Seydayê tîrêj (1923_2002)

Seîd Yûsif

Helbestvan û wêjevanê kurd melle Nayifê Hesso ji rojavayê Kurdistanê ye, bi navê Seydayê tîrêj tê naskirin. Ew nav ji aliyê dîroknas û xebatkarê Kurd Hesen Hişyar hatiyê lêkirin.
Sala, (1923)an Ji dayik bûye. Li gundê Nicmok yê nêzîkî Qamişlo ye. Piştî 6 salan li gundê Tûkê ew niştecih bûye. Di pey re li gundê Sêmitikê Newaf, yê nêzîkî bajarê Amûdê. Li wî gundî hînî Quran û zanyariyên olî û zimanê Erebî dibe, li ber destê Melle Brahîmê Golî.

Di sala (1937)an de diçe Bajarê Amûdê û 5 salan li dibistana desthilata Sûrî xwendina fermî dike.

 Li Amûdê gelek kesayetên balkêş û giring nas dike wek helbestvanê mezin Cegerxwîn û gelek kesayetên din yên bi nav û deng weke Osman Sebrî, Reşîdê Kurd, Qedrî Can, Hemza Beg, Nûredîn Zaza û malbata Bedirxaniyan.
Ew di tevgera “Xweybûn” beşdariyê dike û “Komela Ciwanên Kurd” li Amûdê.
S. Tîrêj xwedî rûmet û di nav dost û hevalan de cihê rêzgirtinê bû.
Di sala (1952) an de Hêza ewlehî ya rêcîma Sûrî êrîş dike mala Seyda û hejmarek ji helbestên wî yên ne çapkirî binpê û talan dike û di encamê de wî dikişînin Zindanê.
Di sala (1973)an de li bajarê Hisiça niştecih dibe û tê gotin ku demek dirêj ji jiyana xwe bi hoza Eşîra Cibûriyan ya Ereb  derbaskiriye.
Lê belê S.Tîrêj li bajarê Hisiça koça dawî dike û diçe ber dilovaniya xwedê. Di roja 23.03. 2002an de û di 25.03an li Gundê Gir Keftar tê oxirkirin û veşartin. Ew jî li gor temînîya Seydayê hêja bû.
1- Dibistan û bandor:
S.Tîrêj şa`irekî ji peyê dibistana Kurdî ya kilasîk e, ew dikeve bin bandora gelek helbestvanan weke Mellayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran, Pîrê merd û dostê wî yê şêrîn li ber dilê wî û hevalê rê û  rêwîtî yê ” Cegerxwîn” .
S. Tîrêj dijî helbesta azad bû û şert û merc ên helbestê li cem wî ev in: Kêş, pîvan, naverok, awaz û sîstem… Ew di baweriya wî de ew kesê van mercan bi cih nîn e, ew ne helbestvan e û bera dev ji xwe biqere ji xwe re karekî din bibîne.
S. Tîrêj wêje û toreya  Kurdî vejîn û geş kiriye û parastî ye û tomar kiriye … Di helbestên xwe de weke Siyamend û Xecê… Sîpan û Perwîn…
Ew bi helbestên xwe li hemî dever û war û şûnwarê Kurdistanê  geriyaye û nivîsiye ji Dicla û Ferat re û Derya Wanê û Urumiyê û hemî bajar û çiyayên Kurdistanê, çi  Barzan û çi Agirî û Dêrsim… û weke wan bo bajarên Kurdistanê weke Mehabad Û Silêmanî û Duhok….
Straye ji balandiyên Kurdistan re  Bilbil û Şalûr… û helbesta wî ya ciwan û naz bo teyrê Quling.. Mi di vîdyoyekê de bi dengê wî yê resen û awaz lê guhdar kirîye ji ezber bi serbestî û hêrs ew dixwîne.
S. Tîrêj zor hezkirîye ji  Mirovan  …û Jina Kurd.. Û Şehîdên Kurdistanê…
Helbestên Seyda bûne sitran bi dengê gellek hunermendên Kurd weke Seîd Gabarî, Remedan Necim Omerî, Şivan Perwer, Beha Şêxo… û ji aliyên gellek komên muzîkî ve weke Koma Orkêş û Xelat û koma Şoreş…
Sala (2001) an de li ser daxwaza kurdên koçber Serdana Almanya kiriye û li wê derê hinek êvarên helbestî lidar xistine bi beşdariya Şivan perwer û Ciwan Haco.
Seyda hatiye pîrozkirin û bexşandin sê caran.. cara yekem di roja helbesta kurdî de ya sûriyê sala (1995)an û cara duyem bi bûneya sedsalîya rojnema Kurdî li Erbîlê û cara sêyem ji aliyê koma Helebçe ya folklora kurdî li Sûriyê sala (2001) an de.
2- Kar û berhemên S. Tîrêj :
Seyda helbest nivîsîne bo gelek Kovarên kurdî weke: Hawar, Ronahî, Roja nûh û Stêr. Berhemên wî yê çapkirî ev in:
1- Xelat yekem dîwan e sala (1989).
2- Zozan… 1990.
3- Cûdî. 1998.
4- Serpêhatiyên Kurdan. 1992.
5- Pirtûka wî ya mewlida Pêxember amade ye bo çapkirinê.
6- Cildê duyem bo filoklorê kurdî reşnivîs e ne çapkirî ye û hinek helbest jî…
Dilovanî li giyanê S. Tîrêj.

– Jêderên agahiyan :
– Dîlawererebî.Wordpress. Com.
– www.r_enks.net.  23/3/ 2018/
– Rudaw. Net. Şêrîn Dawûd. Erbîl. 2015/2/24/.
…………
Têbînî :
jêder hemû bi zimanê Erebî ne, wergêr bo zimanê Kurdî
Seîd yûsif. Hisiça 2021/3/25/.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…