Miqdad Midhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan


Keyhan Mihemedînijad

Nirxdan bi kultûr û dîroka gelê Kurd, erkê netewî û nîştimanî yê her Kurdekê ye.
Derbasbûyiya me gencîneyeke pir giranbiha ye. Herçiqas em diçine nav deryaya kultûr û dîroka xwe kesên pir westiyayî û kesên neteweperwer û Kurdperwer têne dîtin.
Gelek ji wan xebatkaran ku ji bo netewa xwe ji bin destê dagîrkeriyê zigar bikin, ji bo çand, wêje, kultûr û dîroka gelê xwe xebatên bê hempa kirine, hin ji wan xebtakaran jî, ji malbta Bedirxaniyan in.

Ew mirovên mezin û emegdar in û dibe em, bi nifşa nû re, basa wan navdarên mezin bikin da ku ew jî wan mirovên mezin nas bikin.

 

Bedirxaniyan di pêxema dîroka gelê xwe de gelek ked dane, wan bi afirandina Elfaba Kurdî, rojnameya Kurdî û bi sedan tiştên din re kar kirine û zehmet kêşane û westiyane.
Ew di warê siyasî de jî pêşengê hişyarkirna civatgeha xwe bo berevanîkirin li mafên xwe yên netewî bûn.
Di warê revşenbîrî de pêşengê belavkirina nûxwazî bûn û li dijî nezanîn û nexweşî wan xebat kirin.
Ew di edeb û hunerê de jî pêşeng bûn. Bo nirxdan bi kultûra Kurdî her dîsan ew pêşeng bûn. Ew bûne pêşengê jojnamegeriya Kurdî û serhildanên rizgarîxwaziya netewa Kurd.
Nifş bi nifşên malbata Bedirxaniyan xebatên mezin kirin û yek ji endamên wê malbatê ku bo cara yekê rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan çap û belav kir, Miqdad Midhet Bedirax bû.
Ka em balê bidin li ser çîroka rojnama Kurdistan û Miqdad Midhet Bedirxan.
Li sala1890an dewleta Osmanî dest dike bi asmîlekirina Kurdan û mîrên Kurd bo Stenbolê gazî dike û nahêle ti mîrek desthilatdariyê bigire dest û bi wî awayî siyaseta helandina netewa Kurd bi rê ve dibe û givaşeke zêde dixe ser Kurdan, her lewma di vê pêwendiyê de, gelek Kurdên rewşenbîr û zana û neteweperest, Tirkiye û Kurdistanê bi cih dihêlin û diçine welatên bîhanî û jiyan û xebata xwe di xerîbiyê de derbas dikin.
Yek ji wan kesên rewşenbîr, zana, Kurdperwer û netewerperwer, Miqdad Midhet Bedirxanê kurê Mîr Bedirxan li sala 1891an ber bi welatên bîhanî ve diçe û heta digihe welatê Misrê.
Miqdad Midhet Bedirxan li welatê Misrê, li pêxema berjwendiyên gelê Kurd û nasandina doza gelê xwe bi cîhanê û bi mebesta berevanîkirina li Kurd û rûbirûbûn di hember Sultanên Osmaniyan, û hişyarkirina xortên gelê Kurd, di Qahîreyê de xebata xwe berdewam dike.
Her bi wan mebestan ev hizir dike ku rojnameyekê biweşîne û bi wî awayî bona hişyariya netewî kar bike. Ev jî ev bû ku di meha Avriyla 1898`an, yekem hejmara rojnameya Kurdistanê weşand. Ev rojnameye bû bi destpêk û pêşenga dîroka rojnamevaniya Kurdî.
Miqdad Midhet Bedirxan tê ser wê bawerê ku bona gihîştin bi serbixweyî û rizgarîkirina yekcarî, hewce ye gel ji rêya şoreşa rojnamevanî ve bête hişyarkirin û rewşenbîrkirin.
Miqdad Midhet Bedirxan li ser hejmara yekem a rojnameya Kurdistan mebes ji weşana wê rojnamê di gotarekê de nivîsiye û rohnkirinek bi vî awayî dide û nivîsiye: Kurd ji gelek netewan zêdetir xwedan bîr û hişmendî ne, mêrxas in, di ola xwe de rewa û bihêz in, lê mixabin wekî netewên din xwendevan û dewlemend nînin, nizanin cîranên wan çawan in û çi dikin û agehdarê wan nînin, lewma me piştgirêdan bi Xwedê ew rojnameye nivîsî û bi piştevaniya Xwediyê mezin li her 15 rojan carekê emê belav bikin. Navê rojnameya me jî “Kurdistan” e û em ê di wê rojnamê de qazancên zanistê û zaniyariyan bas bikin, li her cihekê mirov hebe, li her cihekê xwendingehên baş hebin ez ê nîşana Kurdan bidim û li her cihekê şer dibe û helwesta welatên mezin çi dibe û çawa şer dikin, çawa bazirganî dikin, ez ê hemûyan bas bikim, heta niha çi kesê rojnameyeke wiha belav nekiriye”.
Di dema weşana hejmara yekem a rojnameyê de Miqdad Midhet Bedirxan kartek bi Feransî nivîsiye û armanc û mebestên xwe têde rohn kiriye ku digel hejmara yekem de bo wan kesan şandiye ku rojname bo wan şandiye û deqa nivîsîna li ser wê kartê wiha bûye:
“Gewrem ez gelek bextiyar im bo wê ku hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê bo we dişînim û eva her niha di Qahîreyê de hatiye damezrandin. Netewa min ku netewa Kurd e hejmara wan 6 milyon kes e û di Asiyaya piçûk de zimanê wan gelek kevin e, eva yekemîn car e min bi wî zimanî ew rojnameye belav kiriye, ew jî bo mebesta têgihandina zaniyarî û handan Kurdan bo wê ku rêya pêşketin û şaristaniyeta nû bigrin û di heman demê de wêjeya netewa xwe nîşanê netewên dinê bidin. Bavê min Mîr Bedirxan li şerê serbixweya Kurdistanê de beşdar bû û dijî hikûmeta Ebdulhemîd, ev kesê ku jiyana malbata me di nav nîştimana me de qedexe kiribû. Ji ber vê min rû kire Qahîrê û lewma ez dixwazim nîzam û asayiş balê bi ser Kurdistanê de bikêşe, min biryar da ji rêya wê rojnameyê ve tev şiyana xwe ji dûr ve terxan bikim bo hemû karekê ku qazanc û bextiyarî û perwerdekirina hizir têde be bo welatiyên Kurd”.
Mîr Miqdad Midhet Bedirxan tev hewla wî ji avakirina wê rojnamê eva bû ku ji rêya rojnamê ve netewe û lawên Kurd hişyar û çavekirî bin û herwisa revşenbîrî û zanistê di nav gelê xwe de belav bike.
Di serdemê weşana Rojnameya Kurdistanê de wê demê dewleta Osmanî çavdêriyeke tund li ser wê rojnamê dikir û hatina û belavkirina wê rojnamê bo nav Kurdistanê de qedexe kiribû û her lewma Miqdad Midhet Bedirxan hejmarên wê rojnamê ji rêya bazirgan û saziyên nihînî ve digihande Kurdistanê.
Dewleta Osmanî dixwast Miqdad Midhet Bedirxan û Ebdulrehman beg ê birayê wî wekî tawanbar di Stanbolê de dadgehî bike, û her lewma jî gefên zêde li ser wan du xortên Kurd bû.
Miqdad Mithet Bedirxan bi damezrandin û weşana rojnameya Kurdistanê, gelek ciwanên Kurd li zilm û serkutkariya ku Osmaniyan bi ser Kurdan de dianîn hişyar kirin û ew di warê wêjeya Kurdî û dîroka Kurd de jî hişyar kirin.
Ew rojnameye dibe mezintirîn dujminê Osmaniyan. Osmanî jî kevtine dijayetîkirina wê rojnamê û çendîn caran daxwaz ji welatê Misrê kirin ku dabixin û her lewma Miqdad Midhet bi hemû awayekî kevte dijayetîkirina Osmaniyan û bo berevanîkirin li rojnameyê gelek cih guherîn.
Miqdad Midhet Bedirxan di wê rojnameyê de gelek çîrokên wekî Mem û Zîn, helbest û pexşan û gelek gotar û nûçe têde belav dikirin.
Bilî wan gotarane jî Miqdad Midhet nêrxekî zêde dida pirsgirêkên rewa yên gelê Kurd û ciwanên Kurd han dida ku dijî desthelata Osmanî bisekînin.
Çend mijar û gotarên girîng ku Midhet Bedirxan wê demê di rojnameya Kurdistanê de belav kirin wiha ne:
Ji rêya hejmara sê ve sala koça dawî ya Hacî Qadir Koyî hate peydakirin û helbestek Hacî Qadir Koyî têde belav kirine û di pêşekiyê de hatiye nivîsîn, sala par Hacî Qadir Koyî koça dawî kiriye wate sala 1898an hejmara 3an hatiye weşandin û sala par jî dike 1897an, li ber wê hindê sala koça dawî ya Hacî Qadir Koyî hatiye zanîn.
Di rojnameya Kurdistan de şerê digel Ermeniyan şermezar kirine û red kirine, banghêjiya birayetiya di navbera Ermenî û Kurdan kirine.
Piştî derbasbûna salek bi ser weşana rojnameya Kurdistanê, Miqdad Midhet nexweş dikeve û Ebdulrehmanê birayê wî diçe Swîsê û serpereştiya rojnameyê dike.
Miqdad Midhet Bedirxan bi avakirin û weşana rojnameya Kurdistanê dîsan îsbat kir ku malbata Bedirxaniyan netenê di Botanê de belkî li her ciheke cîhanê bin dikarin li ser hişyarkirina Kurdan, çand, dîrok û wêjeya Kurdî xwedî bandor bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…