî kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…